Ji bo butçeyê çi gotin?

  • 09:02 17 Kanûn 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku desthilatdariya AKP’ê butçeya ji bo sala nû amade kiriye ji bo şer veqetandine û  gotin ne ji bo şer ji bo îstîhdamê divê bê veqetandin.
 
Di serê meha Kanûnê de di Lijneya Giştî ya Meclîsê de Pêşnûmeqanûna Butçeya Rêveberiya Navendî ya sala 2023’an hat dîtin û xalên wê hatin temamkirin û qebûlkirin. Desthilatdariya AKP’ê îsal jî beşeke mezin a çavkaniyan ji ‘parastinê’ re veqetand û butçeya şer amade kir. Li gorî sala borî lêçûnên şer derket du katî. Ji ber çavkanî û butçe ji şer re tê veqetandin krîza aborî ya li welat her diçe giran dibe. Ji ber krîza tê jiyîn bêguman yên herî zêde bi bandor dibin jinin.
 
Berbi sala nû, jinan nêrînên xwe yên der barê butçeyê de û krîza aborî de ji ajansa me re anîn ziman.
 
‘Di navbera jin û mêran de newekhevî heye’
 
Jina bi navê Funda Damariturk da da zanîn ku jin du sê karan dikin û hilberînerin û wiha dirêjî dayê: “Jin tevî evqas kar dikin jî nikarin lêçûnên mutbexê temam bikin. Mûçeyên asgarî têr nake. Em jin kedkarin,  mixabin em wek mêran beramberê keda xwe nagirin. Em ê di sala 2023’an de jî baş nebin. Di navbera jin û mêran de newekhevî heye.”
 
 Fundayê her wiha anî ziman ku butçeya ji şer re hatiye veqetandin pir zêdeye û wiha dawî lê anî: “Li şûna aştî pêk bê ev şer çima tê kirin. Divê jin ji butçeyê xwedî maf bûna. Em li derveyê welat dinêrin, jin ji dewletê piştgiriyê digirin. Çima em jî ji vê fêdeyê negirtin. Çima me cuda dibînin.”
 
‘Civak nikare butçeya xwe plan bike’
 
Fîlîz Kiş ya seyarfıroşıyö dike diyar kir ku civak nikare butçeya xwe plan bike û wiha dirêjî dayê: “Jin di civakê bê qîmet e. Ez li kolanê dezgehê vedikim. Ez xişir çêdikirim û difroşim. Lê zabite û polîs nahêlin. Li kolanê tu cih ji me re nevekirine. Destur nadin. Wek her kesî di alî aborî de jin jî pir zor û zehmetiyan dijîn. Ez betal bûm û ji ber vê li kolanê vî karî dikim. Jin li her derê tundiya psîkolojîk, newekhevî û destdirêjiyê dibînin. Butçeya ji şer re tê veqetandin divê ji bo mirovan bê xerckirin. Jin di rewşa normal de di şer de ne. Berê jî wisa bû, her tim butçe ji şer re dihat veqetandin. Li her derê cîhanê şer didome. Mixabin zewaca zaroka 6 salî normal dibînin û vî şerî rewa nîşan didin. Ev hemû girêdayê hev in.”
 
‘Wê wisa berdewam neke, em li vir in’
 
Fîlîzê destnîşan kir ku komeleyên jinan, platformên civakî û rêxistinên jinan yên li dijî vî şerî û van pêkanînan têdikoşin jî tên girtin û wiha dawî lê anî: “Di 25’ê Mijdar û 8’ê Adarê de hîna em nagihêjin qadan ew li qadane û me binçav dikin, tundiyê dikin. Xuyaye ev wê wisa bidome lê wisa derbas nabe, em li virin.”
 
Biha heftane diguherin
 
Yelîz Kahraman jî bertekên xwe yên li dijî butçeya hatiye amadekirin nîşan da û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Biha her roj diguhertin. Her hefte biha zêde digirin. Em nikarin ji xwe re butçeyekê veqetînin. Ji bo jinan derfet tune ne. Îstîhdam tune. Ev pirsgirêka dewletê ye. Divê butçe ji perwerde, zarokan, jinan û tenduristiyê re bê veqetandin.”
 
‘Divê jin li ser piyên xwe bisekinin’
 
Mery Ocak ya di restorantekê de dixebite, balkişand ser sala 2022’an û got di alî aborî de saleke pir xerab bûye û wiha berdewam kir: “Em dixwazin sala 2023’an salek xweş be. Heta ku bihayî hebe wê rewş xerab be. Divê ji bo jinan par bê veqetandin.  Hatinek baş a jinê tune. Gelo wê jin mala xwe çawa îdare bikin. Jin tundiyê dibînin, tên qetilkirin û pirsgirêka aborî dijîn. Bila ji bo jinan stargeh bên vekirin, derfetên kar bên dayîn, mûçe bên dayîn. Wê jin li ser piyên xwe bisekinin. Divê butçe ji bo jinan bê veqetandin.”
 
Jin heqdestekî kêm digirin’
 
Sila Topçan jî karê serbest dike û got ji ber butçeyek ji bo jinan tune ye jiyana wan jî baş derbas nabe û wiha bi lêv kir: “Cihê ku hunera xwe îcara bikim tune ye. Meşandina vî karî zehmet e. Li seranserê cîhanê jin ji mêran kêmtir pere digirin. Îstîhdam ji bo mêran jî tune ye. Yên zanîngehê diqedînin kar nabînin. Polîtîkayek îstîhdamê ya dewletê a ji bo jinan tune ye. Zarokek min heye. Ez wekheviya perwerdê dixwazim. Ez di alî perwerde û tenduristiyê de pirsgirêkan dijîm. Ji van qadan re divê butçeyek mezin bê veqetandin. Em şer naxwazin. Tevî vê tabloyê hêviya min ji sala 2023’an heye.”
 
‘Ne ji bo çekan ji bo îstîhdamê butçe’
 
Nevîn Aygen ya teqawît jî nêrînên xwe wiha anî ziman: “Butçeyê ne ji bo diyanetê ne ji bo şer ji bo perwerdê û îstîhdama jinê veqetînin. Butçeya ji bo diyanetê tê veqetandin ez nizanim çawa tê xerckirin. Gelo wê çawa fêdeya wê butçeyê ji bo me hebe. Divê tundiya li ser jin û zarokan bidawî be. Divê edelet pêk bê. Ez ji 2023’an edeletê dipêm. Butçeya şer ji bêrîka welatiyan dertê. Bacên em didin, bi awayekî wekhev nayên parvekirin. Sala 2023’an girînge lê ji bo Tirkiyeyê hîn bêtir girînge.”