‘Em ê hesab bipirsin’

  • 09:10 30 Kanûn 2022
  • Rojane
STENBOL - Siyasetmedar û parêzvanên mafê mirovan diyar kirin ku qetilkirina 3 siyasetmedarên li Parîsê ne tesadufe û gotin: “Senaryo ji nûve tê avakirin û lîstin. Plan li Enqereyê hat kirin. Lê kurdan serî netewand. Kurdek bimîne jî wê ev doz bidome. Em ê her tim li ser piya bin û berxwe bidin. Em ê her tim hesab bipirsin.”
 
Di 9’ê Çileyê 2013’yan de li Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin. Ji bo bîranîna wan di 23’yê Kanûnê de li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê amadekarî dihat kirin. Lê di êrîşa li hember Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya suîkast pêk hat de endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) Emîne Kara (Evîn Goyî) Hunermendê Kurd Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin. Piştî vê protestoyên hatin destpêkirin didomin.
 
Gel daket kolanan
 
Piştî komkujiyê Gelê Kurd û dostên wan tevî êrişên polisan, daketin kolanan. Ji her derê cîhanê jî bertek hatin nîşandan û bi dehan protesto pêk hatin. Li aliyê din jî kujer Wîllîam M. yê her sê kurd qetil kiribû  di 24’ê kanûnê de  di dermankirina doktor de bi hinceta rewşa wî ya tenduristiyê ne gor binçavkirinê ye razandibûn klînîkek psîkiyatrî. Li bertekan biryara binçavkirina gumanbar ji nûve hat girtin. Piştî vê biryar hat girtin ku gumanbar girtî bê darizandin.
 
Siyasetmedar û parêzvanên maf jî bertek nîşanê komkujiyê dan û ji ajansa me re nirxandin kirin.
 
‘Kurdek bimîne jî wê ev doz bidome’
 
Endama Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên ku Xizmên Xwe Windakirine ya Anadolu (ANYAKAY-DER) Nedret Kalkan der barê mijarê de axivî û got: “Mixabin bo kurdan dîsa rojek reş pêk hat. di 9’ê Çile de Sakîne Cansiz hat qetilkirin. 10 sal derbas bû dîsa komkujiyek hat jiyîn. Hîna Gelê Kurd ev komkujî jibîr nekiriye yek din hat jiyîn. Bi zanebûn kurd û jin tên qetiklirin. Destên qirêj ji ser Kurdan nadin alî. Ev komkujî plankirî bû. Dibêjin ‘kujer dîne tiştekî nizane’. Tiştek wisa tune. Ew ji Enqereyê şandin û plankirî bû. Lê divê ev baş bê zanîn kurd serî natewînin. Kurd wê her tim li ser piya bin. Kurdek jî bimîne wê ev doz bidome. Em ê bersiva van êrişan bidin. Kurd ji mirinê natirsin. Kurdan bi mirinê nikarin biqedînin.”
 
‘Em ê her tim li ser piya bin û berxwe bidin’
 
Nedretê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser berxwedana Gelê Kurd û wiha dawî kir: “Ger em berxwe nedin wê me li malên me qetil bikin. êdî tehemula me jinan nemaye. Hêrsa me her diçe zêde dibe. Divê êdî em tiştekî bikin. Dijminê me li her derê ne. Divê em ji ber vê li malên xwe runenin. Divê em dakevin kolanan. Li Ewropa jî heman qirêjî heye. Kurd hedefin. Tehemula wan tune. Zextan li partiya me siyasetmedarên me ciwan û jinan dikin. Lê em her diçin zêde dibin.Ew xwe dixapînin. Em ê her tim berxwe bidin.”
‘Dewletan dîsa gumanbar parastin’
 
Hevseroka HDP’a Bakirkoy Gonca Yangoz jî diyar kir ku têkoşîna jinan her diçe mezin dibe û wiha dirêjî dayê: “Komkujiya 10 sal berê hat jiyîn îro dîsa hat jiyîn. Senaryo ji nûve hat nivîsin û tê lîstin. Gumanbar tên parastin. Dewlet gumanbaran diparêzin. Heta gumanbar neyên dîtin em ê hesab bipirsin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
10 sal şûnde heman kolan: Ne tesadufe
 
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê Elîf Bulut jî nirxandina xwe wiha kir: “10 sal berê Sakîne Cansiz ew hatin qetiklirin. Lê niha yek din hat jiyîn. Ev ne tesadufe. 10 sal berê hikûmeta Fransayê û rayedarên wê  serê bûyerê girtin. Lê her tişt nîşan dide ku ev ne tesadufe. Rayedarên Fransayê gotin ‘me mudaxale kir’ lê bi mudaxala welatiyan gumanbar hat sekinandin. Ev komkujî tenê bi nîjadperestiyê nayê vegotin. Divê piştperdeya vê bê aşkerakirin. Divê her kes li kolanan bin.”