Siyasetmedarên jin ên Mêrdînê: Daraz kujerê Pakîstanê diparêze

  • 09:50 23 Kanûn 2022
  • Rojane
Rojda Aydin
 
MÊRDÎN - Siyasetmedarên jin ên tevlî danişîna doza Pakîstan Demîr bûn, bal kişandin ser qirkirina jinê û gotin: “Ji ber polîtîkayên hikûmetê û qanûnên darazê komkujiya jinê zêde dibe. Kujerên jinan tên parastin. Daraz jî hevkarê vê komkujiyê dike.”
 
Polîtîkayên îqtîdarê û bêcezahiştina darazê dibe sedema qirkirina jinê. Kuştina jinê di nava civakê de tê meşrûkirin. Siyasetmedarên jin tevlî danişîna doza  Pakîstan Demîr a ku hatî qetilkirin bûn. Derbarê mijarê de siyasetmedarên jin ji ajansa me re axivî. 
 
‘Kujerê Pakîstan tê parastin’
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Kerboranê Yuksel Oguz, anî ziman ku di salên dawî de komkujiya jinê her ku diçe zêde dibe û gihiştiya asta qirkirinê. Yuksel, bi lêv kir ku ji jinên ku hatin qetilkirin yek jî Pakîstan Demîr e ku duh yekemîn danişîna doza wê hatiye dîtin û wiha got: “Di danişîna Pakîstanê de malbata wê îfadeya ku dan de diyare ku kujer çawa bi plankirî Pakîstanê qetilkiriye. Lê di heman demê de kujer tevlî dozê nebû. Pakîstan beriya ku bêqetilkirin bi tundiyek sîstematîk re rû bi rû maye û çûye li stargehê maye. Ligel van hemûyan jî dadgeh dixwaze kujer biparêze. Di dadgehê de jî bêhiqûqî tê jiyîn ku beriya doz bê dîtin hat xwestin ku rapora wî ya ku derûniya wî başe an na hat xwestin. Doz bi bêhiqîqiyekî dest pê kir. Ji ber vê yekê ev tişt nayê qebûlkirin. Dixwazin kujer mafdar derbixin. Ji ber vê yekê bi vê nêzîkatiyê dixwazin kujer biparêzin. Bi hincetên cuda dixwazin kujer mafdar derbixin. Qetilkirina jinê meşrû dikin û em vê tiştê qebûl nakin. Lewra jî em dixwazin daraz û edalet bê alî pêk were. Em dixwazin bi edaletekî baş mafê jinê bê parastin. Lewra jî divê kujer cezayê herî giran bigirin.”
 
‘Vê hovîtiyê ne dozger û ne jî dadgeh dibîne’
 
Yuksel, destîşan kir ku heta îro gelek jin hatin qetilkirin lê kiryarên jinan nehatine darizandin û wiha domand: “Kiryar îro cesaretê ji darazê û îktîdarê digirin. Ger ku ew hiqûq û zagonên xwe pêk bianîna dê îro eew nekarîbûna jinan qetil bikin. Jin tên qetilkirin, lê kujerên wan tên parastin. Îktîdar cesaretê dide mêran. Ew jî zanin ku dê daraz cezayê giran nede wan. Ji ber vê bêcezabûnê kuştina jinê zêde dibe. Pakîstan bi hovîtiyê hat qetilkirin. Lê vê hovîtiyê ne ne dozger û ne jî dadgeh dibînin. Ji ber vê jî di dadgehan de jî bêhiqûqî tê jiyîn. Hertişt li ber çavane lê dadgeh vê nabîne. Piştî ku Peymana Stenbolê hat betalkirin şûnde qetilkirina jinê zêdetir bû. Bi betalkirina vê peymanê re mêran ji vê jî hêzê girt. Divê jin xwe birêxistin bike û yekîtiya xwe ava bike. Ger ku em jin hêza xwe bikin yek em ê bikaribin pêşiya vê komkujiyê bigirin. Beriya her tiştî yekitî pêwîste.”
 
‘Îktîdar qetilkirina jinê meşrû dike’
 
Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Bêrîvan Bahçecî jî destnîşan kir ku wan di doza Pakîstanê de dîtine ku dadgeh çawa wek bûyerek rêzê nêzê vê bûyerê dibe û wiha pê de çû: “Îdîanameya ya doza Pakîstan ku hatiye amadekirin em dibînin ku ji rêzê hatiye amadekirin. Ji ber ku kiryar bi plankirî û bi hêstên hovîtiyê Pakîstanê qetilkiriye. Lê belê dozgeriyê vê tiştê nedîtiye. Ev bûyera Pakîstan gelek me êşand. Ji ber vê yekê jî ji bo Pakîstan edalet pêk bê çi ji destên me bê em ê bikin. Polîtîkayên dewletê yên li dijî jinê ku tê meşandin em di qetilkirina jinê de bi awayek zelaltir vê yekê dibînin."
 
'Têkoşîna me dê bidome'
 
Bêrîvan, destnîşan kir ku tu carî nêzîkatî û polîtîkayên îktîdarê qebûl nakin û wiha dirêjî da axaftina xwe : "Li dijî vê yekê têkoşîna me hîn berdewam dike. Li dijî jinên ku tên qetilkirin em ê li qadan bin. Ew ê nikaribin me binpêbikin û em ê bi ser bikevin. Hovîtiya ku li dijî jinê tê kirin em ê tim derbixin holê. Şerekî taybet li ser Kurdistanê û jinên kurd tên meşandin. Li dijî vê yekê sekna me hertim diyar e. Şûna ku cezayê giran li kiryara bê dayîn û pêşiya van kuştinan bigirin, lê berovajê wê ceza nadin kiryaran û pêşiya kuştina jinê vedikin. Dadgehên hikûmetê tu carî pêywira xwe bi cih naynin û bêhiqûqiyê dikin. Li dijî van hemû tiştan têkoşîna me tim bidome. Bi nêzîkatî, makeqanûn û gotinên xwe kuştina jinê meşrû dikin. Ev yek jî pêşiya bûyeran vedike û mêr ji vê hêzê digirin. Heta ku dadgeh qanûnên xwe bi cih neynin û heta dawî van polîtîqayên bêcezabûnê neyne dê ev bûyer tim bidomin. Îktîdar qanûn û destkeftiyên jinan radikin û bêhiqûqiyê pêk tîne. Peymana Stenbolê jî mînaka vê yekê ye ku ji aliyê rejîma yek mêrî ve hat betalkirin. Dewleta tirk jinan naparêze. Mêrên ku bi awayek hovane jinan dikujin îktîdar bi nêzîkatiya xwe wan diparêze.”
 
‘Berxwedana ‘Jin, jiyan, azadî’ mezin dibe’
 
Bêrîvan, da xuyakirin ku li dijî pêşî girtina qetilkirina jinê rol û mîsyona jinê gelek girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê hemû jinên cîhanê destên xwe bidin hevdû û li dijî vê hovîtiyê dengê xwe bilind bikin. Em rêxistin bûyîn, piştgirî û nêzîkatiya xwe xûrttir bikin. Em qêrîna xwe li hemû qadan bilind bikin. Em bi berxwedanê dikarin bi ser bikevin. Em dibînin ku jin li Îranê li dijî rejîmê raperîna ku dane destpêkirin 4 mehên wê qediya. Berxwedana ‘jin, jiyan, azadî’ li wir mezin dibe. Em berxwedanê mezin ku dadgeh jî gav paşve bavêjin.”
 
‘Şûna ku kujer bê darizandin, malbat tê darizandin’
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Eylem Amak jî destnîşan kir ku li Kurdistan û Tirkiyeyê di nava salekê de qetilkirina jinê gelek zêde bûye û wiha bi lêv kir: “Êrişên taybet û qetilkirina jinê bi taybetî li herêma Kurdistanê gelek zêde bûye. Pakîstan Demîr jî mînaka vê yekê ye ku bi awayek hovîtî hat qetilkirin. Em duh tevlî danişîna doza Pakîstan bûn. Kujerê Pakîstanê bi hincetan tevlî dozê nebû. Şûna ku kiyar bê darizandin endamên malbata Pakîstan tên darizandin. Malbata Pakîstan û jinan li dijî qetilkirina wê meşiyabûn. Lê du sê roj mabû ji danişînê re ji dayîk, bira û xwîşkên Pakîstanê û ji jinan re lêpirsîn hat destpêkirin. Bi van lêpirsîn û zextan dixwazin ji me gav paşve bidin avêtin. Lê em ê tu carî gav paşve nevêjin. Em ê piştgiriyek mezin têkoşîna xwe mezin bikin. Ji ber polîtîqayên bêcezabûnê yên dewletê îro qetilkirina jinê zêde bûye. Bi van polîtîqayên bêcezabûnê kiryaran xelat dikin. Dema ku kujer jinekî dikuje dibêje 'Dewlet dê du an jî sê salan me bigire û berde’. Ji ber vê hişmendiyê mêrên din hêzê digirin. Berpirsyarê vê yekê mêrên serdest û dewlet bi xwe ye. Lê em ê tu carî ji têkoşîna xwe gav paşve nevêjin.”
 
‘Daraz jî hevkarê vê hovîtiyê ye’
 
Eylem, di dawiya axaftina xwe de got daraz bi awayek zelal û edilane nêzî dozan nabe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Daraz bi nêzîkatiya xwe hêzê dide kujeran. Heta ku kujer hêzê bigirin dê qetilkirina jinê jî dê zêdetir be. Daraz jî hevkarê vê hovîtiyê ye. Divê sazî û rêxistinên jinên bi çar aliyan ve vê têkoşînê mezin bikin. Îro Pakîstan hat qetilkirin, sibê dibe ku em bin. Beriya vê divê em pêşiya vê qirkirinê bigirin.”