Parlementerên HDP’ê li pêşiya meclîsê li dijî tecrîdê çalakî li dar xistin

  • 12:40 26 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlementerên HDP’ê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser  PKK'ê Abdullah Ocalan xwestibûn li pêşiya Wezareta Edaletê nobetê bigirin. Piştî ku ev çalakî hat qedexekirin çalakiya nobetê li pêşiya meclîsê hate kirin. Parlamenteran gotin divê tecrîd bi dawî bibe. 
 
Parlementerên HDP’ê ji bo ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, li pêşiya Wezareta Edaletê dest bi nobetê kiribûn. Çalakiya nobetê di roja 4’an de didome. Parlementerên HDP’ê Tayîp Temel, Abdullah Koç, Kemal Pekoz, Mûazez Orhan, Celadet Gaydali û Gulistan Kiliç Koçyîgît ber bi Wezareta Edaletê ve meşiyan. Parlementer li Deriyê Dîkmenê yê meclîsê ji aliyê polîsan hatin astengkirin.
 
Polîsan diyar kirin ‘ferman’ ji wan re hatine û ew ê ‘destûrê nedin’ ku parlementerên HDP’ê biçin pêşiya Wezareta Edaletê. Polîsan gef li rojnamevanan jî xwar û ew ji qadê dûr xistin.
 
Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Tayyîp Temel diyar kir ji bo ku Abdullah Ocalan karibe bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike wan li pêşiya Wezareta Edaletê dest bi nobetê kirine û got “Îro bêyî ku biryareke nivîskî û zemîneke qanûnî hebe, li Deriyê Dîkmenê pêşiya me hate birîn. Nehiştin ku em biçin Wezareta Edaletê. Ji bo protestokirina vê bêhiqûqtiyê em îro li vir in. Em ê daxuyaniya xwe ya li ser tecrîd û rewşa krîtîk a Îmraliyê îro li Meclîsê bidin. Em vê nobeta xwe bidomînin. Divê her kes bi vî tiştî bizanibe.”