Fehime Poyraz: Ji gelê Kurd ditirsin

  • 13:39 27 Kanûn 2022
  • Hiqûq
 
ÎZMÎR - Doza Deniz Poyraz bê parêzer didome. Li gel vêya çalakiya rûniştinê ya welatî û parêzeran a ji bo Deniz Poyraz jî didome. Dayika Denizê, Fehime Poyraz di çalakiyê de wiha got:"Kujer revandin, ji gelê Kurd revandin. Ditirsin."
 
Danişîna 7’emîn a doza kujerê Denîz Poyraz, Onûr Gencer ku jê tê darizandin dê li eywana danişînê ya Girtîgeha Alîagaya Îzmîre were lidarxistin. Lê belê şandeya dadgehê biryara xwe ya nehiştina parêzerên bi belgeyên destûrdayînê ya beriya rûniştina 6’emîn ku nekevin hundir dabû didomîne. Li gel vêya çalakiya rûniştinê ya welatî û parêzeran a ji bo Deniz Poyraz jî didome. Dayika Denizê, Fehime Poyraz di çalakiyê de wiha got:"Kujer revandin, ji gelê Kurd revandin. Ditirsin."
 
'Ji siya me ditirsin'
 
Fehimeyê da zanîn ku kujer ji raya giştî hat revandin û wiha got:"Ez ne ji polîsan ne jî ji dewletê ditirsim. Ew ji siya me ditirsin. Em dikarin têkevin girtîgehan jî û ewladê xwe jî di vê rêyê de bikin qurban. Me tenê xwest em biçin dadgehê. Kujer revandin, ji gelê Kurd revandin. Ditirsin. Dewleta tirk piştgiriyê dide vî kujerî. Tu hesab ji wan nepirse wê her tiştî bikin."