'Rojnamegerên jin bêdeng neman'

  • 09:03 25 Kanûn 2022
  • Rojane
 
Gulîstan Dursun
 
STENBOL -  Di sala 2022’yan de li hember rojnamegerên jin bipêkirinên mafan bê navber berdewam kirin. Li seranserê cîhanê 12 rojnamegerên jin hatin qetilkirin û 42 rojnameger jî hatin girtin. Tirkiye jî di nav welatan de di binpêkirina mafan de di rêza yekem de cih girt.
 
Li seranserê cîhanê û Tirkiyeyê geşedanên girîng di 2022’yan de hatin jiyîn. Şer, zext, binpêkirinan hev şopandin û di 2022’yan de zextên li ser Çapemeniya Azad a Kurd jî berdewam kirin. Bi girtin, îşkence û zextan desthilatdariyê hewl da Çapemeniya Azad a Kurd bêdeng bike. Di 2022’yan de bi giştî 13 rojnamegerên jin hatin girtin.
 
Rojnamegerên jin û sala 2022’yan...
 
Di vê beşa xwe de em ê binpêkirinên mafan yên di raporên Kaoalîsyona di Rojnemgeriyê de Jin (CFWIJ) û Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) derxin pêş. Her wiha Endama MKGP’ê Nezahat Dogan û Midûra Operasyona CFWIF Damla Tarhan Durmuş jî der barê tiştên ku rojnamegerên jin jiyane de nirxadin kirin.
 
MKGP, di 3’yê gulan a 2017’an de damezrandina xwe deklere kir û jinên rojnameger yên di pêvajoya OHAL’ê de ji kar hatin derxistin, zext lê hatin kirin anîn cem hev. MKGP 5 sal in xebatan dimeşîne û ji bo rojnamegerên jin di serî de atolyeyan pêk tîne û her wiha der barê zext û binpêkirina mafan de jî raporan diweşîne, dozên rojnamegerên jin yên girtî û tên darizandin dişopîne. Ligel vê gelek xebatên din dimeşînin.
 
Daneyên MKGP’ê yê Kurdistan û Tirkiyeyê
 
Li gorî rapora MKGP’ê ya navbera meha çile-cotmehê di 2022’yan de li hember rojnamegerên jin herî kêm 283 binpêkirinên maf hatine jiyîn. Li dijî mafê jiyan û ewlehiyê jî 192 binpêkirin, di azadiya fikr û ramanê de 72, di cezakirinê de jî hejmar 19 derket holê. Di van 9 mehan de bi giştî li rojnamegeran 41 sal û 34 meh û 86 roj ceza hat birîn. Ji bo 5 rojnamegeran 220 hezar û 250 TL cezayê pere, ji bo rojnamegerekê ji ber derket destura welidînî biryara ji kar derxistinê hat dayîn. Di van 9 mehan de ji 44 rojnamegerên jin yên hatin binçavkirin 12 heb hatin girtin. Niha 17 jin girtîne. Bi girtina Sîbel Tekîn ev hejmar derket 18’an.
 
CFWIJ: Bûyerên tundiyê herî zêde li Tirkiyeyê hatin jiyîn
 
Koalîsyona Di Rojnamegeriyê de Jin (CFWIJ) li seranserê cîhanê piştgiriyê dide jinan, LGBTQ û rojnamegeran. Meh bi meh raporan diweşîne û binpêkirinên mafan yên li ser rojnamegerên jin yên sreanserê cîhanê aşkera dike. Li gorî daneyên Koalîsyonê yên ji 1’ê çile heta 14’ê kanûnê, li cîhanê herî kêm 389 bûyerên tundiyê li hember jinan, rojnameger û LGBTÎ’yan hatine jiyîn û Tirkiye di rêza yekem de, Rusya rêza duyem û Îran jî ya sêyem de cih digire.
 
12 rojnamegerên jin hatin qetilkirin
 
Li gorî daneyên koalîsyonê li seranserê cîhanê 12 rojnamegerên jin ji ber faliyetên rojnamegeriyê hatin qetikirin. Li cîhanê bi giştî 41 rojnamegerên jin hatin girtin û bi van hejmaran re hejmara rojnamegerên girtî bû 104. Di mijara girtinê de di rêza yekem de Îran bi girtina 37 rojnamegeran, Tirkiye bi 17 girtinan di rêza duyem de û Çîn jî bi 16 hebî di rêza sêyem de cih digire. Li cîhanê di salê de 75 rojnamegerên jin hatin binçavkirin welatê herî zêde lê hatin binçavkirin Rûs bû. Îsal bi giştî 47 bûyerên tundiyê hatin tespîtkirin û ji van ji sedî 30 li Kanadayê pêk hatine.
 
Di binçavkirinan de ji sedî 27 zêdebûn
 
Dîsa li gorî daneyên koalîsyonê li seranserê cîhanê 80 rojnamegerên jin hatine darizandin, Tirkiye bi 50 dozî di rêza yekem de cih girt. Li Tirkiyeyê ji meha çile heta niha polîsan herî kêm li 75 jin, LGBT û rojnamegerî tundî kir. Ji van 30 hebî di binçavan de tundî dîtin. Rêjeya binçavkirina rojnamegerên jin li Tirkiyeyê ji sedî 27 zêde bû.
 
Ewlehiya canê rojnamegerên jin tune
 
Di 2022’yan de binpêkirin, tundî, îşkence, girtin û binçavkirinan rekor şikandin û jin ji ber faliyetê pîşeyî hatin qetiklirin. Li gorî van daneyan tê dîtin ku ewlehiya canê rojnamegerên jin tune.
 
Li aliyê din di 2022’yan de li Tirkiye û cîhanê bûyerên tundiya li hember rojnamegerên jin yên derketin pêş wiha ne:
 
* Di 20’ê sibata 2022’yan de şerê Rusya-Ukraynayê rû da û gelek kesî jiyana xwe ji dest dan. Bêguman yên di şer de herî zêde zor û zext dîtin rojnameger bû. Di ser de 3 rojnamegerên jin hatin qetilkirin û li gelekan êriş hat kirin. Li Rûsyayê destdirêjî, binçavkirin, revandin hatin jiyîn.
 
* Li Îranê piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî, bi pêşengiya jinan çalakî hatin destpêkirin û pêl bi pêl li bajarên Îranê belav bû. Di van sê mehan de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji wê pêvajoyê heta niha herî kêm 27 rojnamegerên jin ji ber nûçeyên çêkirin û şopandina çalakiyan hatin girtin.
 
* Piştî Talîban di 1’ê gulana 2021’ê de Afganîstan bidestxist, dema tarî dîsa dest pê kir. Di hawira şer de yên ewil hedef hatin girtin jin û û rojnamegerên jin bûn. Îsal du rojnamegerên jin hatin dersînorkirin. Her wiha li Afganîstanê rojnameger zextên mezin dibînin.
 
* Li Tirkiyeya ku hawira şer heye, bêguman bandorek mezin li ser rojnamegerên kurd dibe. Îsal bi ser ajansandan de hat girtin bi ser şîrketan de hat girtin, alavên rojnamegeran desteserkirin.  Bi taybet rojnamegerên jin zextên mezin dîtin, bi ser malên wan de hatin girtin, heqeret, dijûn û îşkence li wan hat kirin.
 
* Li Wanê di 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de piştî mîtînga pêk hat rojnameger lêdan xwarin û bi mirinê hatin tehdîdkirin. Polîsê sivîl berê çekê da, nûçegîhana Ajansa Mezopotamya (MA) Berîvan Kutlu û nûçegîhana me Zelal Tunç û Elfazî Toral û tehdîda ‘Ez ê te bikujin wê kes te nebîne’ kir.
 
* Li Tirkiyeyê 2022’yan de 44 rojnameger hatin binçavkirin û ji van 13 jin hatin girtin. Ji van du kes heman salê de hatin tahliyekirin û 11 kes hîna girtîne. Navên rojnamegerên hatine girtin wiha ne: Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Nûçegîhana MA Berîvan Altan, Nûçegîhana MA Ceylan Şahînlî, Nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren, xebatkara Rojnameya Azadiya Welat Dîlan Oynaş, Midûra Karê Nivîsan a ajansa MA  Dîren Yurtsever, Berpirsa Karê Nivîsan a Kovara Yuruyuş Elîf Ersoy, Pêşkêşvana Bernamê Elîf Ungur, Nûçegîhana JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger, Midûra Karê Nivîsan û Xwediyê Rojnameya Atilim Hatîce Duman, pêşkêşvana Bernamê Neşe Toprak, Xebatkra TRT’ê Ozden Kinik, Rojnameger Ozlem Seyhan,  Rojnameger Remziye Temel, xebatkara Azadiya Welat Sîbel Mustafaoglu, Nûçegîhana Rojnameya Sabahê Tulay Canpolat û Rojnameger Sîbel Tekîn.”
 
'Êrişê pîşeyê tê kirin'
 
Derbarê bipêkirina mafên rojnamegeran de Endama MKGP’ê Nezahat Dogan axivî û da zanîn ku  ji bo agahdarkirina civakê û tiştên tên jiyîn bi awayekî rast ragîhandin pîşeya rojnamegeriyê gelek girîng e û ji ber vê bi salan e êriş li vê pîşeyê tê kirin. Nezahatê wiha bi lêv kir: “di 2022’yan de gelek binpêkirin hatin jiyîn. 18 rojnamegerên jin bi hinceta faliyetên pîşeya rojnamegeriyê hatin girtin. Tundiya mêr û polîtîkayên bêcezahiştinê binpêkirinên mafan yên cidî diafirînin. Em rojnameger tevî van polîtîkayên zext, tundî û çewisandinê hewl didin pîşeya xwe bi awayekî herî baş bimeşînin.”
 
‘Em ê rastiyan bidin nîşandan’
 
Nezahatê, da zanîn ku ji bo rastî bên ragîhandin têkoşîn didome û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em dibêjin Çapemeniya Azad nikare bê bêdengkirin. Lê tenê bi gotina me nabe. Divê civak jî bêje mafê me yê girtina nûçeyan nikare bê astengkirin. Divê em dengê xwe têkoşîna xwe bikin yek. Pîşeya me rojnamegeriye. Ne dikarin me bêdeng bikin ne dikarin kamera û wênekêşên me bigirin. Bila vê jibîr nekin em ê her tim rastiyan ragihînin.”
 
‘Em bêdeng namînin’
 
Nezahatê balkişand ser sala 2022’yan û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Ji ber nêzîkatiya hilbijartinan tundî û zext zêde dibin. Hedefa mezin rojnameger in. Ji ber vê yekitî gelek girîng e. Tevî hemû bedelan em ê têbikoşin û hevparbûn gelek girîng e. Karê me ne hêsane. Em zor û zehmetiya vî karî dizanin û wiha tevdigerin. Em hewl didin heqîqetê nîşan bidin. Em di şopa wê heqîqetê de ne. Ji berê de mîsyona me ev e. Pênûsa Musa Anter û Gurbetellî Ersoz wê li erdê nekeve. Em ê rojnamegeriya xwe bidomînin.”
 
‘Tirkiye rêza xwe nade kesî’
 
Midûra Operasyona CFWIJ Damla Tarhan Durmuş jî got sala 2022’yan di alî azadiya çapemeniyê de salek krîtîk bûye û wiha bi lêv kir: “Rojnamegeran ewlehiya xwe dan plana dawî û pîşeya xwe kirin. Ji pêvajoya şerê Rusya-Ukraynayê heta niha 12 rojnamegerên jin ji ber pîşeya xwe hatin qetikirin. Gelek binpêkirinên mafan hatin jiyîn. Li Îranê protesto didomin. Em dikarin bêjin şoreş pêk bê. Lê em li Tirkiyeyê dinêrin tablo gelek xetere. Tirkiyeyê ev sê sale rêza xwe ya yekembûnê neda kesî. Tirkiye bû welatê duyemîn ku herî zêde binpêkirinên li ser rojnamegeran tê jiyînê ye. Di şevekê de 7 jê jin 11 rojnamegerên kurd hatin binçavkirin. Cureyên tundiya li hember rojnamegeran hev bi bandor kirin.”
 
‘Rojnamegerî ne sûc e’
 
Damlayê, diyar kir ku xebatên me wê bidomin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştgiriya me ji bo hemû rojnamegerên cîhanê û Tirkiyeyê wê bidomin. Yekane armanca me ev bêdadî biguhere. Em dixwazin rojnamegerên jin di hawirek bi ewle de bijîn. Em ji jiyana rojnamegeran bi fikarin. Em naxwazin fikaran bijîn. Li Tirkiyeyê hemû rojnameger dor lê tên vekirin. Gelek rojnameger du doz sê doz lê hatine vekirin. Lê em dibêjin ku rojnamegerî ne sûce, em ê xebatên xwe her tim bimeşînin.”
 
Hûn dikarin ji vir xwe bigihînin raporan: