Li dijî tecrîdê sala têkoşîn û berxwedanê

  • 09:01 19 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di sala 2022’yan de tecrîd li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hîn bêtir giran bû û heman demê de bi hezaran parêzer, kesên navdar yên cîhanê û gel ji bo tecrîdê bişkînin ketin hewldanan, sala 2022’yan bi têkoşînê derbas bû.
 
Desthilatdariya AKP-MHP’ê di 2022’yan de şerê li dijî Gelê Kurd meşand her çû girantir kir û demek kurt maye ku sala 2022’yan em li pey xwe bihêlin. Krîza siyasî, aborî û civakî ku şer bandorek mezin lê kir, li gorî salên borî hîn bêtir dijwar bû. Li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê di serî de jin û civakê bertek û nerazîbûn nîşan da û ev jî nîşan dide ku pergala heyî nikare xwe bimeşîne.
 
Di çavkaniya polîtîkayên şer ku desthilatdariya AKP-MHP’ê dimeşîne de pir zelal derdikeve holê neçareseriya pirsgirêka kurd heye û di bin vê de jî tecrîda giran ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan heye. Di serî de Gelê Kurd û hemû aliyên demokrasiyê vê wisa qebûl dikin. Ev pergala taybet ya li Îmraliyê di meriyetê de ye îsal jî di rojeva Gelê Kurd, Tirk û cîhanê de bû. 
 
Di sala 2022’yan ku me li pey xwe hiştiye de çi pêk hat. Gelo Îmrali tenê giraveke, pergala Îmraliyê çiye, Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan ev pergal çawa nirxandibû, serlêdanên ji bo çûyîna giravê tên kirin, saziyên navneteweyî di vî alî de tiştek kirin an na, çalakiyên Gelê Kurd yên ji bo deriyên Îmraliyê bên vekirin û her wekê din… Belê di sala 2022’yan de tecrîd û hewldanên li dijî vê…
 
Gelo Îmrali tenê giraveke?
 
Girava Îmraliyê an jî navê wê dîrokê Kalolîmnos.  Di behra Marmarayê de çaremîn girava mezin e. Di encama şerê bi Bîzansiyan re ji aliyê Emîr Alî ve ev na lê hatiye danîn û piştre veguheriye Îmraliyê. Di 1924’an de di encama mubadeleya nufusê de hemû Rûmên li giravê çûn Yewnanîstanê û demekê girav vala maye. 
 
Girava vala ma û berê gel lê çandinî û masîvanî dikir, Tirkiye li şûna xwecihbûnê wek girtîgeh vedike û girtîgeha nîv vekirî ya ewil li vir tê çêkirin. Ev der wek girtîgehek mînak tê nîşandan. Dema mirov li dîroka giravê dinêrin, baldikşîne ku ev giraveke ne ji rêzê ye.
 
Li cihê pesnê wê hat dayîn da serokwezîrên xwe darve dikin
 
Li Îmraliya ku komar wek girtîgeha mînak pesnê wê dide, piştî darbeya 1960’î şûnde  serokwezîrê demî Adnan Menderes, wezîrê karê derve Fatîn Ruştu Zorlu û wezîrê aboriyê Hasan Polatkan ku li Yassiada hatin darizandin, hatin darvekirin. Piştî salan şûnde îtîbara sê kesî hat radestkirin û li Stenbolê bi gorên abîde yê hatin çêkirin bên bibîranîn jî, Tirkiye wek welatekî ku serokwezîr û siyasetmedarên xwe li giravekê darve kir, derbasî dîrokê dibe.
 
Ji Îmraliyê hunermendek derbas bû
 
Ji bilî siyasetmedarên mijara gotinê ne, kesên mohra xwe li dîrokê dane jî di Îmraliyê de hatin girtin. Hunermendê şoreşger Yilmaz Guney jî hatibû cezakirin û li wir hatibû girtin. Dîsa wênesaz Îbrahîm Balaban û wênesazê Rum Angulas Stafonaodîs jî li vir hat girtin.
 
Piştî 1999’an guhertina Îmraliyê 
 
Dîroka girava ku ji 1935’an heta 1999’an wek girtîgeha nîv vekirî dihat zanîn ji vê dîrokê şûnde bi giştî guherî. Piştî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komployek navneteweyî dîl hat girtin û di 15’ê Sibata 1999’an de anîn Tirkiyeyê şûnde li Îmraliyê dîrokek nû destpê kir. Girtîgeha nîv vekirî wek Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê hat guhertin. Girav wek ‘herêma ewlehiya taybet’ hat îlankirin.
 
Abdullah Ocalan der barê Îmraliyê de çi got?
 
Mînaka  Îmraliyê ku li tu devera cîhanê tune û Abdullah Ocalan pergala Îmraliyê bi awayekî herî zelal vedibêje. Abdullah Ocalan diyar dike ku Îmrali bi pergalek sê lingî tê rêvebirin û ev jî DYA, Ewropa û Tirkiye ne. Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Girtîgeha Îmraliyê ji pergala girtîgehên Tirkiyeyê pir cudatire. Statuya girtîgehên din li vir pêk nayê. Statu û sazbûna vir bi peymanek veşarî pêk hatiye. DYA bi peymanên veşarî yên wek vê li gelek deverê gelek girtîgehên wisa ava kiriye. Girtîgeha Îmraliyê jî yek ji girtîgehên taybte ya bi peymanên veşarî ya DYA’yê hatiye avakirinê ye. Dema ev kiriye jî fikra YE’yê jî girtiye, şert û mercên vir diyar kirine. Divê ji rêzî nêzî Komîteya Pêşîgirtina Îşkencê ya Ewropa (CTP) nebin, divê wek heyeteke ku car caran tê û diçe neyê dîtin. Agahiya wan ji her tiştê li vir heye. Ev saziyek girêdayê Komîta Ewropayê ye, ji ber vê jî bi tevahî agahiya Konseya Ewropayê jê heye. Dibêjin navenda krîzê ya girêdayê serokatiyê vir bi rêve dibe lê ne wisa ye. Ev der raste rast girêdayê DYA’yê ye. Ji serî de min wate nedabû pêknehatine rêziknameya girtîgehê. Lê  derket holê girtîgeha Îmraliyê terza ewil a Guantanamo ye.Ji pêkanînên wir ders tên derxistin. Dipîvin ku bi çewisandina kesekî çiqas wê berxwe bide.”
 
Tecrîda sîstematîk di 2011’ê de hîn girantir bû
 
Nirxandinên Abdullah Ocalan derdixe holê ku pergala Îmraliyê di rastiyê de pergaleke li ser tecrîdê hatiye avakirinê ye. Abdullah Ocalan li Îmraliyê dem bi dem bi derve derfetê têkiliyê bibîne jî her tim tecrîdek sîstematîk hebû. Carnan bi parêzerên xwe re carnan jî piştî salan şûnde bi malbatê re hevdîtin pêk anî be jî pergala tecrîdê tu car neguherî. Abdullah Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha bi parêzerên xwe re hevdîtinê nake.
 
Salên 2013-2015’an pêvajoya hevdîtinan
 
Rêberê PKK’ê ku bi riyên demokratîk ket hewldana çareseriya demokratîk, di navbera salên 2013-2015’an de kêm be jî tecrîd hat şikandin. Li giravê heyeta dewletê û heyeta îmraliyê hevdîtin pêk anîn lê dîsa jî parêzeran nikaribû hevdîtinê bikin. Di vê demê de  bi hevdîtinên hatin kirin di siyaset û demokratîkbûna Tirkiyeyê de geşedanên girîng pêk hatin. Lê desthilatdariya AKP’ê ya ku bi awayekî şênber şahidiya pêşniyarên çarseriyê û hewldana Rêberê PKK’ê kir, çareserî û demokratîkbûna Tirkiyeyê wek windakirina desthilatdariya xwe nirxand û deriyên Îmraliyê girt.
 
Di 2019’an vekirina deriyên Îmraliyê 
 
Di 5’ê Nîsana 20105’an de AKP’ê deriyên Îmraliyê bi giştî girtin. Bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk(KCD) Leyla Guven di 8’ê Mijdara 2019’an de  li girtîgehan greva birçîbûnê  hat destpêkirin û li hemû girtîgehan belav bû. Di encama berxwedana girtîgehan de desthilatdariyê deriyên Îmraliyê vekir.  Parêzerên Rêberê PKK’ê çend hevdîtinên bi sînor kirin.  Piştre bi  deriyên Îmraliyê dîsa hatin girtin.
 
Hincetan cihê xwe ji îtîrafan re hişt
 
Piştî vê hincetên wekê ‘koster xerabeye’ ‘muxalefeta hewayê’ teşe guhertin.  Hinek rayedarên AKP-MHP’ê îtîraf kirin ku pergala li Îmraliyê taybete.  Li pey hev vê carê cezayên dîsîplînê ketin dewrê.
 
Ji bo her tiştî ceza
 
AKP-MHP’ê deriyên Îmraliya ku car caran vedibûn, carek din girtin. Piştî vê ligel çalakiyên gel, parêzer, siyasetmedar û aliyên demokratîk hewldanên xwe domandin. Lê tevî hemû serlêdanan derket holê ku ji bo her tiştî cezayên dîsîplînê tên dayîn. Gelek caran jî bersiva serlêdanan nehat dayîn.
 
Piştî mehan şûnde bersiv
 
Parlamenterên HDP’ê Fatma Kurtulan û Huseyîn Kaçmaz di 2’yê kanûna 2021’ê de bi armanca agahî ji Abdullah Ocalan û sê girtiyên din bigirin, serî li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê dan û xwestin biçin Îmraliyê.
 
Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê ji bo serlêdana HDP’ê, bi nivîsa dîroka wê 22’yê adara 2022 ye ya Midûriyet aGiştî ya Malên Tevkîf û Ceza ya Wezareta Dadê, du meh şûnde di 16’ê hezîrana 2022’yan de bersiv da. Di bersiva ku 7 meh piştî serlêdanê hat dayîn de hat diyar kirin ku Abdullah Ocalan di 18’ê mijdara 2021’ê de bi faliyeta sporê de bi girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veyseî Aktaş û Hamîlî Yildirim re sohbet kiriye û ji ber vê sê meh cezayê dîsîplînê hatiye dayîn. Her wiha di bersivê de hat gotin ku der barê tenduristiya  kesên ku navê wan derbas dibin  de tu rewşek neyînî ne mijara gotinê ye.
 
Biryara DMME û bersiva ji bo AKBK
 
Yek ji geşedanên ku îsal hat jiyînê jî ev bû, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) ji bo Rêberê PKK’ê di esasa biryara ku di 2014’an de girtibû,Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa (AKBK) ji Tirkiyeyê bersiv xwest.
 
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa di 18’ê adara 2014’an de ji bo Abdullah Ocalan biryar da ku beyî berdana tahliya bê şert birîna cezayê seranserê jiyanê binpêkirina xala 3’yemîn a Peymana Mafê Mirovan a Ewropa ye (AHÎS). Di biryara ku wek ‘Ocalan 2’ hat daxuyakirin de hat diyarkirin ku Abdullah Ocalan ji ‘Mafê Hêviyê’ ku tê wateya ‘bila ji bo girtiyên cezayê muebetê an jî giran girtiye derfeta berdanê bê nasîn’ bêpar hatiye hiştin û bi vê re qedexeya îşkencê jî hatiye binpêkirin. Di biryarê de hat xwestin ku divê sererastkirina pêwist bê kirin, lê Tirkiyeyê der barê mijarê de tu pêngav navêt.
 
Ji Tirkiyeyê îtîraf
 
Tirkiyeyê pêngavên pêwist yên biryarê neanîn cih. Li ser vê parêzerên Abdullah Ocalan  ji bo biryarên DMME’ê bên cih, serî li AKBK’ê da ku biryarên binpêkirinê bigirin rojeva xwe. Tirkiyeyê pêşniyar û tespîtên der babarê ‘mafê hêviyê de’ ji nedîtî ve hat.  Komîte, ji bo Tirkiye der barê vê mijarê de pêngavê bavêje heta îlona 2022’yan dem da. Tirkiyeyê di bersiva dayîn de got ‘Girtiyên cezayên muebeta giran girtine, ne pêkane bi şert bê berdan lê di rewsên îstîsna de hinek sûc ji vê muaf hatine girtin.’ Bi vî awayî hat îtîrafkirin ku Ocalan ji ‘mafê hêviyê’ muaf hatiye girtiye , hiqûqa li Îmraliyê pêk tê jî taybete.
 
Şikandina tecrîdê û çalakiyên azadiyê
 
Tirkiyeyê di tecrîda li ser Abdullah Ocalan de israr kir. Di serî de Kurdistan û gelek welatên cîhanê bi açalakiyan tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kirin û azadiya wî ya fîzîkî xwestin. Ligel çalakiyên gel hewldanên hiqûqî jî di 2022’yan de zêde bûn.
 
Di meha hezîanê de têde nûnerên sazî û serokên baroyan jî heye 775 parêzerên qeydê 29 baroyan ji bo qedexeya hevdîtina parêzeran a li Îmraliyê bê rakirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan û xwestin biçin Îmraliyê. 
 
Ji 22 welatan hewldana parêzeran
 
Di 19’ê Îlonê de ji 22 welatî 350 parêzerî bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezareta Dadê dan û xwestin biçin Îmraliyê.  Parêzerên Ewropayê EuropeanAssociation of LawyersforDemocracy& World Human Rights (Parêzerên Mafê Mirovan a Cîhanê û Demorkasiyê yên Ewropa) (ELDH) ji ser zoomê civîn pêk anîn û serlêdana xwe bi rayagiştî re parve kirin.
 
756 parêzerên Rojhilata navîn û Bakurê Afrîkayê
 
Buroya Hiqûqê ya Asrin di 19’ê îlonê de daxuyanî da û diyar kir ku têde Fas, Fîlîstîn, Başurê Kurdistan, Iraq, Lubnan, Misir, Rojava, Sûriye û Urdun jî heye ji Rojhilata Navîn û welatên Bakurê Afrîkayê 756 parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirine. 
 
Li Başûrê Kurdistanê kampanya
 
Heman demê de li Başurê Kurdistanê jî ji aliyê parêzeran ve kampanya hat destpêkirin. Komîteya amadekar a kampanyayê  xwest li ber dadgeha Silêmaniyê daxuyaniyê bide lê asayîşê asteng kir. Tevî astengiyê 44 parêzerî îmze avêt û starta kampanyayê dan.
 
Daxuyaniya CPT: Bi Rêberê PKK’ê re hevdîtin kir an na?
 
Hewldanên ji bo rakirina tecrîdê didomin. Komîteya Pêşîgirtina Îşkencê ya Ewropa (CPT)  diyar kir ku di 20-29’ê îlonê de çûne Tirkiyeyê, di nav saziyên ku serdana wan kirine de Îmrali jî heye. Lê CPT der barê naveroka hevdîtinê de ku hevdîtin bi Ocalan û girtiyên din re kiriye an na de tu daxuyaniyek neda.
 
Ji Buroya Hiqûqê ya Asrin der barê CPT de daxuyanî
 
Gelê Kurd û rayagiştî ya demokratîk ji CPT der barê serdanê de daxuyaniyek payîn. Buraya Hiqûqê ya Asrin di 29’ê mijdarê de bi sernavê ‘Der barê Şertên Tecrîda giran a Îmraliyê de daxuyaniya çapemeniyê’ daxuyaniyek an û ev agahî parve kirin: “Di serdana CPT ya di îlona 2022’yan de hatiye kirin li gorî agahiyan em fêrbûne ku Birêz Ocalan derneketiye hevdîtinê.”
 
Hewldan zêde bûn: OHD’ê serî li baroyan da
 
Ji aliyê Buroya Hiqûqê ya Asrin ve parvekirinên ‘li Îmraliyê çi dibe’, ‘Vekirina deriyên Îmraliyê’ hewldan jî zêde kirin.
 
Parêzerên OHD’ê ji bo çûyîna Îmraliyê hewldanên baroyên Tirkiye û Kurdistanê jî zêde kirin. Di serî de Stenbol, Enqere, Amed, parêzerên  OHD’î  li cihên diman serî li baroyan dan û xwestin hewldan bên kirin. Parêzerên OHD’ê di serlêdanên xwe de bang li hemû baro, yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê, wezareta dadê û hemû saziyên têkildar kirin ku berpirsyariya xwe bînin cih.
 
Ji siyasetmedaran serlêdan
 
Her wiha ji gelek welatên  cîhanê hewldanên parêzeran, navdaran berdewam kirin û ligel çalakiyên gel, ji siyasetmedaran jî ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan hat kirin. Ewil hevserokên giştî yên HDP’ê Pervîn Puldan, Mîthat Sîncan ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan. Piştre hevseroka giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û parlamenterên HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Nuran Îmîr û Erdal Aydemîr serî li wezaretê dan. Herî dawî jî hevserokê giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê, ji bo bi Abdullah Ocalan re bi SEGBÎS’ê hevdîtinê bike, serî li wezaretê da.
 
Der barê serlêdanên parêzer û siyasetmedaran de heta îro bersiveke erênî an jî neyînî nehatiye dayîn.
 
Têkoşîn bê navber hat dayîn
 
Di sala 2022’yan de tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her çû giran bû û her wiha şerê li hember kurdan û gelên herêmê her çû girantir bû. Her wiha sala 2022’yan wek saleke ku li dijî tecrîd û şerê girankirî, bi têkoşînê derbas bûye, ket dîrokê.