Ayşe Acar Başaran: Tiştê dewlet nake wê têkoşîname ya rêxinkirî bike

  • 09:03 26 Kanûn 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Ayşe Acar Başaran da zanîn ku li dijî îstîsmara zarokan hemû mekanîzmayên dewletê dibin yek û ji vê  re zemînê amade dikin û têkoşîna ku dewlet li dijî îstîsmara jin û zarokan nade, wê rêxistina jinan bide.
 
Di Weqfa Hîranûr a girêdayê Cemaeta Îsmaîlaga zaroka 6 salî hatibû zewicandin û bi salan destdirêjî lê hatibû kirin. Îtirafên Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatî ku gumanbar bê ceza hiştibûn, derxist holê ku mekanîzmayên darazê yên dewletê jin û zarokan naparêze. Li aliyê din jî bûyerên destdirêjî, îstîsmarê yên di nav weqf û cemaetan de serê wan hatin girtin û em bûn şahid ku destnedana wan heye. Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, mijarên îstîsmarê yên di tarîkatan de, teşeyên tundiyên li dijî zarokan û qelsiya têkoşîna dewletê ya li dijî van bûyeran nirxand.
 
Weqfên ji polîtîkayên dewletê xwedî dibin
 
Ayşeyê da zanîn ku nêzîkatiya ku ol esas digire ya desthilatdariyê ji zîhniyeta serdest a mêr cudatir nayê destgirtin û deshilatdarî xwe li ser yek nêrînê ava dike. Ayşeyê wiha dirêjî dayê: “Desthilatdarî baweriyê jî polîtîk digire dest û dike alav. Li gorî desthilatdariyê ya makûl yek tîp e û ev jî tirkbûn, sunnîbûn û tîpolojiya mêr e. Hemû bindestan wek di xizmeta xwe de dibîne. Em îro encamên vê jî dibînin.  Zewicandina zaroka 6 salî wek mijarek munferît nîşan dan. Wekî ku carekê pêk hatiye, li her derê dibe li wir jî dibe nîşan dan. Lê em vê bûyerê munferîn nagirin dest. Ji ber têkiliya wan cihan bi desthilatdariyê re heye.”
 
‘Çapemenî fikrên desthilatdariyê belav dike’
 
Ayşeyê her wiha daxuyand ku ev weqf girêdayê Midûriyeta Giştî ya Weqfan û Wezareta Çandê ye û got: “Tevî vê kontrol nakin û daneyên der barê ku çi karî dimeşînin de tune ye. Desthilatdarî her tim piştgiriyê dide wan. Bi hev re protokolan îmze dikin, bernameyan çêdikin zemînê  ji wan re ava dikin.Me gelek carî got. Desthilatdarî xebatên wan dizanin. Dema mirov li gotinên desthilatdariyê dinêrin nêzîkatî û gotinên wan tên dîtin. Wezareta dadê berê jî behsa daxwaza zarok kiribû û gotibû dibe ku daxwaza zarok hebe. Di bin navê zewaca temenê biçûk de hewl da qanûna îstîsmarê bîne meclîsê. Di televîzyonan de jî newekheviya zayendî ya civakî tê girankirin.”
 
‘Dane aşkera nakin û îstîsmarê vedişêrin’
 
Ayşeyê got beşek bûyerên îstîsmarê rû didin û ev tişt bi lêv kir: “Dema mirov li bûyera Weqfa Hîranûr dinêrin du salan tu kes nehatine girtin. Piştî bertekên rayagiştî girtin pêk hatin. Ev jî nêzîkatiya desthilatdariyê ya li hember jin û zarokan nîşan dide. Gelek daneyên îstîsmarê û tundiya li hember jin zarokan nayên aşkerakirin. Li vî welatî hinek dane nayên aşkerakirin.”
 
Wezareta Dadê mînak tê girtin
 
Ayşeyê diyar kir ku desthilatdarî ji bo polîtîkaya bêcezahiştinê bidomîne van daneyan parve nake û wiha bertek nîşan da: “Wekî ku îsîsmar û tundî tune be tev digerin û hewl didin rewa bikin. Li Tirkiyeyê darazek bêalî tune ye. Qanûn jixwe qels in. Qanûnên heyî jî pêk nayên. Yên heyî jî li gorî desthilatdariyê tev digerin. Wezîrekî Dadê di heman demê de serokê HSK’ê ye.  AKP û MHP’ê li şûna ji bo zarok û jinan çareseriyê pêk tîne polîtîkayan ava bike di hevdîtinên butçeyê de şer esas girt û gelek alî ji derve hiştin. Beşek mezin a butçeyê ji şer re tê veqetandin. Ji bo şer butçe û ji bo zarokan jî karkerî tê rewakirin.”
 
Li dijî mekanîzmayên dewletê bêbawerî
 
Ayşeyê bal kişand ser kêmbûnên navendên şopandina zarokan û got dewlet zarokan naparêze û wiha anî ziman: “Ne tenê li bajaran, divê li navçeyan û heta gundan jî mekanîzmayên ku piştgiriyê didin hebin. Em li navendên şopandina zarokan dinêrin hejmara serlêdanan kêm e lê tenê divê em bajaran nefikirin. Ev bi vê re girêdayî ye, civak li dijî dewletê baweriya wan nema ye. Ji bo jinan jî wisa ye. Jin dema tundiyê dibînin û serî li dewletê didin, xwe di ewlehiyê de hîs  nakin.”
 
‘Em ji têkoşîna rêxistinkirî bawer bikin’
 
Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de nirxandina xwe wiha bi dawî kir: “Tevî tabloyek reş a giran heye jî berxwedanek xurt heye. Me dît ku têkoşîna rêxistinkirî encamê digire. Zaroka 6 salî bi salan destdirêjî lê hat kirin û girtina mêrê gumanbar û bavê wê bi têkoşîna demokratîk pêk hta. Xuyaye ku di têkoşîna bi israr de encam tê girtin.  Ji ber vê jî em nikarin vê pergalê biguherin û hêza me ji bo vê heye. Têkoşîneke rêxistinkirî dikare encamê bide.”