Li Roboskê 34 kesên ku hatin qetilkirin hatin bîranîn

  • 11:57 28 Kanûn 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Di salvegera 11’emîn a Komkujiya Roboskê de 19 jê zarok 34 kesên hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn. Di bîranînê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan axivî û got: "Tevî ku 11 sal di ser re derbas bûne jî lêpirsîneke xurt nehatiye kirin, kiryar nehatine eşkerekirin. Ev yek ji bo Tirkiyekê şermeke mezin e."
 
Balafirên artêşa tirk di 28’ê kanûna 2011’an de ser sînorê gundê Roboskê yê navçeya Qileban a Şirnexê bomberan kirin û 19 jê zarok 34 kes qetil kirin. Qurbaniyên komkujiyê di salvegera 11’emîn de hat bibîranîn. Beriya bîranîna li Goristana Roboskê ku 34 kesên hatin qetilkirin lê hatine definkirin bi sedan leşker sewqî gund hatin kirin. Beriya bîranînê ji Şirnex, Mêrdîn, Amed, Êlih û bajarên derdorê şande hatin gund. Malbat jî wêneyên zarokên xwe yên hatin qetilkirin wergirtin û derbasî ser goristanê bûn. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Tifaqa Ked û Azadiyê, pêkhateyên Tifaqa Kurdistanî û Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan û serokên baroyên herêmê wê tevli bernameya bîranînê bûn. 
 
Ji malbatên Roboskî Zekî Tosun axivî û da zanîn ku Roboskî gundek biçûk e û dewlet edalet neanî û got: "Ji bo pêkanîna aştî û rewşa aramiyê divê li Roboskê edalet pêk bê." Hevserokê HDP'ê ya Stenbolê Ferhat Encu jî behsa bêedaletiya 11 salan kir. Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz, diyar kir ku hewl didin ku qetlîamê veşêrin, ne 11 sal 100 sal derbas bibe jî dê hesabê komkujiyê bipirsin. Serokê TBB'ê Erînç Sagkan jî 100 sal in kurd tên qetilkirin û polîtîkayên bêcezahiştinê jî her tim di dewrê de ye. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, destnîşan kir ku heke kurd welatiyên vî welatî be divê makeqanûn bi edaletî tevbigere. Serokê Baroya Êlihê û di heman demê de parêzerên malbatên Roboskê ye Erkan Şenses jî derbarê dosyayê de axivî. 
 
Endama Lîjneya Berdevkan a Partiya Azadiyê ya Civakê (TOP) Perîhan Koca, daxuyand ku tenê bi helaliyê pirsgirêk nayê çareserkirin û dê hesabê bipirsin. Serokê Giştî ya EMEP'ê Ercument Akdenîz, diyar kir ku li ser navê Tifaqa Azadî û Kedê dê li cem têkoşîna malbatan cih bigirin. Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu, nêzîkatiya hikûmetê ya li hemberî komkujiyê nirxand û got: "Rayedarên siyasî û leşkerî yên wê demê berpirs in." 
 
Di bîranînê de Pervîn axivî û got: "Em careke din sersaxiyê ji malbat û xizmên 34 mirovên xwe yên li Roboskî jiyana xwe ji dest dan, ji gelê xwe re dixwazin. Tevî ku 11 sal di ser re derbas bûne jî lêpirsîneke xurt nehatiye kirin, kiryar nehatine eşkerekirin. Ev yek ji bo Tirkiyekê şermeke mezin e. Di heman demê de birîneke kûr e."
 
Pervîn diyar kir ku yên ferman dane û komkujî kirine aşkere ne û wiha bi lêv kir: "Yekane tişta ku li holê nîne edalet û hiqûq e. Em bi zîhniyeteke welê re rû bi rû ne ku yên divê hesab bidin êrişî yên hesab dipirsin, dikin. Mejiyê ku sîle li Ferhat Encu xist û yê ku li Roboskî bombe li 34 mirovan barand heman mejî ye."
 
Pervîn, diyar kir ku ev doz wê neqede û wiha axivî: "Heta ku kiryar hesabê bidin, heta ku yên ferman dane û berpirsyarên vê komkujiyê hesabê bidin em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Ev birîn birîna me hemûyan e, êş êşa me hemûyan e. Ev birîn heta ku edalet bi cih neyê wê neyê girtin. Em careke din dibêjin ku bi malbatên qurbaniyan re, li pişt vê têkoşîna gelê xwe ne."
 
Piştî axaftinan kulîlk danîn ser goran û dia hatin xwendin.