Yildiz Kardeş: Di salekê de 6 caran binçav kirin êdî bes e

  • 09:33 18 Kanûn 2022
  • Rojane
 
AMED - Yildiz Kardeş a ku di serdegirtina malê de kurê wê Fermandar Kardeş hat binçavkirin, diyar kir ku di nava salekê de cara 6'ê ye ku kurê wê tê binavçavkirin, binçavkirin şermezar kirin û gumanên xwe parve kirin, "Êdî bes e destê xwe ji ser me bikişînin.
 
Şevek bere li Amedê bi îdaya ‘îxbar’ heye polîsan bi ser gelek malan de girt û 17 kes binçav kirin. Di dema binçavê de li 3 kesan tundî hat kirin. Di heman demê de lêgerîn bi seetan berdewam kir û tundiya derûnî li hemû malbatên ku bi ser malên wan de hat girtin kirin. Yek ji kesên hatiye binçavkirin jî Fermandar Kardêş e. Dayika Fermandar Yildiz Kardeş bertek nîşanî binçavkirinan da
 
‘Em fêrî êrişan bûne’
 
Yildiz diyar kir ku bi şev di navbera seetên 1 – 2 de komek polis hatin ber deriyê wan û wiha got, "Polîsan pirsa Fermandar kirin. Hevjînê min nexweş e û zarokên me hemû jî derûniya wan ne baş e. Ji ber hertim êriş tînin ser mala me û her meh Fermandar binçav dikin. Ev yek tenê bandorê li  Fermandar nake bandorê li hemû maliyan dike.  Ji ber em fêrbûne, min demlidest derî vekir. Ji bo neşkînin. Ji min pirsa Fermandar kirin, min sedema wê pirsî ji min re gotin biryara binçavkirina wî heye lê ji wê zêdetir sedemek negotin. Ketin hundir 2 seetan lêgerîn kirin. Heta hemû kelû pelên me ser û bin kirin. Hatin hevjînê min ku li erdê ye jî li ser wî jî lêgerîn kirin. Me xistin hindirê odeyekê û Fermandar jî birin odeyek cuda. Derî li ser me girtin. Min gelek hewilda ku herim gel Fermandar. Ji ber min dizanî wê tundî lê bikin. Mixabin destûr nedan heta biçe jî ez bibînim. Piştî lêgerînek dirêj ew birin. Deng nehat me, bi vî rengî li me hemûyan hate kirin.”
 
Beriya niha jî polîsan îşkence lê kiribû
 
Yildiz got ku beriya niha bi 3 mehan jî Fermandar hatiye binçavkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe, " Wê demê jî dema ku ew binçav kirin di bin çavan de îşkence lê kirin. Cilên wî tev qetandibûn. Parêzer li min geriya û cil jêre xwastibûn. Dema min cilên wî yên qetayî dîtin ez gelek bi bandor bûm. Min wê demê jî xwest bidim çapemeniyê. Mixabin hertim karê me ev e. Fermandar tiştek nekiriye. Bê sûc û sebeb hertim vê bi serê me hemuyan tînin. Derûniya me hemûyan xirakirine. Êdî cîran jî ji vê bandor dibin. Çi ji me dixwazin? Dixwazin em birevin, dixwazin em kuve biçin? kes bi kesî vê yekê nake. Ev îşkence sûc e.”
 
‘Dozger çi çareserkiriye heta niha’
 
Yildiz ragihand ku beriya niha jî wek vê carê destûr nedane  ew kurê xwe bibîbîne û wiha dewam kir, "Dema kurê min hate malê kiribûn mirovek din. Ewqas lêxistibûn. Beriya niha cardin xistin binçavan, di bin destê wan de bû hatin cardin êrişî malê kirin û deriyên me şkandin. Raste rast dixwazin tirsê belav bikin. Serbanê me anîne xwarê tev. Armanç çi ye di vir de bila kesek tiştek ji me re beje. Dema  herî dawî binçav kirin jî esnafan ji min re got hertim polis Fermandar dişopînin. Cîranan digot wê tiştek pê bikin. Ka çi kiriye? Ma dizî kiriye me çi kiriye ka tiştek ji me re bêjin. Polis ji min re dibêje here derdê xwe jî dozger re beje. Ezê çi jê re bejim heta niha çi çareserkirine wê vê çareserbikin?”
 
‘Em bi tirs dijîn’
 
Yildiz herî dawî got: “Mafê kesî tune ye ku her roj êrîşî mala me bikin. Mafê wan nîne ku zarokên me hemûyan bi vî rengî bandor dikin. Em qebûl nakin van bêmafiyan. Divê demlidest dawî li vê îşkenceyê were. Ez niha jî bi guman im. Ka çi ji kurê min kirine ez nizanim. Em bi tirsa ku tiştek ji kurê min bikin dijîn.”