Keça Taybet Înan: Dayika min her li berxwe da

  • 09:01 18 Kanûn 2022
  • Rojane
Sema Çaglak - Medya Uren
 
ŞIRNEX - Dayika Taybet Înan, beriya 7 salan di êrişên dewleta tirk ên li ser Silopiyê de bi awayekî hovane hat qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan çend mîtro dûrî malê li kûçeyê ma. Dayika Taybet bi wan dîmenan hate naskirin, lewra divê li jiyana wê bê nêrîn û dîrokek ku rûyê Tirkiyeyê eşkere dike bê dîtin. Dayika Taybet berî jiyana xwe ji dest da wiha gotibû:"Xwezîka ez di ber axa xwe de şehîd bûma. Weyê keskesor danîba ser darbesta min û li van kuçeyan bigeranda."
 
Laçikên dayikên me spî ne. Ji ber ew xwedawendên aştiyê yên serdemê ne. Lewra guleyên, wan laçikan bi xwînê dişon îxaneta li mirovahiyê ye. Dayika Taybet Înan jî, di 19’ê Kanûna 2015’an de di qedexeyên li navçeya Slopiya bajarê Şirnexê de bi awayekî hovane hate qetilkirin û laçika wê ya spî bi xwînê hate sorkirin. Ew di serî de birîndar bû, hevjîn û tîyê wê yên dewsa nalîna wê hatin jî birîndar bûn. Dayika Taybet û tîyê wê Yusuf Înan ê bi giranî birîndar bû çend mîtro dûrî malê jiyana xwe ji dest dan û cenazeyê Dayika Taybet 7 rojan li kuçeyê ma. Alên spî hatin rakirin lê weke wê laçikê ew jî êriş lê hat kirin. Malbata dayika Taybet ji wê rojê ve laçikên reş li serê xwe dipêçin û vê dîroka bi xwîn şermezar dikin.
 
Li ser vê hovitiyê re 7 sal derbas dibin û hîna weke îro şîna wan nû ye. Bi wesîleya bibîranînê em bûn mêvanê keça dayika Taybet Înan, Helîme Akin. Dema Helîme me dît weke ku li benda me be, me pêşwazî kir û wêneyê diya xwe û nexşên ku çêkiriye anî gel me. Dema wêne anî, her ku temaşe dikir çavên wê tije dibûn û bêdeng rondik dibarand. Bi wê re pîrika Helîme, zarokên wê û yên temaşe kirin xwe negirtin û giriyan. Ma em çawa ji bîr bikin? Çend mîtro dûrî wan bû ew dîmenên me hemûyan diêşîne. Bi rojan ji dûr nobeta wan cenzeyan girtin. Weke Helîme jî dibêje ew dûrî cenaze 7 rojan li ser hev mirin. Helîme li me temaşe kir û got “Hûn nizanin, dêya min hezkiriya welatê xwe bû. Digot bila ez di ber axa xwe de bimirim. Ew bû şehîd û tucar nehat jibîrkirin. Nayê jibîrkirin. Lewra digot hûn ê keskesoran li ser darbesta min deynin, min li kuçeyan bigerînin. Me ew wesiyeta wê neanî cih û di dilê me de ma. Min cenazeyê wê himbêz nekir, min ji dûr ve ew didît û dimiriyam…”
 
'Destên me girêdayî em li benda mirina dêya xwe û apê xwe man'
 
Helîmeyê qala diya xwe kir ji roja hatiye qetilkirin re dest bi axaftinê kir. Helîmeyê dibêje:"Ew roja qetilkirina wê ji bîra min naçe. Bi rojan bû em di xaniyên xwe de di bin vê metirsiyê de bûn. Hovîtiyek ewqas nedihat hişê mirovan." Helîmeyê wiha pê de çû: "Diya min dema ji gel cîranan hat bi guleya nîşangir ji ling û milê xwe ve hate birîndarkirin. Hîna dijiya, hêviyek hebû. Bavê min xwest biçe bîne, lê birîndar bû û xwe da bin koşeya xanî. Ben hilgirtin û ber bi diya min ve avêt. Ji bo xilas bike bavê min her tişt kir. Diya min digot 'nêzî min nebin. Wê we jî qetil bikin. Ez mirî me' Apê min ê biçûk Yusuf Înan ber ve çû. Wî jî hewl da. Lê hewşa malê gulebaran kirin. Ew jî birîndar bû. Me gelek rê ceriband. Em li rayedaran, ambulansê geriya. Lê herkesî hincetek nîşan da. Herî kêm wê apê min hatiba xilaskirin. Wî jî jiyana xwe ji dest da û 7 rojan me nikaribû cenazeyên wan rake. Ma ew roj ji bîra me diçe? Em 7 rojan li ser hev mirin. Me diya xwe himbêz nekir, me ji dûr ve li mirina wê temaşekir.”
 
Bi 10 guleyan hate qetilkirin
 
Li ser Dayika Taybet a bi 10 guleyan hat qetilkirin û Yusuf Înan ê ji bo Dayika Taybet bigire hat qetilkirin, serdozgeriya Komarê ya Silopiyê lêpirsîn dabû destpêkirin û hîna encamek nehatiye bidestxistin. Emniyeta navçeya Silopiyê di nivîsa ji dozger re şandiye de bi gotina 'piştî 6 rojan agahiya me ji bûyerê çêbûye' parastina xwe kiribû. Dozgeriyê jî ragihand ku malbata Taybet Înan ne ji aliyê leşker û polîsên wan ve hatine qetikirin. Li gel wê jî di doza li dadgeha îdarî ya Mêrdînê hatibû vekirin de parastin bi şeklê ku Dayika Taybet weke 'sempatîzana PKK'ê ye û li gel wê 'Posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan' hatiye dîtin hate kirin. Di her axaftinê de îfadeyên di nava nakokiyê de ne hatin kirin. Lewra keça wê Helîme qala hewldanên malbatê yên xwegihandina qeymeqam, walîtî, rayedar û herwiha yên tendirustiyê kir. Helîme dibêje ne pêkan e ku piştî 6 rojan agahiya emniyetê ji wan çêbibe. Helîmeyê got:"Em 7 rojan di mala xwe de bêdeng nemane. Jinapa min li Qeymeqam geriyabû. Qeymeqam gotibû ala spî rakin, da bizanin hûn gel in. Çawa me al rakir û em derketin ber derî li alê gule reşandin. Ev tê çi wateyê? Dixwestin me jî derxin û qirkirinek komî pêk bînin. Da ku şahidan jî ji holê rakin. Dixwestin bûyer neyê zanîn."
 
'Bê gumane ev hovîtî ji bo dewletê bûye şêweyek!'
 
Helîmeyê ya qala vê yekê kir diyar kir ku ew di salên 1993’yan de jî bûyerek bi heman rengî jiyane. Helîmeyê wiha bûyera berê bûye radigihîne: "Di salên 90’î de gelek bûyer bi serê me hatin. Yek ji wan ên ku me ji bîr nekiriye jî qetilkirina zarokên me bûn. Diya min û jinapa min piştî zarok nehatin malê ji derve li wan geriyan. Li pêş girseya leşkeran dibînin. Li wir teqînek çêbûye. Demek dirêj diya min û jinapa min dixwazin biçin cihê teqînê, lê ji aliyê leşkeran ve tên astengkirin. Piştî ku maşîneyên zirxî yên leşkeran vedikişin cenazeyê 7 zarokan dibînin. Ji wan zarokan 5 yên malbata me, yên jinapa min bûn. Xwişka min Esmer a 12 salî û birayê min Botanê 4 salî jî di wê teqînê de jiyana xwe jidest dan. Ew di temenê xwe de man û me tim wan bi bîr anî. Diya min gelek xem girt û birînên nayê girtin lê vebûn. Piştî wê 22 salan diya min û apê min hatin qetilkirin."
 
Jiyanek tije berxwedan: Dilê wê li çiyan bû
 
Helîmeyê ya nexşên destê Dayika Taybet nîşan dide, dibêje pêşengeh hate çêkirin me hemû dane wir û got:" Ango di aliyê destxetan de ew gelek jêhatî bû. Dema ez dibêjim dayê û qala wê dikim dilê min dişewite." Helîme wiha qala diya xwe dike: "Ew ji dema zewiciye ve kete nava berxwedan û maratona jiyanek zehmet. Wê li hember zext û zordestiyên dewletê li ber xwe da. Zarokên diya min biçûk bûn. Em koçer bûn û hemû bar jî diket ser milê diya min. Weke tê zanîn dewleta tirk di salên 90’î de weke ku li hemû herêma Bakurê Kurdistanê, bi taybetî jî li Botanê êrişên mezin li ser gel dan meşandin. Gund hatin xirakirin, gelek kes weke xwişk û birayên me hatin qetilkirin an jî hatin girtin. Wê demê hertim bavê min dihat girtin û êrişî malên me dihatin kirin. Diya min bi tenê gelek berxwedan kir. Ew rihê wê yê berxwedanê ji wir bi rêxistin bû. Tucarî dev ji doza xwe û axa xwe berneda. Ewqas şer giran dibû jî şervanên azadiyê weke zarokên xwe didît û digot 'ez zarokên xwe nahêlim û naçim.' Dilê wê tim li çiyan bû, li gel wan şervanan bû. Hertim qal dikir û hesrata xwe parve dikir. Weke ku ciwanek 15 salî be bi hêrs û hezkirin bû. Wê digot ez diya şervana me û bû diya Kurdsitanê. Her ku qala dayika Taybet tê kirin divê binê heskirina wê ya ji azadiyê re were xêzkirin. Ew evîndara çiyan bû. Belkî ew jî li dijî zextên dîtiye, weke çanda kurdî azadiyê di çiyan de dîtibû. Ew bû dayika Kurdistanê û careke din bi kurdan rûyê dijminan da nîşandan. Ji ber ku di 19’ê Kanûnê de gule ne tenê bi dayika Taybet Înan, gule li mirovahiyê ket. Mirovahî hîna ker û lal e."
 
'Em her sal îro careke din dimirin'
 
Helîmeyê piştî vê êrişa hovane hertim laçika reş li dor serê xwe pêçiyaye û şînê hîn dikşîne. Helîmeyê dibêje:"Me dixwest em cenaze bigirin û bi keskesroan binexşînin. Lê belê piştî 7 rojan cenaze revandin û me nedît. Nehiştin em cenazeyê diya xwe bibînin. Ev di dîrokê de jî tune ye. Di her ol û welatî de ger yek were qetilkirin jî divê dest danînin ser cenazeyê wan. Em tucarî ji bîr nakin. Lewra her sala salvegera wê tê em carek din dimirin. Diya min di wê rojê de mir, apê min jî piştî wê. Herî dawî jî xwişka min Heznî (Sozdar) Înan di dema jêrzemînên Cizîrê de hat qetilkirin. Di mala me de di heman demê de bûn sê şehadet. Mirin heqê xwedê ye. Lê mirinên wisa bê guman mirov diêşîne. Hersê jî bi awayên wehşane hatin qetilkirin. Lê em bi wan serbilind in. Wan tucarî ya şaş nekir û bûn rûmeta me. Em hersê şehîdên xwe bi bîr tînin. Apê min Yusuf, diya min û xwişka min Sozdar ji bo me qehreman in."