Konferansa Ciwanan: Wê rêxistinbûyina ciwanan tecrîdê bişkîne

  • 13:44 25 Kanûn 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Konferansa Mezin a 3'yemîn a Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bi dirûşma "Bi ciwantiya birêxistinkirî, em ber bi siberoja azad ve dimeşin" tê lidarxistin. Di konferansê de peyama şikandina tecrîdê ya bi rêxistinbûyina ciwanan hat dayin. 
 
Meclîsa Ciwanan a HDP'ê konferansa xwe ya mezin a 3'yemîn pêk anî. Di konferansê de işaret bi girîngiya rêxistiniya ciwanan hate kirin û hate destnîşankirin ku hêza herî mezin a ku tecrîdê bişikîne, ciwan e.
 
Konferansa Mezin a 3'yemîn a Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hate lidarxistin. Berdevka Partiyê ya HDP'ê Ebrû Gunay û Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Dersim Dag li konferansê axivîn.
 
'Ciwan pêşengên gel in'
 
Dersim Dag bal kişand ser girîngiya rêxistiniyê û got, "Ciwan ku pêşengên gel in, me careke din dît ku divê bi vê rola xwe rabin."
 
Dersim wiha dewam kir, "Li her derê êrîş li ser destketiyên Kurdan hene. Li Rojava, dîaspora, Başûr bi temamî li her devera ku Kurd lê ne êrîş têne kirin. Di demeke bi vî rengî de bêguman wê ciwan bi rol û mîsyona xwe rabin, wê pêşengiyê ji têkoşîna azadiyê ya gel re bikin."
 
Dersim diyar kir ku polîtîkayên şer û tunekirinê herî zêde li dijî ciwanên Kurd têne meşandin û got, Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi polîtîkayên şerê taybet şerê herî qirêj ê psîkolojîk ê dîrokê li dijî ciwanên berxwedêr dimeşîne. Ji tîryakê heta bi fûhûşê, asîmîlasyon, dejenerekirin û sîxuriyê polîtîkayên şer û zextê li ciwanan ferz dike. Di rewşeke bi vî rengî de ku şerekî qirêj li ser ciwanan heye, rêxistiniya ciwanan û têkoşîn dibe sebeba herî mezin. Em Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ne komkujiyan qebûl dikin, ne tecrîda li ser Abdullah Ocalan û gel qebûl dikin, ne jî polîtîkayên înkar û şerê taybet dipejirînin. Ji bo tasfiyekirina îradeya gelê kurd îro li Îmraliyê tecrîd heye. Li dijî vê yekê jî berxwedanek heye. Hêzên demokratîk, gel û ciwanên Kurd wê bi berxwedanê bersivê bidin faşîzmê.
 
'Dem dema mezinkirina rêxistinî û têkoşîna me ye'
 
Komkujiya li Parîsê tesadûf nîne. Êrîşek li ser têkoşîn û rêxistiniya Kurdan e, dewama tecrîdê ye. Di demeke bi vî rengî de dem dema mezinkirina rêxistinî û têkoşîna me ye. Em dibêjin ku di vê demê de dema mezinkirina rêxistinî û bilindkirina têkoşîna me ye. Em bi vê dirûşmê konferansa xwe ya ciwanan lidar dixin. Di şexsê 3 şehîdên xwe yên li Parîsê de em vê sozê didin hevalên xwe yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Ciwan wê jiyanekea zad bînin vê xakê. Weke şopdarên yên ku gotin 'me bi ciwantî destpê kirin, em ê bi ciwantî bi ser bixînin', ji bo serketinê em bi bawerî û hêvî ne. Bi vê bawerî û hêviyê em bang li ciwanan hemûyan dikin ku xwe di bin sîwana Meclîsa Ciwanan a HDP'ê de bi rêxistin bikin."
 
'Em ê têbikoşin'
 
Berdevka Partiyê ya HDP'ê Ebrû Gunay jî diyar kir ku konferans di nava şert û mercên gelekî zehmet de tê kirin û got, "Li pêş çavên cîhanê li Parîsê êrîşek hate kirin, 3 Kurd hatin qetilkirin. Em destpêkê yên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Bêguman ev komkujî tesadûf nîne, cînayete. Beriya niha bi 10 salan eger Komkujiya li Parîsê, qetilkirina Sakîne, Fîdan û Leyla hatibû ronîkirin wê îro cînayeteke duyemîn nebûya. Ji bo hêzên li pişt vê komkujiyê hesab bidin em ê têbikoşin.
 
HDP partiyeke jinan e, lê di heman demê de partiya herî mezin  ciwanan e. Partiyeke ku li ser şop û mîrateya wan kesan dimeşe ku digotin 'me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin'. Her hevalên me yên li nava HDP'ê hatine birêxistinkirin şopdarên Denîz, Mahîr, Îbo, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Hayrî Dûrmûşan e. Desthilatdariya AKP'ê li her derê dijminatiyê li civakê, li Kurdan û jinan dike. Ev yek bandora herî giran jî li ciwanan dike. Li her derê, li her taxê, febrîqe, dibistanê li dijî ciwanan polîtîkayên şerê qirêj têne meşandin. Ciwan li hemberî van êrîşan li ber xwe didin, xwe bi rêxistin dikin. Dem ew dem e ku xwedî li mîrateya berxwedanê derkevin û pêşengiyê ji civakê re bikin. Dem dema têkoşîna li dijî tecrîdkirina Birêz Ocalan e ku digot 'me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin'. Hêza herî mezin a ku tecrîdê bişikîne û ciwantiay azad ava bike, hûn ciwan in ku li hev kom bûne."
 
Ebrû Gunay di dawiya axaftina xwe de ciwanên ku li dijî faşîzmê têdikoşin silav kir.
 
Konferansê ji çapemeniyê girtî dewam kir.