‘Serdestiya li ser bedena jinê li ser hemû civakê belav dikin’

  • 09:02 22 Kanûn 2022
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED - Yek ji parêzerên Buroya Amedê Cansel Talay, balkişand ser polîtîkayên li hember jinan û got: “Desthilatdarî û rêxistinên olî,bi giştî li ser bedena jinê hatine avakirin û vê serdestiyê dixwazin ser hemû civakê belav bikin.”
 
Li welat qetilkirina jinan didome û desthilatdarî tu tedbîrê nagire. Desthilatdarî berovajî vê cesaretê dide mêran û jinan dike hedef. Mirov ji Çileyê 2022’an heta mijdara 2022’an mînaka herî mezin qetilkirina sedan jinî dibînin. Komeleyên jinan hatin girtin, Peymana Stenbolê hat feshkirin û doza li Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) her tiştî aşkera nîşan dide.
 
Endama Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê parêzer Cansel Talay polîtîkayên der barê jinan de nirxandin.
 
‘Jinan bêhêvî dikin’
 
Canselê bi lêv kir ku têde Baroya Amedê jî heye wek Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê di meha mijdarê de raporek weşandine û hejmarên wê bi rayagiştî re parve kirin. Canselê wiha vegot: “Dema mirov li çeteleyan dinêrin daraz, çapemenî û STK ji bo rawestandina kuştinên jinan gele girîngin. Hejmarên qetilkirina jinan ku derdikevin holê gelek bi xof in. Heta niha ji 300’î zêdetir jin hatin qetilkirin û ev polîtîka wisa bidome heta dawiya meha kanûnê wê hejmar zêdetir be. Belê em têdikoşin, me di 25’ê Mijdarê de gelek çalakî pêk anîn. Me li Qada Dagkapi buroşur belav kirin. Lê Min ev bi jinan re dît;belê dibêjin gelek derfet hene, daraz û merciyên serlêdanê hene, lê gelek jinên ji emniyet û edliyeyê tên vegerandin hene. Jinên tundî li wan tên kirin li polîs digerin lê nîv saet şûnde tên. Diçe dozger dibêje ez têm tehdîdkirin.  Gelek jinên serî li dozger didin û tên qetilkirin hene. Dema ev di çapemeniyê de tên dîtin bêguman bi jinan re hêvî diqedin.”
 
‘Her tim hinek kes dipirsin’
 
Canselê destnîşan kir ku ew hewl didin xwe bigihînin jinên ciwan û wiha dirêjî dayê: “Ev çiqasbê fêrkirin wê belav bibe. Her ku bê fêrkirin mirov dikarin tevli bibin û piştevaniyê bikin. Ji bo êrîşa li hember jinan kêm bibe divê em di piştevaniyê de bin em ji hev agadar bin. Têkoşîna çapemenî û STK’yan bi nirx e. Dema em dibînin ku hinek kes dengê jinan didin bihistin hêvî jî diafire.”
 
‘Jin dibin hedef’
 
Canselê balkişand ser fehsihkirina peymana Stenbolê, doza girtina KCDP’ê, girtina saziyên jinan û wiha bertek nîşan da: “Desthilatdarî dibêje em malbatê diparêzin. Dixwazin jina ku zanîna wê tune, mafê wan yê gotinê tune, hemû jiyana xwe li malê derbas dikin bibînin.  Naxwazin jin di alî aborî de serbixwe bin, jin destberdanê nefikirin, ji jiyana kar vekişin.  Mînak jinên ji bo kurtajê serlêdanê dikin ji aliyê doktoran ve tên redkirin. Derdor vê qebûl nakin. Tişta dixwazim bêjim ev e, desthilatdarî dixwaze li ser bedena jinê serdestiyê ava bike.  Ji ber vê li her qadê mudaxaleyê jinê dike û jinê hedef digire.”
 
‘Muxalîfeta herî mezin komeleyên jinan e’
 
Canselê wiha anî ziman: “Muxalîfeta herî mezin yên li hember desthilatdariyê komeleyên jinan e. Ji ber di mijara jinê de bi tu desthilatdariyê re lihevkirin tune ye. Polîtîkayên wan dijberî me ne. Ji ber vê jî heta ji destê wan tên êrîş dikin. Mînak herî mezin fehskirina Peymana Stenbolê ye.Emniyet dijberê vê peymanê bû. Ez bûm şahid. Polîs dibêjin ‘belê parêzer xanim hun wisa dibêjin lê wan rojan der barê hevalekî me yê polîs de serlêdana sûc hat kirin û qanûna 6284 pêk hat. Jin îftereyê davêjin’.Dema em vê qanûnê bibîr dixînin hêrs dibin.  Fehskirina Peymanê bi aliyê muhafazakar û cemaatê re kelecanek mezin afirand.”
 
‘Me hişmendiya xwendekarên lîsteyê dît’
 
Canselê diyar kir ku ji dema zanîngehê heta vê demê hişmendî zêde tunebû û got: “Wê demê me ferq kiribû şaşiyên civakê li hember jinê hene. Rêxitsina me wê demê qels bû. Lê niha xurt e. Di hefteya 25’ê mijdarê de xwendekarên zanîgehê yên hiqûqê daxwaz ji me kirin. Xwestin em zayenda civakî û Peymana Stenbolê vebêjim. Me jî bernameyek amade kir û ev dît; Xwendekar ji me zêdetir li ser mijarê disekinin. Xwendekaran got ‘em dizanin ev tundiye’.  Em çûn lîseya Îmam Hatîpê. Bi taybet gotin behda tundiya sanal û flortê bikin. Ji bo jineke lîseyî ev mijar gelek girîgin. Ev dikare bandor li seranserê jiyana wan bikin.  Li gorî min ev pêşketin hemû encama têkoşîna jinê ye.”
 
‘Divê em hîn bêtir bi hêvî bin’
 
Canselê di berdewamiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Li dijî tiştên ku têkoşîna jinan daye fêrkirin xesasiyetek heye. Ji ber vê divê em bi hêvî tevbigerin. Divê em hem bi hêrs hem jî bi hêvî bin. Nokteya din ya girîng jî eve. Ji ber destdirêjiya li cemaatan gel hêrs bû. Tê dîtin ku saziyên wek cemaetê ji bo jinan çiqas bi xeterin.  Jinên bi destê cemaetê hatin qetilkirin hene. Ji ber vê dema ev bûyer tên nirxandin divê têkiliya têkoşîna jinan bê dîtin. Di bûyerên wisa de hema biryar tên dayîn. Hele ku gumanbar endamê emniyetê bin. Pêvajoya darazê bi lez û bez tê kirin.”
 
Cemaat hevkarên desthilatdariyê ne
 
Canselê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku peywira dikeve ser parêzer, şopandina dosyayê û li dijî astengiyan meşandina têkoşînê ye û got, " Piştî têkoşînê mirov bi rastî diwestein. Ji bo herêmê mixabin rewş wisa ye. Lê demên dawî de li bajarên din jî encamên wisa hene. Ev jî vê nîşan dide; Ev polîtîka êdî li her derê ye. Ne xweser ji bo herêmê ye. Li her derê jin ne azadin û pêşî li wan tê girtin.”