Remziye Tosun: Daneyên hatine aşkerakirin hebûna şer piştrast dikin

  • 09:02 14 Kanûn 2022
  • Rojane
Dilan Babat
 
ENQERE - Remziye Tosun ku hevdîtinên Pêşnûme Qanûna Butça Navendî ya 2023’an nirxand da zanîn ku gotinên desthilatdariyê yên ‘şer tune ye’ bi daxuyaniya butçeya şer a di hevdîtinên Butçeya Wezareta Parastina Netewî de hat aşkerakirin, her tiştî berovajî nîşan dide.  Remziyeyê got divê her kes di vê pêvajoyê de rol û mîsyona xwe bi cih bîne.
 
Hevdîtinên Pêşnûme Qanûna Butçeya Navendî ya 2023’an dest pêkirin. Di hevdîtinan de dem bi dem gengeşî û alozî derdikeve û pevçûnên parlamenterên mêr jî di rayagiştî de dibin sedema bertekên cidî. Ligel butça ji şer û rantê re tê veqetandin, ji bo jin, kedkar û gel jî tu tiştek tune ye. Butçeya ji şer re tê veqetandin rê li ber bertekên mezin vedike.
 
Di lijneya giştî de Remziye Tosun ya HDP’î  got ‘bila şer bidawî bibe riya Îmraliyê vebe’ û laçika xwe avêt erdê. Piştî vê wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, Remziye Tosun hedef nîşan da.
 
Remziye Tosun der barê hevdîtinên butçeyê li Lijneya Giştî ya Meclisê  tên nîqaşkirin de nirxandin kir.
 
‘Dixwazin bi Kurdan serî bidin tewandin’
 
Remziyeyê da zanîn ku da zanîn ku biryarên şer yên di lijneya giştî de tên girtin rê li ber pirsgsirêkên mezin vedike û li meclîsê jî faşîzm didome. Remziyeyê got axaftinên bi Kurdî yên di lijneya giştî de wek ‘x an jî zimanê nayê zanîn’ derbasî girtekan tê kirin an jî mîkrofonên parlamenteran tên girtin. Remziyeyê wiha dirêjî dayê: “Ji 2015’an heta niha li hember Kurdan êrîş hene. Li hemû cîhanê li hember Kurdan êrîş hene. Konsepta şer li Rojava, Kobanê, Kurdistan û li hemberî  jinan û zarokan di dewrê de ye. Dixwazin li her çar parçeyê Kurdistanê komkujiyên mezin bikin. Bi van polîtîkayan dixwazin bi gelê Kurd serî bidin tewandin.”
 
‘Kêr gihiştye hestî’
 
Remziyeyê destnîşan kir ku du sale agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin û tecrîda li ser ocalan êrîşên li hember Kurdistan û Rojava jî zêde kirine. Remziyeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev girêdayê tecrîda li Îmraliyê ne.  Biryarên şer li parlamentoyê tên girtin. Biryarên tezkereyê li parlamentoyê tên girtin. Wê demê divê pisgirêk jî li wir çareser be. Her ku tecrîd giran dibe dixwazin serî bi jinan bidin tewandin. Li Tirkiyeyê şerek heye. Ev şer li hember Kurdan hatiye destpêkirin. Divê her kes rol û mîsyona xwe bilîze. Kêr gihiştiye hestî. Me xswest li cihê biryara şer hatiye dayîn aştî pêk bê. Heta riya Îmraliyê venebe, heta êrîşên li hember Rojava bidawî nebin, heta operasyona li hember jinan bidawî nebe em ê rol û mîsyona xwe li meclîsê bînin cih.”
 
‘Dane şer nîşan didin’
 
Remziyeyê destnîşan kir ku di hevdîtina butçeya wezareta parastina netewî de parlamenterên AKP’ê daneyên derbarê ku çiqas pere li tanq, top û guleyan diçe aşkera kiriye û wiha bertek nîşan da: “Parlamenterên AKP’ê her çiqas bi israr bêjin biryarên şer nehatine girtin jî di hevdîtinên butçeyê de di aşkerakirina daneyan de derket holê ku şer heye. Desthilatdarî her ku winda dike êrîşên li hember Kurdan û HDP’ê zêde dike. Ew dizanin em ji bo aştiyê li wir in. Dixwazin bi êrîşan îrada me bişkînin. Bixwazin me bêhêvî bihêlin. Di tezkereyan de dixwazin mirinan normal bikin.”
 
‘Bêyî birêz Ocalan aştî ne pêkan e’
 
Remziyeyê da zanîn ku di hevdîtina butçeya wezareta karên hundir de Suleyman Soylu ew û Meral Daniş Beştaş hedef nîşan dane û got: “Wî xwest şovek mezin bike. Lê bêyî ku vê bike neçar ma ji lijneya giştî derkeve. Min li wir behsa aştiyê kir û laçika xwe avêt erdê. 20 sale birêz Ocalan tê tecrîdkirin. Min xwest aştî pêk bê, tecrîd rabe, zarok û ciwan nemirin. Ez heta dawî li pişt vê gotinê me. Li meclîsê daxwazkirina aştiyê ne sûc e. Heta tecrîd ranebe ne pêkane aştî pêk bê. Em ê vê zîhniyta mêr bikin bin axê. Em vê butçeyê qebûl nakin. Li Tirkiyeyê wê jin deriyê demokrasiyê vebikin.”