Jinên Wanê: Têkoşîn û çalakiyên me wê bidomin

  • 09:03 20 Kanûn 2022
  • Rojane
 
WAN - Jinên Wanê diyar kirin ku li hember êriş û polîtîkayên tecrîdê yên desthilatdariyê wê tu car dest ji têkoşînê bernedin û her tim li kolanan bin. Berfîn Kuşman wiha got: “Dibe ku çalakiyên nobetê bidawî bibin. Lê çalakiyên me wê li kolanan bidome. Nobeta Edeletiyê ne dawî berovajî vê wê dest pêk be.”
 
Di 18’ê kanûnê de li Stenbolê Dayikên ji bo Nobeta Edeletê ya ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin hatibû destpê kirin, bidawî bikin meşek pêk anîn û di dema meşê de polîsan dayik bi erdê re kaş kirin û îşkence li dayikan kirin. Her wiha polîsan kulmek li Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu dan. Jinên Wanê bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku wê têkoşîna xwe heta dbidin.
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Handan Karakoyun bertek nîşanê êrişa polîsan da û wiha got: “Em ê li dijî êrişan heta dawî têkoşîna we bidomînin. Bedel çi dibe bila bibe em ê her tim li qadan bin.”
 
‘Zîhniyet heman zîhniyete’
 
Handanê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser meşa ku 12’yê kanûnê de li Wanê li dijî tecrîdê pêk hatiye û got: “Di meşa Wanê de jî bertek heman bû. Êrişên di çalakiya Stenbolê de bandor li ya Wanê jî kirin. Yanî zîhniyet heman zîhniyet bû.  Dema çalakiyê de li Amed, Îzmîr, Wan û Stenbolê jî heman polîtîkayên dijhiqûqiyê hatin iyîn. Em li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan li kolanan bûn. Ligel vê hêzên ewlehiyê bi tund êriş kirin. Heman awayî duh li Stenbolê jî li hember dayikan û Ferhat Encu pêk hat. Hemû Tirkiyeyê ev tundî û nêzîkatî dîtin.”
 
‘Bedel çi dibe bila bibe em ê li qadan bin’
 
Handanê di dawiya axaftina xwe de ev tişt daxuyand: “Heta dijhiqûqî ji holê ranebe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Bedel giran be jî em ê li her derê li qadan bin. Hewldana me ev e ku em pergala ku desthilatdarî dixwaze berovajî bikin û negihêjin hedefa xwe. Dayik ji bo edeletê ji bo zarokên xwe ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan ji holê rabe her roj li qadan bûn. Lê hewl didin daxwazên dayikan bi tu awayî neyê bihistin. Em ê tu car dest ji têkoşîna xwe mafdar bernedin.
 
Hevseroka HDP’a Qelqeliyê Sakîne Kutpinar jî balkişand ser tundiya polîs a li hember Ferhat Encu û got ev kul kîn û nefreta li hember Gelê Kurd nîşan dide û wiha şermezar kir: “Ev kulm li aştî, demokrasî, aramiya Tirkiyeyê ket. Divê gelê me li dijî vê helwestê bêdeng nemîne.”
 
‘Qanûn tune bûne’
 
Rêvebera HDP’a Tuşbayê Sonul Işik jî ev nirxandin kir: “Duh çalakiya li Stenbolê de me carek din dît ku li Tirkiyeyê hiqûq tune. Em tundiya li dayikan tê kirin her tim dibînin, lê me duh zêdetir hîs kir. Ev jî nîşan dide ku desthilatdariya AKP-MHP’ê êdî qedyaye. Mafê mirovan a çalakiyan heye û mafê malbat û parêzeran heye bi girtiyan re hevdîtinê bikin. Lê li Tirkiyeyê ev qanûn bi giştî tune bûne.”
 
‘Bi şikatina tecrîdê dikare ev dijhiqûqî bidawî bibin’
 
Songulê di dawiya axaftina xwe de got: “Ji ber desthilatdarî ji aştiyê ditirse, hem ji dayikan hem jî jinan ditire. Ne tenê jinên kurd û Gelê Kurd divê hemû kesên ku aştiyê diparêzin li dijî van dijhiqûqiyan û tecrîdê têbikoşin. Bi şikandina tecrîdê ev dijhiqûqî dikarin bidawî bibin.”
 
‘Wê çalakiyên me bidomin’
 
Hevseroka HDP’a Payîzava Berfîn Kuşman jî balkişand ser êrişên li hember fînala Nobeta Edeletê û wiha bertek nîşan da: “Dayik hatin derbkirin û bi erdê re hatin kaşkirin. Ev tu car wê neyê jibîrkirin. Li ser dayikan zilmek mezin heye û ev jî tê vê wateyê ku ji dayikan ditirsin. Dayikên me gelek xurt in. Em tu car serî natewînin û wê di riya xwe de bimeşin. Dibe ku çalakiya me fînal kiribe lê em ê li kolanan bin. Ev ne dawiye berovajî vê destpêke.”