Jinên ciwan: Em ê bi berxwedanê bibin bersiva êrîşan

  • 09:04 25 Kanûn 2022
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED - Jinên ciwan ên ku tevli Konferansa Ciwanên HDP’ê bûn gotin, “Weke jinên ciwan em ê rêxistinbûna xwe berfireh bikin û tecrîd û faşîzmê  têk bibin, Em ê bi berxwedanê bibin bersiva êrîşan."
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşmeya "Bi Ciwanên Rêxistinkirî, Ber Bi Pêşerojek Azad ve" konferansa xwe ya 3'emîn li Amedê li dar xistin. Jinên ciwan ên ji geek bajarên bakurê Kurdistnê hatin Konferansê Tecrîda girankirî a li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û polîtîkayên êrişên taybet yên li ser Kurdistanê tên meşandin ji ajansa me re nixandin.  
 
‘Em bi rêxistinbûyînê xwedî li nasnameya xwe derbikevin’
 
Medya Kaya got îro em li konferansê ne û yek ji xalên herî girîng ku me eleqeder dike êrişên politikayên taybet in û tên axaftin. Medya got: “Ev êriş bê guman bi taybetî li ser ciwanên kurd têm birêvebirin lê bandora xwe li ser ciwanên tirkiyê jî dike. Weke me diyar kir êrişên taybet li ser jinên ciwan pêk tên, yek ji qadên van êrişan jî zanîngeh in. Di bin navê hestiyariyê de ev êriş têne meşandin û hestên jinan tên bişaftin. Ev jî bi deste polîsan pêk tên. Em rastî tên ku ev kes li ber deriye zanîngehan disekinin û di bin navê têkiliyên hestiyarî de hevalên me dixapînin. Ev êriş di kesayeta jinê de li dijî nasnameya zayendî ya jinê, li hemberî nasnameya kurdîtiyê ne. Li hemberî van yekan jî bêdeniya ciwanan dixwazin. Îro dema em ketine hindir de ji rûpelek A4 ku notên dibistanê têde bûn jî ditirsiyan. Divê em bigihêjin wateya vê hêza ku ji me ewqas ditirsin. Divê em hertim li qadan bin. Xwedî li nasnameya xwe û xwedî li zimanê xwe derbikevin. Bi vê re jî pêwîste em hev rêxistin bikin.”
 
‘Jina bi hêz tê wateya civaka bihêz’
 
Şeyma Samancî jî diyar kir ku polîtîkayên taybet li ser kesayeta jinê tên birêvebirin û got: “Ev êriş em dikarin bêjin bitaybetî li ser jinê tên meşandinê. Ji ber ger jin bikeve wê civak jî bikeve. Çawa ku jina pêşketî tê wateya civaka pêşketî bêguman jina ketî jî civakek ketî bi xwe re diafirîne. Ev hemû jî bi deste dewletê tên kirin. Ev bi riya fihuş, tecavûz, tiryakiyê û rêbazên wekî din tên kirin. Bi taybetî bi destê dewletê û zilamên di karê fermî yên dewletê de dixebitin  tên meşandinê. Li herêmên Kurdsitanê polîsên ku bikaribin bala jinan bikşînin têne bicihkirin. Ev kes jî bi riya têkiliya hestiyarî hewil didin jinan bixin xefika polîtîkayên xwe yên qirêj. Mînakên wan jî İpek Er, Gulîsan Doku û gelek ciwanên weke wanin. Di serî de li hemberî vê divê ciwan xwedî agahî bin. Li gel agahîbûnê divê derdora xwe jî agahdar bikin û bi rêxsitin bikin. Divê em hemû jî hestiyar nêzî bûyerê bibin. Lîstokên qirêj têne lîstin û divê li hemberî wê em şiyar bin.”
 
‘Ciwan wê ji bo pêvajoyê bibin bersiv’
 
Delal Fahrîoglu jî diyar kir ku îqtidarek ji hêza ciwanan ditirse li pêşberî wane û got: “Dewlet ciwan û potansiyala wan ji xwe re weke dijminek dibîne. Raste, bi taybetî ev dijminatî li hemberî ciwanên kurd tê meşandin lê belê li Tirkiyê bi giştî jî li hemberî ciwanan êrişek heye. Dixwazin jina kurd û hemû ciwanan bikin koleyê polîtîkayên xwe. Ev polîtîka hemû jî li ser ciwanan tên meşandin û her ku diçe zêde dibin. Li kurderê ciwanek lêpirsîn dike û têdikoşe dikevin hewildanên ku wan bikin sîxur, yan jî bi zext û çavtirsandinan dixwazin bixin xefika xwe. Jinên ciwan dikevin xefika çawişên pispor û dema fêm dikin dixwazin jê dûrbikevin rastî gefên mezin yên wan tên. Ciwan niha di bin banê DOM'ê de xwe rêxistin dikin. Herwiha ciwan pêwîste tucarî netirsin û xwedî hişmendiyek ya lêpirsînker û xwenukirinê bin. Ya ku îro tê xwestin were tunekirin jî ev nasnameya ciwanan e. Ciwan dikarin bi xwe re civakê jî pêş bixin. Ji ber wê sedemê jî em bawerin ku wê ciwan di vê pêvajoyê de ji polîtîkayên taybet re bibin bersiv.”
 
‘Wê sedala 21’emîn bibe sedsala jinê’
 
Leyla Ozmen jî got ku polîtîkayên qirkirinê yên hişmendiya mêrê desthilatdar ku 5 hezar salin li ser jinê berdewam dike îro jî bi êrişên tayber re berdewam dike. Leya wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em îro herî zêde li zanîngehan dibin şahide van êrişan. Ji bo têkbirina hêza ciwanan polîtîkayek taybet li her qadê didin meşandin. Em dizanin wê sedala 21’emîn bibe sedsala jinê û ev ji wê bê guman bi rêxistin ûtêkoşîna jinê pêk bê. Dijmin jî vê baş dizane. Bi taybetî qetilkirina Nagîhan Akarsel, Denîz Poyraz, jina Kurd Jîna Amînî jî vê yekê eşkere dike. Em jinên ciwan em ê rêxistinkirina têkoşîna xwe re tecrîdê û faşîzmê hilweşînin. Em ê bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ serkeftinê bidestbixin.”