Li dijî DBP'ê operasyona qirkirina siyasi

  • 08:40 23 Kanûn 2022
  • Rojane
AMED - Di serî de li Amedê polîsan li gelek bajaran bi ser avahiyên DBP'ê û malên rêveberên wê de girtin. 
 
Li Amedê vê serê sibehê polîsan bi ser avahiya Navenda Giştî û Buroya Şewrê ya DBP'ê de girtin. Li avahiyê lêgerîn berdewam dike. Hat zanîn ku polîsan li Riha, Şirnex, Dîlok û Stenbolê jî bi ser malên rêveberên DBP'ê de girtin. 
 
Hat diyarkirin ku siyasetmedarên li bajarên din ji hatin binçavkirin dê bînin Amedê.
 
Amed
 
Di çarçoveya Operesyona ji aliyê serdozgerîya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin li gelek bajaran bi ser navendên Partiya Herêmên Demokratîk de hatin girtin û hevserokên wan jî hatin binçavkirin. 
 
Di çarçoveya Operesyona ji aliyê serdozgerîya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin  li gelek bajaran bi ser navendên Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) de hate girtin. Di heman demê de polîsan bi ser avahiyên hevserokên DBP'ê de jî girtin û gelek kes binçavkirin. 
 
Li gel ku sedemê operesyonên nehate zanîn li gelek bajarên herêmê yên weke Amed, Mêrdîn, Riha, Dîlok, Êlih û Şirnex ê di saetên serê sibehê di 06.30'an de, hemwext bi ser avahiyên DBP'ê û hevserokên rêxistina bajêr a DBP'ê ve hatiye girtin. Li gelek bajaran lêgerînên di avahiyên DBP'ê de berdewam in. 
 
Hevserokên hatine binçavkirin; Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, Hevserokên DBP'ê yên Êlihê Rûken Unat Gonul, Burhan Eglentî, hevserokên Mêrdînê Şerafettîn Aslan, Sureya Dundar, Hevserokên Rihayê Rabia Arslan, Hidayet Enmek, hevserokên Agirîyê Melîk Uzmuş, hevserokên Şirnexê Zekî îrmez hatine binçavkirin. Polîsan bi ser avahiyên hevserokên DBP'ê yê Amedê Seval Gulmez û Hayrettîn Altun de girtine û lêgerîna di avahiyên wan de berdewam dikin.
 
Bi operesyonên re li ber deriyê avahiya DBP'ê gelek HDP yî û parlementerên HDP'ê kom bûn. 
 
Li gorî agahiyên hatine girtin  hevserokên DBP'ê yên hatine binçavkirin ber bi navenda lêpirsînê, Amedê ve tînin. 
 
Enqere
 
Her wiha polîsan bi ser avahiya Navenda Giştî ya DBP’ê ya li Balgata Enqereyê de jî girtin. Polîsan derbarê lêpirsînê de agahî nedan û derdora avahiya DBP’ê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Lêgerîna polîsan didome. 
 
Şirnex
 
Li Şirnexê jî bi ser avahiya DBP'ê de hat girtin û Hevserokê Bajêr Zekî Îrmez di encama serdegirtina mala wî de binçav kirin. Lêgerîna li avahiyê berdewam dike.
 
Mêrdîn
 
Polîsan serê sibehê bi ser avahiya DBP'ê ya Merdînê de jî girt. Hevserokê DBP'ê Sureyya Dundar û Şerafettîn Aslan, di encama serdegirtina mala xwe de hatin binçavkirin, lêgerîna li avhiya bajêr jî didome.
 
Wan
 
Li Wanê jî Hevseroka DBP'ê ya bajarê Wanê Şengul Polat û Harun Okay, di saetên serê sibehê de di encama serdegirtinên malên xwe de hatin binçavkirin. Herwiha li avahiya HDP'ê jî lêgerîn hat kirin. Lêgerîn dewam dike.
 
Riha
 
Li Rihayê jî di serdegirtinön hatin kirin de Hevserokê bajêr ê DBP'ê Hidayet Enmek hat binçavkirin.
 
Dîlok
 
Li Dîlokê di serdegirtinên malan de Hevserokên DBP'ê Ethem Unal û Zeliha Aslan hatin binçavkirin.