Ji DFG û MKGP’ê daxuyanî: Çapemeniya azad bêdeng nabe

  • 11:11 16 Kanûn 2022
  • Rojane
AMED - DFG û MKGP bi wesîleya 16 rojnamevanên ku 6 meh in bêy ku îdanameya wan were amadekirin tên girtin, li pêş Edliya Amedê daxuyanî dan û gotin: “Hûn ê bi qetilkirin, girtin û zextan çapemeniya azad tune nekin.”
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) bi boneya 6’emîn meha girtina 16 rojnamegerên kurd di 16’ê hezîranê de, li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyaniyeke hevpar dan.  Di daxuyaniyê de pankarta “Çapemeniya Nayê Bêdengkirin” hatibû daliqandin û gelek rojnameger û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn. Her wiha endam û rêveberên Komeleya Yekitî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) a Amedê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA),  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ,Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Metna daxuyaniyê ya tirkî jî aliyê hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu û ya kurdî jî aliyê nûçegihana JINNEWS'ê Medya Uren ve hate xwendin. 
 
‘Ya nayê guhertin hedefgirtina çapemeniyê ye’
 
Medya diyar kir ku her partiya tê îqtidarê tenê navê wan diguherîne û tiştên tenê nayê guhertin hedefgirtina kevneşopiya çapemeniya azad e û got: “Sala 2022'yan dîsa bû sala ku rejîma AKP-MHP'ê dijminatiya xwe ya li dijî kurdan û çapemeniya kurdan nîşan bide. Ev bi awayekî zelal derket holê. Binpêkirina mafên li dijî çapemeniya azad a ku hejmara wê ne diyar e dewam dike. Daraz jî li dijî çapemeniya azad wekî rêbazeke cezakirinê tê bikaranînin. Di 8'ê Hezîranê de dîsa ev kevneşopî hat hedefgirtin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de jê 20 rojnameger 22 kes bi serdegirtina malan hatin binçavkirin. Ji ber zanîbûn delîleke sûc a li dijî hempîşeyên me tune ye loma 8 rojî hevalên me di bin çavan de hiştin. Nehiştin pîşeya xwe bikin. Emniyetê alavên biserdegirina saziyan dest xistibû ser jî wekî "delîlê sûc" di wêneyan de nîşan da. Bi vê yekê jî eşkere rojnamegerî hedef hat girtin.”
 
‘Çapemeniya azad bi talîmatan nûce çênake’
 
Medya girtina 16 rojnamevanên di 16’ê Hezîranê de hatine girtin bibîranî û wiha axivî: “Tevî tirsa ku hat afirandin jî hevalên me dîsa jî bi wêrekî rastî nivîsandin. Daraza hevalên me bi îddiaya ‘endamtiya rêxistinê’ girt di rojnamegeriya me de li ‘talîmatê’ geriya. Lê belê ger li kesên bi destûr û talîmatê dinivîsin, digerin bila berê xwe bidin medyaya alîgir a li qesrê. Rojevên medyaya alîgir li qesrê tên diyarkirin. Bi vê yekê wê bê famkirin ku çapemeniya azad bi talîmatê nûçeyan çênake. Ji ber ku li gor talîmatên îktidarê tev nagere, li dij vêya derdikeve, dibe hedef. Daraza îktidarê wekî 16'ê Hezîranê di 25'ê Cotmehê de jî dîsa bi binçavkirin û girtina xebatkarên çapemeniya azad êrişa xwe pêk anî. Vê carê jî talîmat dan Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê. Tevî 9 rojnamegerên di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de hatin girtin, bi tevahî 10 rojnameger dîsa hatin girtin. Faliyetên rojnamegeriyê wekî hincet hat nîşandan û rojnameger hatin girtin. Ev êrişana bi me gavê paşde nade avêtin. Berovajî vê yekê ew ê têkoşîna me ya heqîqetê hîn mezin bike.”
 
‘Ji bo rojnamegeran azadî’
 
Medya bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Me berê jî diyar kiribû û em careke din diyar dikin. Çapemeniya azad bi kuştin, girtin, binçavkirin, sansurê nayê qedandin. Ev kevneşopiyeke wiha ye ku bi êriş û zextan bê qedandin. Dîsa di hefteyeke ku rojnameger dibin hedef de 6 meh ji ser girtina 16 hevalên me yên rojnameger derbas bûn. Ev 6 meh in ku hîn tu îddianame derbarê hevalên me de nehatiye amadekirin. Çimkî li holê sûcekî hevalên me tune ye! Çimkî em dizanin ku rojnamegerî ne sûc e! Lê bidûrxistina hevalên me ya ji kar a ji aliyê darazê pêk tê, sûc e. Hedefgirtina rojnamegeriyê sûc e. Êrişa li dijî çapemeniya azad, azadiya raman û îfadeyê sûc e. Em li vir dîsa diyar dikin. Ev kevneşopiya me ji Mûsa Anter û Gurbetelli Ersoz girtiye wê bidome. Dev ji hedefgirtina rojnameger û çapemeniya azad berdin. Divê hevalên me demildest serbest bên berdan û darizandina derbarê wan de bê sekinandin. Ji bo rojnamegeran azadî!”
 
Daxuyanî bi diruşmeyên “Çapemeniya azad bêdeng nabe” re bidawî bû.