Mitînga Êlihê ya bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' dest pê kir, didome

  • 13:52 25 Kanûn 2022
  • Rojane
 
ÊLIH - Li Êlihê bi dirûşma “Ji şer û xizaniyê re na” li Parka 8’ê Adarê mitîngê dest pê kir û bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi coş û kelecanek mezin berdewam dike.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Parka 8’ê Adarê ya Êlihê mitînga bi dirûşma “Ji şer û xizaniyê re na” li dar dixe. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP’ê Feleknas Ûca, Remziye Tosûn, Necdet Îpekyuz, Mehmet Ruştu Tiryakî, Mûrat Sarisaç, Îmam Taşçier û Huseyîn Kaçmaz, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêxistinên civakî yên sivîl û bi hezaran kes tevlî mitîngê bûn. Li qada mitîngê pankartên “Jin, jiyan, azadî”, “Li dijî faşîzma qirkirina li ser jinan dem dema azadiya jinan e”, “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanê ser bikevin”, “Zext û binçavkirin nikarin me têk bibin” û “Ciwan li hemberî we serî natewînin” û alên HDP’ê hatin daliqandin.
 
Mitîng bi dirûşman didome
 
Mitîng bi dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” û bi tililî û dirûşman, bi coşeke mezin dest pê kir. Di qada mitîngê de wêneyên Rojnameger Nagîhan Akarsel a ku li Silêmaniyê û sê welatiyên kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin, hatin bilindkirin. Ji 4 aliyên qada mitîngê têketin dest pê kirin. Welatî bi nîşaneya azadî û tilîliyan ketin qada mitîngê. Her wiha li gelek taxan gel ber bi mitîngê ve diherike. Her wiha pankartên “Ez Kurd im” û “Me li kolanan bi dest xist, em ê li kolanan  biparêzin” hatin bilindkirin. Piştî gerandina govendê mitîng bi xwendina “Çerxa Şorşê” û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin ve dest pê kir.
 
‘Dirûşma jin jiyan azadî ji hemû gelan re bûye hêvî’
 
Piştre  Hevserokê HDP’ê yê Elihê Huseyin Sarik axaftinek kurtasî kir. Huseyîn, anî ziman ku dirûşma “jin jiyan azadî” bûye hêviya hemû gelan û wiha got: “Li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet li ser şaredariyan tên meşandin û qeyûm tayînê şaredariyên me tên kirin. Lê em ê wan di hilbijartinan de bişînin. Duh Heskîfê û îro jî Çaya Êlihê, dixwazin xwezaya me talan bikin. Em li dijî qirkirina xwezayê ne. Ev ax axa me ye. Ev welat welatê me ye. Roj roja xwişk û biratî, yekîtî û xwedîderketina li HDP’ê ye. Em duh jî li vir bûn, em ê sibehê jî li vir bin.”
 
Piştî axaftinê Koma Rîtmên Azad bi stranên xwe derket ser dikê û demên xweş û kelecan hatin jiyîn. Bername dê bi axaftinên Hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz û Hevserokê HDP’ê yê Giştî Mîthat Sancar ve berdewam bike. Herî dawî hûnermend Kadîr Çat wê derkeve ser dîkê.
 
Mitîng bi govend û tilîliyan didome.