Serpîl Arsalan: Bila hikûmeta Fransayê pirsan bibersivîne

  • 09:08 31 Kanûn 2022
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Hevseroka AvEG-Kon Serpîl Arsalan balkişand ser komkujiya li Fransayê pêk hatiye û wiha vegot: “Di demek nêz de Fransayê daxuyaniyek ‘Di têkoşîna li dijî PKK’ê de em ê bi Tirkiyeyê re têkiliyên nêzî hev pêş bixînin’. Dema mirov li wê daxuyaniyê dinêrin, wateya têkiliya nêz ev e; Ev komkujiya duyem a Parîsê ye.”
 
Li paytexta Parîs a Fransayê di êrişa li hember Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya suîkast pêk hat de endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) Emîne Kara (Evîn Goyî) Hunermendê Kurd Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin. Piştî vê protestoyên hatin destpêkirin didomin.
 
Hevseroka Konfederasyona Koçberên Bindest ya Ewropa (AvEG-Kon) Serpîl Aslan jî bertek nîşanê komkujiyê da û der barê komkujiyê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Ev komkujiya duyemîne’
 
Serpîlê da zanîn ku ev komkujiyek siyasî ya plankiriye û daxuyaniyên bi naqok û teşîsa li ser kujer her tiştî nîşan dide. Serpîlê wiha dirêjî dayê: “Ji meha çile re demek kurt ma. Ji bo bîranîna Sakîneyan amadekarî dihat kirin. Ji bo bibîranîna Rosa Luxemburg, Lenîn amadekarî dihat kirin. Di salvegera Roboskê de agahiyek wisa me girt. Hêrs û êşa me bû wek çiyan. Ji wezareta karê hundir a Fransayê bitgire heta wezareta dadê û siyasetmedaran daxuyaniyên bi naqok dan. Hewl dan binçavkirina kujer bi lez û bez biqedînin û bêjin ev bûyerek psîkiyatriye. Her tişt nîşan dide ku ev bûyerek plankiriye.”
 
‘Bila hikûmeta Fransayê pirsan bibersivîne’
 
Serpîlê destnîşan kir ku divê Fransa her tiştî lêkolîn bike, pirsan bibersivîne û ev tişt anî ziman: “Ew tax di bin kontrolek mezin de ye. Komeleyek girêdayê konfederasyona ACTÎT ya me li wir heye. Gelê xizan, kedkar li wê taxê rudine. Cihekî ku rêxistin lê hene. Li cihekî wisa ku baş tê şopandin gelo kesek çawa bi kaleşnîkofê dikeve taxê. Em dibêjin, ka dîmen li ku ne? Gelo dîmenên kameraya kolanê wê bikin dosyayê. Divê her tişt bi awayekî zelal radestê dozgeriyê bêkirin.”
 
‘Em van komkujiyan baş dizanin’
 
Serpîlê balkişand ser bertekên dewletên emperyal û got ev bertek tenê ji bo dîtbarî hatine dayîn û wiha anî ziman: “Berdewaniya van dewletan bi Tirkiyeyê hene. Demek nêz de Fransayê daxuyaniyek ‘Di têkoşîna li dijî PKK’ê de em ê bi Tirkiyeyê re têkiliyên nêzî hev pêş bixînin’. Dema mirov li wê daxuyaniyê dinêrin, wateya têkiliya nêz ev e; Ev komkujiya duyem a Parîsê ye. Em van komkujiyan baş nas dikin.”
 
‘Hemû derfetan bi dijminahiya li hember kurdan bikar tînin’
 
Serpîlê, diyar kir ku êrîşên li hember Gelê Kurd li her derê tên meşandin û axaftina wiha domand: “ Li her çar parçeyê Kurdistan û li her derê cîhanê li hember kurdan êriş pêk tên. Tirkiyeya di NATO’yê de cih digire, ji bo şerê wê yê qirêj piştgirî tê dayîn. Ji ber vê li dijî komkujî û êrişên li hember Kurdan kes deng dernaxe. Bombeyên NATO’yê yên li Başurê Kurdistanê tên bikaranîn jî nîşaneya vê ye. Pêvajoya endamtiya Swêdê ya ji bo NATO’yê Tirkiyeyê tehdîda penaberên kurd radest bike li Swêdê dikir. Ji bo piştgiriyê bidin vî şerî qirêj şertên wan hebûn. Derfetên dihatin pêş wan di alî dijminahiya li hember Kurdan bikardianîn.”
 
‘Pêşeroja desthilatdariyê di xetereyê de ye’
 
Serpîlê bi lêv kir ku Gelê Kurd ji ber sedema şerê qirêj yê dewletên emperyal neçar dimînin koç bikin lê li wan welatan jî hedef tên girtin û li her derê Kurdistanê jiyan li Kurdan hatiye tengkirin û wiha dirêjî dayê: “Kurdên koçî welatên din dikin li wir jî dibin hedef. Fransa, Almanya û hemû dewletên emperyal piştgiriyê didin şerê qirêj yê desthilatdariyê. Desthilatdarî ji bo beka xwe her tiştî dike. Ji xwe her tişt jî nîşan dide. Li aliyekî hewl dide HDP’ê bigire li aliyê din jî rojnamegeran digire, çapemeniyê sansur dike ajansan didigre.  AKP bi cînayetên li Ewropayê pêk tîne jî hewl dide hebûna xwe biparêze. Lê pêşeroja desthilatdariyê di xetereyê de ye. Rastiya gelê ku nakeve heye. PKK di lîsteya terorê de ye. Ez vê rexne dikim. PKK hêzeke gelek xurt ya bi salane têdikoşe. Hem li Rojhilata Navîn bi bandore hem jî ji Başûr bigirin heta Rojhilat bûye model. Tevî hemû zext û êrişan Gelê Kurd ji têkoşîna xwe şûnde gavê navêje. Gel teslîm nabin. Tevî Gelê Kurd bedelên giran dide jî dest ji têkoşînê bernadin.”
 
‘Emperyalîst tevgerek azad xetere dibîne’
 
Serpîlê her wiha balkişand ser êrîşa pêk hatiye û got hêzên emperyalîst naxwazin tevgereke azad bibînin û naxwazin tevgereke azad rewa bê dîtin û wiha destnîşan kir: “Em vê baş dibînin. Tevgerek azad ji aliyê emperyalîstan ve wek xetere tê dîtin.Em vê bi qedexe û biryarên wan dibînin. Dewletên emperyalîst naguherin. Piştî komkujiya Parîsê êrişê gelê ku protesto pêk dianîn kirin. Cih biguherin jî pergala dewletên emperyalîts naguherin. Divê em hemû hestên xwe biguherin. Tenê ne tevlibûna çalakiyekê divê em lidijî van cînayetên siyasî bisekiin û divê wijdan rabin sre piyan. Ez vê çarçoveyê de bang li hemû kesê dikim.  Di van rojên têkoşînê de em di çalakî û bernameyan de cihên xwe bigirin.”eyan de cihên xwe bigirin.”