Garîbe sûcdar kirin, girtîgeh parastin

  • 09:04 9 Kanûn 2022
  • Hiqûq
 
Marta Somek
 
STENBOL - Garîbe Gezer li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar Yek a Kandirayê hat qetilkirin û di ser bûyerê re salek derbas bû. Tevî dîmenên îşkenceyê jî biryara neşopandinê dan. Parêzer Jiyan Tosun diyar kir ku di dosyayê de girtîgeh hatiye parastin û Garîbe hatiye sûcdarkirin û wê dosyayê bibin DDB û DMME’yê. 
 
Garîbe Gezer piştî qedexeyên derketina derve ya li Nisêbîna Mêrdînê di 2016’an de dema diçû Kutahyayê hat girtin û di 9’ê Kanûna 2021’ê de li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar Yek a Kandirayê hat qetilkirin.
 
 Li girtîgeha jinan a Bunyan a Kayseriyê piştî cezayê hucreyê lê hat birîn di Adara 2021’ê de surugnê girtîgeha Kandirayê hat kirin û li wir tundiya sîstematîk, destdirêjî lê hat kirin û heta întîxarê çû. Piştî 22 roj cezayê hucreyê şûnde Garîbeyê xwest bikeve hucra sê kes lê dimîne û lê ew bi zor birin hucra yek kesî. Garîbeyê ev qebûl nekir û gardiyanan ew birin odeya bi sunger. Li wir jî li Garîbeyê îşkence û destdirêjî hat kirin.
 
Xwest dawî li jiyana xwe bîne, doktor derman nekir
 
Garîbeyê tiştên jiya hewl da ji parêzer û xwişka xwe re bêje. Gelek nameyên wê nehatin şandin. Bi hinceta parçeyek sungerê qelaştibû 11 roj cezayê hucreyê danê. Garîbeyê tiştên jiya ji xwişka xwe Asya Gezer re vegot. Ji ber vê der barê Garîbeyê de lêpirsîna dîsîplînê hat vekirin û 5 roj cezayê hucrê danê. Tevî Garîbeyê li serdozgeriya Girtîgeha Kandirayê û Dadgeriya Înfaza Kocaeliyê  destdirêjî vegot jî lêpirsînek nehat vekirin.  Garîbeyê ji ber tundî û îşkencê xwest dawî li jiyana xwe bîne. Serê wê xwîn jê dihat û li revîrê bi saetan nehat dermankirin.
 
Piştî tiştên hatin jiyîn rêveberiya girtîgehê guherî
 
Garîbe destdirêjî û îşkence ji parêzerên xwe re vegot. Parêzera Buroya alîkariya Hiqûqî ya li dijî Destdirêjiyê Eren Keskîn, Jiyan Tosun û Jiyan Kaya li ser daxwaza Garîbeyê  di cotmeha 2021’ê de der barê gardiyanan de  û doktor Îsmaîl Ulker de li serdozgeriya girtîgeha Kandirayê serlêdana sûc kirin. Bi zexta rayagiştî rêveberiya girtîgeha Hejmar Yek a Kandirayê guherî.
 
Garîbeyê hişyar kiribû
 
Garîbeyê bi hevkariya malbatê peyam şandibû ajansa me û gotibû kêm be jî zext kêm bûne lê nêzîkatiya rêveberiya girtîgehê didome û binpêkirin tên jiyîn. Garîbeyê di axaftina xwe de hişyariya pêvajoya ku wê berbi mirinê ve dibe kiribû. di 9’ê Kanûna 2021’ê de Garîbe di hucra dima de qetilkirî hat dîtin. Lê dijhiqûqî neqedyan.  Parêzerên Garîbeyê di 15’ê Kanûnê de diyar kirin ku lêpirsîna der barê mirinê de hatiye vekirin biryara veşartiyê dane. Hevalên Garîbeyê diyar kirin ku dema Garîbe hatiye dîtin tu mudaxale nehatiye kirin û sê deqeyan anîna kamerayê payîne û wê demê nebza wê diavêt.
 
Ji DBB’ê veger tune ye
 
Parêzeran di Adara 2022’an de serî li Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) dan.  Lê der barê vê serlêdanê de tu bersiveke erênî an jî neyînî nehat dayîn. Piştî 11 mehan şûnde di 22’ê Mijdara 2022’an de  ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Kandirayê ve der barê mirina Garîbe Gezer de biryara ‘cih ji lêpirsînê re tune’ hat dayîn.  Hat îdiakirin ku delîlên têr nehatine dîtin û dosya ku ji 700 rupelî pêk dihat tenê ji îsrafa kaxizê pêkan e. Di 25’ê Mijdarê de dîmenên îşkenca li Garîbeyê hatibûn kirin di qeydên kamerayan de hatin dîtin. Di dîmenên ku ajansa me xwe gîhandê de gelek gardiyan û memurên girtîgehê  Garîbeyê digirin bi erdê re kaş dikin û dengê qîrînê tê dîtin. Gardiyanên jin û mêr wê dibin odeyê û dîsa gardiyanekî din jop dibe odeyê.
 
Parêzera Garîbeyê Jiyan Tosun der barê pêvajoyê de ji ajansa me re axivî.
 
Belge nedan parêzeran
 
Jiyanê da zanîn ku beriya Garîbe bê qeitkirin der barê îşkence û destdirêjiyê de serlêdan kirine û piştî qetilkirinê bi lez biryara veşariyê dane ser û got: “Bi awayekî lez di nav salek û nîvê de biryara ‘cih ji lêpirsînê re tune’ dan. Me parêzeran biryara neşopandinê di Adara 2022’an bir DDB’ê. Lê der barê dosyayê de hîna pêngavek nehatiye avêtin. Der barê qetilkirina dosyayê de jî biryara veşartiyê anîn. Em parêzer nikarin xwe bigihînin tu dosyayekê.”
Jiyanê destnîşan kirku ji derveyê lêpirsînê tên hiştin û wiha daxuyand: “Piştî biryara cih ji lêpirsînê re tune hat dayîn me dît ku di dosyayê de çi hene. Di dosyayê de tu pêşketin tune. Yanî di dosya ji du klasoran pêk tê de, ev tişt hene. Serlêdanên sûc yên ji girtîgehan hatine, klasorek zêdetir ji vê pêk tê. Ya din jî îfadeyên gardiyanên bi sifata şahid hatine guhdarkirin, cih digire.”
 
Binpêkirin nehatin lêkolînkirin
 
Jiyanê bi lêv kir ku di dosya der barê rayedarên girtîgehê de tu tiştek tune ye û di dosyayê de tu kesekî ku bi sifata gumanbariyê îfade jê hatiye girtin tune ye, rayedarên girtîgehê jî bi sifata şahidiyê îfada wan nehatine girtin. Jiyanê bi lêv kir ku tu binpêkirin nehatine lêkolînkirin û wiha dirêjî dayê: “Di rapora otopsiyê de jî çi hatiye nivîsîn nayê zanîn. Lêpirsîneke bi polîtîka bêcezahiştinê tê meşandinê heye û mixabin hat girtin. Dosya lêpirsînê ji bo bê girtin hat meşandin.Em ê heta DDB û DMME’ê biçin. Di salekê de tu usuleke hiqûqî di dosyayê de pêk nehat. Lêpirsînek yek alî hat meşandin. Em ê heta dawî şopdarê dosyayê bin.”