Li Colemêrg û navçeyên wê 6 sal in çalakî û bername qedexe ne

  • 09:03 11 Kanûn 2022
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Hevseroka OHD’a Colemêrgê parêzer Cevahîr Agrali derbarê qedexeyên çalakî û bernameyên li Colemêrg û navçeyên wê ku ji ser HDP’ê bê navber didomin, axivî û got: “Ji bo binpêkirinê neyên jiyîn di alî hiqûqî de çi ji destê me tê em dikin û em şopdarê pêvajoya hiqûqî ne.”
 
Li Colemêrg û navçeyên wê ji 13’ye adara 2016’an heta niha 15 rojan barê bi biryara walîtiyê bername û çalakî tên qedexekirin. Li Colemêrg û navçeyên wê çalakî û bernameyên HDP’ê bi biryara Walîtiyê  tê astengkirin lê ji bo bernameyên AKP’ê destûr tê dayîn. Herî dawî meşa bi dirûşma "Ji şer û dagirkirinê re na" ya bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratik a Gelan (HDP) wê pêk bihata, ji aliyê Walîtiya Colemêrgê ve hat qedexekirin.
 
Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Colemêrgê parêzer Cevahîr Agrali der barê mijarê de axivî û diyar kir ku der barê qedexekirin çalakî û bernameyan ya ji 2016’an heta niha didomin de pêvajoya hiqûqî dane destpêkirin.
 
‘Qedexe bê navber didomin’
 
Cevahîrê destnîşan kir ku li Colemêrg û navçeyên ji sala 2016’an heta niha çalakî, meş û xwepêşengan bi biryara walîtî û qeymeqamtiyê tên qedexekirin û hinceta qedexeyan dispêrin hinek xalên qanûna îdara taybet a navend û qanûnê. Cevahîrê nirxandina xwe wiha domand: “Li gorî van xalan, pergala cemawerî ewlehiya cemawerî, parastina azadî û mafên kes an jî parastina tenduristiya ahlaq hincet tên nîşan dan. Ji ber vê jî her qad, park û kolan li seranserê bajar tê qedexekirin. Ev wek 15 roj berdewam dike. Bênavber ji 2016’an heta niha ev qedexe didomin.”
 
‘Di 25’ê Mijdarê de li jinan tundî kirin’
 
Cevahîrê bi lêv kir ku li Geverê demên dawî de di çalakiyê ku tên xwestin bên kirin polîs hêza bê sînor bikar tîne û wiha diyar kir: “Di çalakiyan de polîs tundî û zextê li rêveberên HDP’ê dike. Li parlamenter, rêveber û rojnamegeran hêza bê sînor tê bikaranîn. Di 25’ê Mijdarê de jinan xwest bimeşin. Piştî meşê xwestin li ber avahiya HDP’ê daxuyaniyê bidin. Lê polîsan asteng kirin. Tundî li jinan kirin û bi zor xistin avahiya HDP’ê. Di 25’ê Mijdarê de li jinan tundî kirin tiştek ecibe. Di 27’ê Mijdarê de jî meşa li dijî şer û operasyonan hat astengkirin. Rojek beriya meşê 36 saetan qedexeya ketin û derketina navçeyê û meşê hat îlankirin.”
 
‘Meşên HDP’ê tên astengkirin’
 
Cevahîrê daxuyakirin ku ev qedexeyên bê navber li Colemêrg û navçeyên wê pêk tên dibin sedema binpêkirina mafan û ji 2016’an heta niha li seranserê Colemêrgê mafê welatiyan tê binpêkirin. Cevahîrê ev nirxandin kir: “Xalên 13,26 û 34’an mafê mirovan vedibêje. Em li vê dinêrin welatî xwe nikarin bigihînin mafê xwe ji ber Walîtî 15 rojan carê asteng dike. Li gorî qanûna îdara navendê, li gorî qanûna meş xwepêşendan û civînan, çalakiyên ku qeymeqamtî û walîtî erê dike, dihewîne.  Çalakiyên ku Walîtî û qeymeqamtî erê nakin mixabin pêk nayên. Bi taybet meş û çalakiyên ku HDP dixwazin bikin, tên astengkirin.”
 
‘Em ê şopdarê pêvajoyê bin’
 
Cevahîrê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ev qedexeyên tên dayîn li dijî destura bingehîn, peymana mafê mirovane  û wiha dawî lê anî: “Ev binpêkirinên mafan bi destê dewletê pêk tên. 6 sale bê navber ev qedexe didomin. Ev li dijî destura bingehîne. OHD’a Colemêrgê der barê qedexeya dawî ya di 27’ê Mijdarê de 36 saetan berdewam kir de li îdarê doz vekir. Berê jî me li dijî qedexeyan doz vekiribûn. Yên didomin hene. Lê hîna encamek nehatiye girtin. Em li dijî binpêkirinan têkoşîna hiqûqî didin. Em ê şopdarê pêvajoya hiqûqî bin.”