Li Parîsê bi deh hezaran kes qetlîamê protesto dikin

  • 13:52 24 Kanûn 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo protestokirina qetlîama Parîsê gel li pêşiya Navenda Çanda Kurd kom bûn û dest bi meşê kirin.
 
Duh li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li paytexta Fransayê Parîsê êrişek çekdarî pêk hat. Di êrişê de ji pêşengên tevgera jinên kurd Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin û 3 welatî jî birîndar bûn. 
 
Bi deh hezaran kurd û dostên xwe bi armanca protestokirina qetlîamê û bîranîna her sê qurbaniyan meş li dar dixin. Meşê ji ber Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya dest pê kir û bi deh hezaran kes dirûşmên wek “Biji Serok Apo", “Jin jiyan azadî”, "Şehîd namirin”, "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” berz dikin. Meş heta Meydana République dê bidome. Kurd û dostên xwe hêrsa xwe tînin ziman û dixwazin qetlîam bê ronîkirin.