'Dê berxwedana malbatên girtiyan bidome'

  • 09:05 22 Kanûn 2022
  • Rojane
 
WAN - Hevseroka TUHAYDER'ê ya Wanê Edîbe Babûr, diyar kir ku divê edalet bê vî welatî û got: "Ji bo edalet pêk bê jî divê deriyê Îmraliyê bê vekirin. Ji bo aştî û rewşa aram jî divê carek din maseya diyalogê bê avakirin." 
 
21 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Tecrîda ku bi salane didome jî bandorê li tevahiya jiyana civakê kir. Polîtîkayên tecrîdê tê wateya domandina polîtîkayên şer ên li hemberî Gelê Kurd. Malbatên girtiyan li dijî tecrîdê, binpêkirina mafên girtiyan, rewşa girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine şewidandin li Stenbol, Îzmîr, Amed û Wanê çalakiya "Nobeta Edaletê" dabûn destpêkirin. Çalakî bi meş û daxuyaniyan hatin bidawîkirin. Lê di serî de Stenbol, Îzmîr û Amedê malbat bi êrişeke tund re rûbirû man. 
 
Derbarê wateya çalakî û êrişên li hemberî çalakiyê de Hevseroka Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re (TUHAYDER) a Wanê Edîbe Babûr, ji ajansa me re axivî. 
 
Edîbe, destnîşan kir ku niha li girtîgehan binpêkirina mafan pêk tê û got: "Malbatên girtiyan û bi taybetî jî dayikên girtiyan li dijî binpêkirina mafên girtiyan dest bi çalakiya 'Nobeta Edaletê' kirin. Dayik bêhiqûqî û neheqiya li hemberî zarokên xwe qebûl nakin. Tecrîda li hemberî zarokên xwe qebûl nakin. Dest datînin ser pirtûkan, xwarina ku tên dayîn nebaş e, li ser piyan girtî tên hejmartin, ji hêla gardiyanan ve lêdanê dixwin û îşkence li girtiyan dikin. Girtiyên ku dibin nexweşxaneyan bi kelepçekirî tên muayenekirin û li hemberî vê jî bijîşk bêdeng dimînin. Girtiyên ku wan pêkutiyan qebûl nakin nayê tedawîkirin."
 
Edîbe, da zanîn ku çalakiya "Nobeta Edaletê" mafeke demokratîk e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Nobeta Edaletê mafek e û mafeke demokratîk e û Daxwaza malbatan hebû û diviya ev daxwaz bihatana qebûlkirin. Ji ber ku li Tirkiyeyê edalet nîne daxwaz nehatin qebûlkirin. Çalakî hat bidawikirin lê belê divê bê zanîn ku dê berxwedana me bidome. Em ê heta edalet pêk bê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bi dayik û gelê xwe re têkoşîna xwe bidomînin."
 
Edîbe, diyar kir ku divê tecrîd bê bidawîkirin û derbarê mijarê de wiha nêrînê xwe anî ziman: "Heta bi dawîkirina tecrîdê dê têkoşîna me berdewam bike. Tecrîda ku li hemberî Birêz Abdullah Ocalan hatî destpêkirin niha belavî tevahiya girtîgehan bûye. Tecrîd li tevahiya Tirkiyeyê bi bandor e. Dema tecrîd bidome şer jî dê bidome. Dema şer berdewam bike gel jî dê di nava xizaniyê de bin. Îqtîdara AKP-MHP'ê ne dewlet e hikûmet e. Divê ev hikûmet biçe, divê gel li dijî çûyina hikûmetê dengê xwe bilind bike."
 
Edîbe, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê edalet bê vî welatî. Ji bo pêkanîna edaletê jî divê deriyê Îmraliyê bê vekirin. Ji bo aştî û rewşeke aram jî divê carek din maseya diyalogê bê avakirin."