‘Taybet Înan dayika Kurdistanê ye’

  • 14:34 19 Kanûn 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Taybet Înan di 7’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bîranîn. Di bîranînê de keça Taybet Înan Halîme Akin axivî û diyar kir ku dayika wê dayika hemû Kurdistanê ye.
 
Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê di qedexeya derketina derve ya 38 rojan de a sala 2015'an de Taybet Înan di roja 5'an a qedexeyê de tevî tiyê xwe Yûsûf Înan hatibû qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kuçeyê hatibû sekinandin. Taybet Înan di 7'emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bîranîn. Di bîranîna ku ji aliyê rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sîlopyayê ve hat lidarxistin de, Rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê, endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), MEBYA-DER û gelek kesên din amade bûn.
 
Girseyî ewilî li cihê ku Taybet Înan hat qetîlkitin qûrnefîl danîn û piştre derbasî mala Taybet Înan bûn.
 
Di bernameyê de Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Şirnexê Sabuha Akdag axivî. Sabîha di serîde qetilkirina Taybet Înan şermezar kir ku got: “Hûn jî dizanin 7 sal berê dayika Taybet bi bi awayê hovane hat qetilkiri û cenazeyê wê 7 rojan li kûçeya mala wê hat sekinandin. Em di salvegera qetîlkirina wê careke din wê bi rêzdarî  bi bîr tînin û wê zîhnîyeta faşîst şermezer dikin. Em di şexsê dayika Taybet de hemû cangorîyên xwe bibîr tînin."
 
'Dayika Kurdistanê ye'
 
Keça Taybet Înan Helîme Akin jî axivî û got: "Ne tenê dayika min bû, dayika hemû Kurdistanê bû. Ew kêlî tu carî ji bîra min naçe. Em her çiqas xemgin bin jî bi têkoşîna wê serbilind in. Wê hertim di bîra me de be."
 
Girseya HDP’ê piştre derbasî mala Mela Hesen Sanir ê ku di qedexeya derketina derve de, dema ku nimêj dikir hatî qetilkirin bû.
 
'Em wan ji bîr nakin'
 
Di serdanê de rêvebera DBP'ê ya navçeya Qilebanê Emîne Ozek axivî û diyar kir ku îro ji bo gelê Botanê rojekê reş e û got: "Hem ji bo dayika Taybet Înan hem jî ji bo Mele Hesen ji bo gelê Botanê kesayetên girîng in. Em di şexsê wan de hemû cangoriyên xwe bi bîr tînin û qetîlkirina wan şermezar dikin. Em hovîtîya ku li wan hatiye kirin ji bîr nakin û heta ku aştîyek mayînde pêk neyê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”