‘Jin bi rêxistinbûna xwe dikarin êrîşan vala derxînin’

  • 09:06 12 Kanûn 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Jinên siyasetmedar bal kişandin ser polîtîkayên şerê taybet. Jinan diyar kirin ku bi van polîtîkayan dixwazin civakek bêyî exlaq biafrînin û destnîşan kirin ku bi vê yekê nasnameya jinê tê hedefgirtin, jin dikarin bi rêxistinbûyînê xwe van polîtîkayan vala derxînin.
 
Dewletên serdest dema ku bi şerê fizîkî nekarin civakê têk bibin û girêdayî xwe bikin, gelek polîtîkayên cuda cud kirine rojeva xwe û bi wan rêbazan bi ser gelan de çûne. Ji van polîtîkayên teybet ku tên pêşxistin re şerê taybet hatiye gotin û her dewlet li gorî berjewendiyên xwe van polîtîkayan pêş dixe. Şerê taybet, ev şerê ku veşartî tê meşandin jê re şerê taybet  tê gotin. Li bakurê Kurdîstanê jî polîtîkayên şerên taybet ev 7 sal in di meriyetê de n û her diçe ev şer berfirehtir dibe. Jinên sîyasetmedar têkildarî mijarê axivîn.
 
‘Dixwazin civakek bêyî exlaq biafrînin’
 
Hevseroka Partiya Keskan a Çep a Navçeya Hezexa Şirnexê Elfesya Nas, diyar kir ku bi polîtîkayên şerên taybet tê xwestin berxwedan û têkoşîna herêma Botanê têk bibin û wiha berdewam kir “Botan ji hêla berxwedan û têkoşîna xwe ve tê nasîn. Ji ber vê  polîtîkayên şerên taybet herî zêde li heberî botanê tên pêşxisitn. Di salên 90’î de berxwedana Botanê nikaribûn bişkanda, di pêvajoya qedexeya derketina derve de jî nikaribûn. Lewra niha polîtîkayên taybet li dijî Botanê pêş dixin. Hem ji aliyê rûxandina nirxên civakî hem jî di bin navê namûsê de di ser jinên ciwan re ev polîtîka tên meşandin. Bi fihuş, tiryak û hişbirê jî gel ji çand û nasnameya civakê tê dûrxistin.  Bi taybetî jî jinên ciwan ji mile exlaqî ve tên hedef girtin û bi vê yekê civakek bêyî exlaq dixwazin biafirînin. Ev polîtîkayên ku tên meşandin jî ne ji rêzê ne. Li ser dixebitin û bi awayekî profosyonek pêk tînin.”
 
‘Polîtîkayên teşhîrkirinê tên pêşxisitn’
 
Elfesya, destnîşan kir ku li ser bedena jinê polîtîkayên teşhirkirinê dimeşînin û wiha pêde çû: “Bi taybetî jî ew bi destê hêzên girêdayî dewletê tên kirin. Gava em dinêrin di qetîl kirina jinan, destdirêjî û fihûşê de tiliya hêzên girêdayî dewletê heye. Bi taybetî jî bi rêya medyaya dijîtal êrîşî jinên ciwan dikin. Di bin navê evîneke derewîn de jinan dikşînin aliyê xwe û ji nasnameya wan dûr dixîn. Li dijî van polîtîkayan jî divê jin xwe reêxistin bikin. Di vê çarçoveyê de jin xebatên xwe dimeşînin û têkoşîn û rêxistinbûyîna xwe ya di vî aliyê de mezintir dikin.”
 
‘Nasnameya jinê tê hedefgirtin’
 
Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk (DBP) ya navçeya Qilebanê Suzan Urek, daxuyand ku polîtîkayên şerên taybet bi awayekî plankirî tên meşandin û dewam kir: “Di salên borîn de bûyerên destdirêjî, destavêtin an jî fihuşê zêde dernediketin pêş.  Lê bi taybetî di 6-7 salên dawîn de bûyerên bi vî şiklî gelek zêde bûne. Bi taybetî jî ciwanên me dixapînin û dixin rêyên nebaş. Jin pêşengiya civakê dikin lewra ne tesadûf e ku bi van polîtîkayan herî zêde jin tên hedef girtin. Ji ber ku jin nasnameya civakê diafirîne û ji ber vê nasnameya jinê hedef digirin. Divê ciwanên me li hmberî wan polîtîkayan hişyar bibin û xweparastina xwe pêş bixînin.”
 
‘Ji jinan ditirsin’
 
Herî dawî jî Hevseroka DBP’ê ya bajarê Şirnexê Ayşe Sagocak axivî û diyar kir ku ji hêz û têkoşîna jinan ditirsin û dixwazin bi van polîtîkayan jinê têk bibin. Ayşe, got: “Hêzên dewletê xwe li herêmê  her diçe zêdetir bi cîh dikin û bi vê yekê nêzî civaka me dibin. Heke derfetek biçûk jî bibinin wê derfetê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin.  Civakek bêyî çand û bêyî hişmendî armanc dikin. Lê jin li dijî van polîtîkayan hişyarin û dê bi rêxistinbûyîna xwe van polîtîkayan têk bibin.”