Hunermendên kurd: Ewropa ji bo kurdan bûye cihekî ne ewle

  • 09:08 29 Kanûn 2022
  • Rojane
 
AMED - Hunermendên kurd bertek nîşanê êrişa li hember Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê pêk hat, dan û diyarkirin ku ji ber rastiyên di komkujiya Parîsê ya 2013’yan derneketin holê ya duyemîn hat kirin.
 
Li paytexta Parîs a Fransayê di 23’yê kanûnê de li hember Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya suîkast pêk hat û endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) Emîne Kara (Evîn Goyî) Hunermendê Kurd Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin. Piştî vê protestoyên hatin destpêkirin didomin. Hunermendên kurd jî bertekên li dijî êrişê anîn ziman.
 
‘Paytexta komkujiyan Parîs’
Lîstikvana Şanoya Bajar a Amedê Berfîn Emektar da zanîn ku ev komkujiya duyemîn di çarçoveya planeke de hatiye kirin û bi vê Gelê Kurd û hunermendên kurd hedef hatine girtin. Berfînê wiha dirêjî dayê: “Parîs wek cihê herî bi ewle ya cîhanê tê venasîn. Bajarê herî romantîk tê venasîn. Lê ji bo me kurdan wateya wê cudaye. Ji bo me êdî paytexta komkujiyane. Êrişa duyem li hember Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya pêk hat. Hedefgirtina navendeke çandê bi tu awayî nayê qebûlkirin. Hunermend li welatên xwe yanî li Tirkiyeyê xwe ewle hîs nakin û ji ber çand û stranên wan tên qedexekirin, ji ber cezayan neçar dimînin derkevin dervê welat.”
 
‘Mîr Perwer yek ji van bû’
 
Berfînê da zanîn ku ev êriş wê pêşî li xebatên çanda kurd negirin û wiha dirêjî dayê: “Kurd wê çanda xwe zimanê xwe, hunera xwe didomînin. Mîr Perwer ji Muşê çû Parîsê. Hunera xwe li wir domand. Hişmendiya hunerê hebe wê bidome. Mîr Perwer yek ji van bû. Divê ev êriş wek êrişek ji rêzê neyê dîtin. Li pişt vê çi heye. Li Parîsê qetilkirina mirovan evqas rehete gelo.”
 
‘Bêdengî hêrsê mezin dike’
 
Derhênera kurd Lîsa Çalan bertek nîşanê komkujiyê da û nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Li dijî komkujiyê dengekî mezin divê hebe. Ez bêdengiyê rexne dikim. Em çapemeniya navneteweyî şermezar dikin. Hêrsa me gelek mezin e. Êriş ne munferîte. Ewropa ji bo kurdan bûye cihekî bêewle. Tenê ji ser çapemeniya civakî avêtina tweetekî têr nake. Ji ser înstagramê postek têr nake. Ev teşeyê şermezarkirinê têr nake. Em hunermend aktîvîst divê li dijî vê rabin. Ev bêdengî hêrsê mezin dike.”
 
‘Çûyîna hunermendan koçberiya bi zorê bû’
 
Lîsayê wiha dawî lê anî: “Salên dawî de êriş zêde bûne. Dewlet û pergal dizane ku xebatên çandî mekanîzmayek çiqas mezine. Em hunermend di hewldana pêşxistina çandî de ne. Hunemendên li welat zext û êriş dîtin jib er neçariyê welat terk kirin. Hunermendên kurd hedef tên girtin. Demek nêz de konserek hat qedexekirin. 23 hevalên me hatin binçavkirin. Di bin zextan de xebat tên meşandin. Tevî her tiştî mekanîzma xurte. Divê aktîvîstên cihanê li vir binêrin. Avêtina tweetekê têr nake. Divê her kes li dijî van êriş û zextan dengê xwe bilind bikin berteka xwe nîşan bidin.”
 
‘Dixwazin ser komkujiyan bigirin’
 
Lîsayê wiha dawî lê anî: “Di 2013’yan de jî komkujiyek din li Parîsê pêk hat. Li Ewropa ne tenê li hember kurdan li hember aliyên din jî êriş hene. Li Parîsê ev ne komkujiya yekeme. Sê hevalên me yên din jî di 2013’yan de li Parîsê hatin qetilkirin. Ev ne tesadufe. Bi awayekî sîstematîk pêk tên û dixwazin ser wan bûyeran bigirin.”