Di daxwaza welatibûna wekhev de bi biryar in: Elewitî nakeve tûrikan!

  • 09:08 8 Kanûn 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Endama Meclîsa Jinan a DAD û aktîvîsta Elewî Nergîs Guzel da zanîn ku li dijî qanûna tûrik wê ne dest ji têkoşînê ne jî dest ji bilindkirina deng berdin û got: “Wek her tim em dibêjin ‘Elewîtî nakeve tûrikê’. Em tu car vê qebûl nakin. Em ji bo vê têkoşîna xwe didomînin.”
 
Bi sed sal in li hember civaka Elewî êrişên nîjadperest û komkujî pêk tên. Dîroka nêz de komkujiyên Koçgirî, Çorum, Meletî, Sêwas û Dêrsîmê pêk hatin. Li Tirkiyeyê civaka elewî bi zimanê xwe nikarin perwerda xwe bigirin û li dibistanan dersên olî jî dibînin. Li aliyê din jî li hember malên cemê, karkegeriyên elewiyan û îbadetxaneyan êriş pêk tên.
 
Mînaka dawî di 18’ê mijdarê de li Mersînê pêk hat. 5 malên Elewî hatin nîşankirin. Piştî bûyerê Walîtiya Mersînê bi lez û bez daxuyanî da û îdia kir ku ‘ji ber xusumeta navbera cîranan’ pêk hatiye. Civaka elewî ku her tim di hedefa êrişan de ne, tevî her tiştî dest ji daxwazên xwe bernadin.
 
Elewî kanûna tûrik naxwazin
 
Bi biryarnameya Serokomariyê re di bin Wezareta Çand û Turîzmê de Serokatiya Malacem û çandê ya Alevî-Beştaşî hat avakirin û îlana wê di 9’ê mijdarê de di rojnameya fermî de hat weşandin. Di 17’ê mijdarê de bi qanûna tûrik a ji meclîsê derbas bû rêveberî û hemû faliyetên Malacemê bi vê saziyê ve hat girêdan. Di qanûna tûrik de tê diyar kirin ku ji bo çêkirina malên cemê wê ji qeymeqam û walî destur bê girtin, şaredarî û îdara taybet jî rayeya çêkirinê bide. Her wiha di tûrik de dîsa tê gotin ku wê fatura ceyran û avê ya malên cemê jî dewlet bide. Rêxistinên Elewiyan bertek nîşanê kanûnê dan û di 8’ê Mijdarê de berbi meclîsê ve meşek pêk anîn û gotin ‘Ew ne kanûna tûrik, welatibûna wekhev dixwazin.”
 
Endama Meclîsa Jinan a Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) û aktîvîsta Elewî Nergîs Guzel der barê mijarê de axivî.
 
Polîtîkayên netewperestî û asîmîlasyonê
 
Nergîsê da zanîn ku bi hedê kesî neketiye ku baweriya gelekî di tûrik de sînor bikin û got: “Hele ku kesên ne Elewîne û der barê Elewiyan de biryarê didin. Em vê qebûl nakin. Elewîtî di tûrikan de nayê sînorkirin. Em ji despêka jiyanê d ehene. Em ji baweriya qedîm tên. Hûn nikarin vê wek olek dogmatîk diyar bikin. Ev ji destpêka komarê de ye wisa ye. Lê ev pêvajo hemû baweriyan asîmîle dike.”
 
‘Wek depoya dengan dibînin’ 
 
Nergîsê daxuyakirin ku beriya vê pêvajoyê jî gelek komkujî hatine jiyîn û wiha dirêjî dayê: “Dewlet û desthilatdariyan heta salên 80’ê ev polîtîka meşandine. Hewl dane baweriya Elewî bi sapkiniyê ve bê danîn. Lê piştî demekê dîtin ku polîtîka kêrî tiştekî nake. Vê carê jî stratejî guhertin. Hewl dan bi Elewiyan re têkiliyê deynin. Tiştên ku ev çend sal in tê kirinê ne. Elewiyan der barê baweriya xwe de şûnde gav navêtine. Elewiyan xwest diyanet bê girtin. Çû Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa. Ev du sale  cigirê wezîrê karê hundir çû saziyên elewiyan, malên cemê û gundan. Wekê hewcedariya Elewiyan bi mal heye der barê hewcedariyên malên cemê de xebat meşand. Ev jî nîşan dide ku desthilatdarî Elewiyan wek depoya dengan dibîne.”
 
Elewiyan dengê xwe bilind kirin
 
Nergîsê wiha berdewam kir: “Serokokmar 8’ê tebaxê de çû mala cemê ya Huseyîn Gazî ya li Enqereyê. Piştre şû Dergaha Şahkulu. Li wir daxuyaniyek da. Got wê elewitiyê bi wezareta çand û turîzmê ve girê bidin û mûçe bidin kalan, çend kadroyan bidin, di kadroyan de wê rayedarên dewletê yên der barê Elewitiyê de plansaziyan dikin, cih bigirin. Mûçeyê ji bo kalan û mijara av û ceyranê di kanûna tûrik de deras bû. Elewiyên li dijî vê demek dirêj bû bêdeng bûn derketin kolanan. Lê vê carê polîs êrîşê wan kir. Em elewî welatibûna wekhev dixwazin. Em parçeyek vî welatîne. Nêzî 20 mîlyon elewî hene li vî welatî. Bila dersên olî yên ferzkirî bên rakirin. Em mafê perwerda bi zimanê xwe dixwazin. Em tu car dest ji têkoşîna xwe bernadin.”