Xizmên Windayan: Em ê têkoşîna wan bidin dewamkirin

  • 13:42 31 Kanûn 2022
  • Rojane
AMED - Di hefteya 725’emîn a çalakiya Xizmên Windayan de li aqûbeta Mehmet Ozdemîr ê di sala 1997’an de hatiye binçavkirin û wendakirin hate pirsîn. Neviya Mehmet Ozdemîr got beriya min pîrika min li van kolanan li aqûbeta bapîrê min dipirsî û çalakiya wê di nîvî de ma. Ez wê çalakiya wê dewr digirim û heya ez aqûbeta bapîrê xwe hîn nebim ez ê li vir bim.
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amed û Xizmên Windayan 725’emîn çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezana Amedê pêk anî. Malbatên ku wêneyên windakiriyan hilgirtin, li aqûbeta Mehmet Ozdemîr ê di sala 1997’an de li navçeya Lîceya Amedê hatiye wendakirin, pirsîn. Malbata Mehmet Ozdemîr jî di çalakiyê de amade bûn û neviya wî Bermal Kaya hestên xwe parve kir.
 
Mehmet Ozdemîr ê di sala 1954’an de li gundê Arakî yê girêdayî navçeya Lîceya Amedê ji dayik dibe, bavê 7 zarokan e. Bi zextên dewletê yên di salên 90’î de zêde dibin re malbata Mehmet Ozdemîr koçî Amedê dibin. Li Amedê bi çandina zevî û sewalkariyê re debara xwe dike. Di 1997’an de carekê tê binçavkirin piştî îşkenceyê di 4 rojan de tê berdan. Ji ber vê tundiyê nêzî 40 rojan li ser cih ranabe. Mehmet Ozdemîr di sala 1997’an de di 26’ê Kanûnê de diçe qehweyekê rûdinê. Li qehweyê polîsên bi cilên sivil in tên wî ber bi maşîneyekî spî ve dibin. Mehmet naxwaze li maşîneyê siwar bibe û lê ew bi zorê lê tê siwarkirin. Hevjîna wî Enzîle Ozdemîr di 29’ê sala 1997’an de serî li ÎHD’ê ya şaxa Amedê dide.
 
‘Em ê têkoşîna wan bidin dewamkirin’
 
Neviya Mehmet Ozdemîr, Bermal Kaya jî wiha axivî: “Ez di serî de hemû dayikên ku ji bo zarokên xwe, xizmên xwe bibînin bi salan têkoşîn dan û jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînim. Pîrika min Enzîle bi salan ji bo hestiyên bapîrê min bibîne têkoşîn da. Li her deverê bû li her cihî xwest dengê xwe bilind bike. Têkoşîna wê di nîvî de ma. Ji ber ku hîna aqûbeta bapîrê min nehat zanîn. Wan mîrateya xwe dewrê me kirin. Ew bimrin jî em ê li aqûbetê bipirsin. Em ê ji bo wenda bêne dîtin û faîl werin cezakirin, têbikoşin. Em ne di vê jiyanê, ne jî di axîretê te de dev ji wan qetilkaran bernadin. Ew qetikar têne naskirin. Bi salan li vir bûn û li vir xebatkir in. Ev kes bi zanebûn nehatin girtin. Dengê dayikên me nehatin bihîstin.”
 
Piştî axaftina Berman, çalakiya deqeyek rêzgirtin hat lidarxistin.