Dayika ku du keçên wê hatin qetilkirin: Bila jin dengê min bibîhizin

  • 09:06 27 Kanûn 2022
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Wetha Atar da zanîn ku du keçên ji aliyê mêrên pê re zewicandî ve di demên cuda de hatine qetilkirin û got: “Kesekî min tune ye, kesekî piştgiriyê bidin min tune ye. Kujerê keça min a ewil reviya. Edelet pêk nehat. Lê naxwazim bila kujerê Gulcan ceza bigire. Bila jin dengê min bibîhîzin. Ez bang li rêxistinên jinan dikim.”
 
Li navçeya Yenîşehîr a Amedê li taxa Gurdogan di 3’yê kanûnê de mêrê bi navê Sezer Gezer hewl da hevjîna xwe Gulcan Atar (20) qetil bike. Gulcan bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneya hat razandin 10 roj şûnde jiyana xwe ji dest da. Lê gumanbar hîna nehatiye girtin.
 
‘Keça min qetil kir sûc avêt ser hinekî din’
 
Dayika Gulcanê, Wetha Atar da zanîn ku wê nexwestiye keça xwe bi gumanbar re bizewicîne lê keça wê reviyaye û got: “Ez nizam ku berê tundî li keça min kir an na. Tundî lê hatibe kirin jî qet ji me re negot. Rojekê peyamek tê telefona hevjînê Gulcanê û Gulcan dibîne. Dibîne ku hevjînê wê bi kesek din re diaxive. Keça min bertek nîşan dide û nîqaş dikin. Li ser nîqaşê kujer bi  çekê hewl dide keça min qetil bike. Tevî vê sûc xistin ser hinekên din. Lê keça min li nexweşxaneyê di beşa giran de got Sezer G wisa kiriye. Zaroka 7 mehî ya keça min ma. ”
 
‘Wekî bi kesekî din re têkiliya wê heye nîşan dan’
 
Wethayê bi lêv kir ku Sezer G û malbata wî ji dûr ve xizmên wan e û her kes der barê wê malbatê de baş naaxive û heta gotinên wekî ku fuhuşê didin kirin hebûn. Wethayê wiha dirêjî dayê: “Lê di çapemeniya alîgir de hinek nûçe derketin. Keça min xerab nîşan dan. Gotin têkiliya Gulcanê bi kesekî din re heye. Lê keça min gelek ji hevjînê xwe ji mala xwe hez dikir. Sezer G. bi kesek din re diaxivî. Keça min dît û piştre keça min qetil kir. Çima vê derewê li keça min dikin? Ji ber jin e gelo? Ez ji polîsan re ji qereqolê re dibêjim kujer kengî tê girtin dibêjin wê bigirin. Lê kujer li derve digere. Çima nayê girtin?”
 
‘Ez felc im lê li zarokên keça xwe ya din dinêrim’
 
Wethayê da zanîn ku keça wê Nurcan jî bi salan berê ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve hatiye qetilkirin û ev tişt anî ziman: “Êşa min ne tenê ev e. Êşek min a din jî heye. Min nedixwest Nurcan jî bizewice. Lê wek Gulcanê hez kir û reviya. Sê zarokên wê hebûn. Li hev nedikirin. Her tim nîqaş dikirin. Keça min qetil kir. Kujer reviya Iraqê. Cezayê xwe nekişand. Ez niha tevî felc im li zarokên Nurcanê dinêrim. Neviyekî min nexweş e astengdar e. Neviyê min ê din zewicî. Yê din diçe dibistanê. Mûçeyê min hezar TL ye. Ez nikarim kirê bidim.”
 
'Ez dixwazim jin piştgiriyê bidin min'
 
Wethayê wiha dawî lê anî: “Ez vê êşê dikşînim. Êşa min du qat bû. Min her du keçên xwe jî nedida. Lê reviyan.  Her du jî hatin qetilkirin. Bêyî sedem hatin qetilkirin. Ji ber dizanibûn kesekî wan tune kuştin. Ne hevjînê min heye ne xwişk û birayên min ne jî zarokên min hene. Kesekî piştgiriyê bidin min tune. Ez li mafên keçên xwe digerim. Ez bi taybet dixwazim jin dengê min bibihîzin. Ez dixwzim Sezer G bê girtin. Kezeba min dişewite. Hevjînê min zewicî çû. Derdê min ne pere ye ne tiştekî din e. Bila kujerê keça min bê girtin cezayê xwe bikşîne. Ez dixwazim jin piştgiriyê bidin min.”