Mukkades Alataş: Bêcezahiştin cesaretê dide mêran

  • 09:04 21 Kanûn 2022
  • Rojane
 
AMED - Mukkades Alataş balkişand ser zêdebûna tundî û kuştina jinan û wiha got: “Bi qeyûman re mekanîzmayên herêmî di 5 salên dawî de hatin tunekirin. Ev jî bû sedema zêdebûna tundî û kuştinên jinan.”
 
Li welat tundî, destdirêjî, kuştinên jinan her diçe zêde dibin û ji aliyê dewletê ve jî jin her tim hedef tên girtin. Demên dawî de li Amedê tundî û kuştinên jinan zêde bûne û piranî gumanbar li kolanan digerin.
 
Koordînatora Perwerdê ya Komeleya Piştevaniya Jinê (DAKAH-DER) Mukkades Alataş, zîhniyeta serdest, polîtîkayên tundî û qetilkirina jinan nirxand.
 
‘Qanûn pêk nayên’
 
Mukkadesê destnîşan kir ku dema Qanûna Hejmar 6284 û Peymana Stenbolê hatiye îmzekirin van qanûnan jin diparastin û rêxistinên jinan ji bo ev qanûn pêk bên têkoşînek mezin didan. Mukkadesê wiha dirêjî dayê: “Ji ber mafên ku van qanûnan didan jinan têkoşîna xwe berfireh kirin. Em dikarin bêjin ku dema herî xweş a Tirkiyeyê hat jiyîn. Wan deman navendên jinan, saziyên jinan û Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî( ASP) jî têkoşîn didan. Wê demê jî tundî û qetilkirina li ser jinan hebû. Lê wek vê pêvajoyê ne zêde bûn. Em dikarin çend sedeman rêz bikin. Ya yekem pergala bêcezahiştinê. Ya duyem  polîtîka îdeolojiya desthilatdariyê. Ji ber desthilatdariyê wekheviya zayenda civakî qebûl nekir û sedema feshkirina Peymana Stenbolê jî ev bû. Ji ber vê li Tirkiyeyê tundî û qetilkirina jinan zêde bûn. Qanûn hatin asta ku êdî pêk nayên. Qanûna 6284 hîna di meriyetê de ye lê di pratîkê de tune.”
 
‘Bêcezahiştin cesaretê dide mêran’
 
Mukkadesê destnîşan kir ku mêr ji polîtîkayên desthilatdariyê cesaretê digirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Nêrin ceza tune ne. Ev bi destê çapemeniyê tê belavkirin. Yên desthilatdariyê bi rêve dibin û ji serokomar bigire heta memurên di ASP’ê de dixebitin ji ber peymanên didin civak bi bandor dibe. Dibêjin ‘Ez ê bikujim lê wê ceza negirim wê ceza bê daxistin.’ Mêr vê baş dizanin. Di gelek bûyeran de em bi vê re hatin rû hev. Ev pirsgirêkek cidî ya pergalê ye. Ya sêuyemîn jî pevçûnek heye û hîna didome. Mixabin şerekî li derveyê sînor heye. Li welat pevçûn heye. Ev hemû dibin pirsgirêka mafê civakî û pirsgirêka civakî. Ji ber qanûn nayên meşandin kuştinên jinan zêde dibin.”
 
‘Şîdeta hêzên ewlehiyê’
 
Mukkadesê bi lêv kir ku pevçûna li erdnîgariya em lê dijîn her tiştî nîşan dide û wiha dirêjî dayê: “Der barê vê de çi tê kirin divê em biaxivin. Em li erdnîgariya Kurdistanê binêrin leşker û polîs jinan qetil dikin. Em ji Musa Orhan bigirin heta pisporên çawîş gelek hêzên çekdarî hene. Ev gelek caran li hember jinan tundiyê bikar tîne. Em li qadê bi pergala cerdevaniyê re hatin rû hev. Pergala cerdevaniyê wek tundî li jinan vedigere. Di pêvajoyên darizandinê de ji ser kuştina jinan nameşe. Destnedana leşkeran dertê holê. Ev ji bo jinan tehdîdek cidiye. Divê ev bê rojevê. Di vê mijdarê de divê hemû platform, parêzvanên maf, STO hevpar tevbigerin.”
 
‘Mekanîzma  ji holê hatin rakirin’
 
Mukkadesê destnîşan kir ku divê li dijî tundî û qetilkirinan stargeh bên zêdekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê navendên şêwirmendî û STK bên zêdekirin. Ev şerta polîtîka têkoşîna li dijî tundiyê ye. Bi qeyûman re mekanîzmayên hatibûn avakirin di 5 salan de hatin tunekirin. Li seranserê Tirkiyeyê tundiyek heye. Mafê jinan niha di xetereyê de ye. Niha  jin têkoşîna hebûnê didin.”