Parêzera Abdullah Ocalan: CPT divê ji rayagiştî re daxuyaniyekê bide

  • 09:04 17 Kanûn 2022
  • Rojane
 
 
Marta Somek
 
STENBOL - Parêzera Buroya Hiqûq a Asrin Raziye Ozturk da zanîn ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li dijî konsepta şerê taybet a li girtîgeha Îmraliyê bi tiştên dide fêrkirin û hildiberîne rêberekî mînak e û bang li CPT'ê kir ku ji hevkariya sûc derkevin û ji rayagiştî re daxuyaniyekê bidin.
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her diçe giran dibe û 21 mehe ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yidirim nayê girtin. Herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de  malbata wî hevdîtinek telefonê ya kurt pêk anî û di hevdîtinê de Abdullah Ocalan gotibû ez dixwazim bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikim. Ji parêzerên Abdullah Ocalan Newroz Uysal û Rezan Sarica 8 sal şûnde herî dawî di 2-22’yê gulan, 12-18’ê hezîran û 7’ê tebaxa 2019’an de hevdîtin kiribûn. Piştî wê bi parêzeran re hevdîtin nehat kirin.
 
Ji parêzerên Buroya Hiqûq a Asrin Raziye Ozturk derbarê 21 mehe ku agahî nayê girtin, rola CPT û geşedanên dawî de ji ajansa me re axivî.
 
‘Li Îmraliyê xwestin komployê bidomînin’
 
Raziyeyê diyar kir ku piştî komploya navneteweyî li Îmraliyê jî komplo hatiye berdewamikrin û got: “Dema komplo pêk hat, NATO û YE jî têde bû, Tirkiye jî gardiyaniya wan kir. Xwestin Birêz Ocalan teslîm bigirin. Ewil di alî fîzîkî de hewl dan bê bandor bihêlin. Hewldanên bê îradekirinê vê pêvajoyê berdewam kir. Lê biser neketin. Di dema ku cezayê mirinê hebû de şandin Tirkiyeyê. Ewil rayedarên CPT Birêz Ocalan pêşwaz kirin.”
 
‘Parçeyek konsepta şer e’
 
Raziyeyê, da zanîn ku konseptek taybet amadekirin û wiha dirêjî dayê: "Îmralî ji hewayî û bejayî qut e û li ser tecrîdê hatiye avakirin. Girtîgehek bi komployê hatiye avakirinê. 10 salan birêz Ocalan di şertên giran û hucra yek kesî de hat girtin. Her wiha jehrîkirin, guzankirina por pêk hatin. Hewldanên bê îradekirinê domandin. Piştre veguherîn cezayên dîsîplîn, qedexeyên parêzeran, qûtkirina hevdîtinên bi malbatan re. Di 2020’an de yekem car hevdîtina telefonê pêk hat. Ev parçeyek konsepta şerê taybet e. Li dijî birêz Ocalan rêbazên cuda jî pêk hatin. Lê pêkanîn her tim vala hatin derxistin.”
 
'Li cîhanê mînaka wê tune'
 
Raziyeyê balkişand ser hewldanên pûçkirina pêkanînan û wiha got: “Birêz Ocalan bi nexşerê, parêzname, peyamên bi hêvî, û rêbazan komplo bi awayekî cidî vala derxist. Ji ber vê jî hewl dan pêşî lê bigirin ku agahî ji Birêz Ocalan neyê girtin. Heta niha me mînakek wisa li cîhanê nedîtiye. Bifikirin malbat, parêzer nikarin hevdîtinan bikin. Nikare mafên xwe bikar bîne. Em der barê wî de ne xwedî agahî ne. Em nizanin rewşa wan çawaye, dikarin derkevin revîrê an na, dikarin televîzyonê temaşe bikin an na û dikarin sohbetê bikin an na. Em behsa girtîgeheke ku tu agahî jê nayê girtin dikin. Ev der li ser komploya navneteweyî hatiye avakirin.”
 
‘Tiştên Birêz Ocalan da fêrkirin, li tu deverê nayê dîtin’
 
Raziyeyê bi lêv kir ku îradeyeke ku her tim li dijî pergala tecrîda Îmraliyê têkoşiyaye heye û got: “Di vî alî de li cîhanê mînaka wê tune. Sekna birêz Ocalan, pozîzyona wî, tiştên hilberandiye, tiştên daye fêrkirin tiştên bi Gelê Kurd re derxistiye holê. Di cîhanê de mînakek din ya wisa tune. CPT ya ku mîsyon û rola wê ya ku divê pêşî li îşkencê bigire heye li Îmraliyê peywira xwe nayne cih. CPT Girtîgeha Îmraliyê wek girtîgehek normal dinirxîne. Li ser vê prosedurên xwe pêk tîne. Beyî destura welatên encam raporan aşkera nake. Di vê nokteyê de dixitim. Lê em dibêjin ku hûn nikarin Îmraliyê wek girtîgehek ji rêzê binirxînin.”
 
'Tirkiye pêşniyarên CTP pêk nayne'
 
Raziyeyê, daxuyand ku CPT di 2019’an de rapora xwe aşkera kir,  di raporê de behsa rewşa ‘încommunîcado’ hat kirin û wiha berdewam kir: “Hat gotin ku divê hevdîtinên malbat û parêzeran pêk bê, mafên aktîvîteyên civakî pêk bên. Lê Tirkiyeyê ji wê rojê şûnde şert hîn bêtir xerab kir. Ji 2011’an heta 2019’an de tu hevdîtinek parêzeran pêk nehat. Ev nîşan dide ku Tirkiye pêşniyarên CTP pêk nayne. Hevdîtinên rayedarên Tirkiyeyê yên bi CPT re veşartî tên girtin. CPT divê di pozîsyona ku pêşî li îşkencê bigire de be. Lê rayeya xwe ya ku vê îşkencê bide sekinandin nîşan nade. CPT jî di vê mijarê de dikeve rewşa hevkariya sûc.”
 
'21 meh in agahî nayê girtin'
 
Raziyeyê der barê nêzîkatiya CPT de jî nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Em bang dikin ku divê CPT helwesta xwe biguhere. Em bi rêk û pêk raporan dişînin CPT. Em hemû rewşê ji wan re radigihînin. CPT di mijara welatê endam ku guh nade wan de dikare bê ji rayagiştî re daxuyaniyê bide. 21 meha agahî ji Birêz Ocalan û muvekîlên me yên din nayê girtin. Ev rewş didome. CPT ya ku tenê dikare biçe wir, diçe lê agahî nade me. Ji ber vê statuya CTP jî ji saziyên Tirkiyeyê cudatir nîne. Divê CPT demildest der barê muvekîlên me de agahdarkirinekê bike. Divê ji rayagiştî re daxuyaniyekê bide. CPT meha îlonê de got çûne serdanê. Gotin 45 deqe hevdîtin kirine. Derbarê rewşa muvekîlan de me agahiyek ji wan negirt. Hevdîtina CPT fikarên me ji holê ranekirin.”
 
Divê DMME nebe hevkarê tecrîdê
 
Raziyeyê di mijara serlêdanên xwe yên ji bo saziyên navneteweyî kirine jî ev nirxandin kir: “Li DMME’ê ji 2011’an heta niha dosyayek me ya tecrîdê ya didome heye. Ev 11 sale di vê dosyayê de biryarek nehatiye dayîn. Ji ber ev wisa dane sekinandin, dibe sedema berdewama tecrîdê. Tê payîn ku DMME jî mîsyona xwe bîne cih û em hêvî dikin ku nebin hevkarê tecrîdê. Em  ji bo rakirina tecrîdê, şikandina tecrîdê banga têkoşîna bênavber li hemû kesî dikin dikin.”