Aslihan Tîmur: Em serî natewînin

  • 09:07 8 Kanûn 2022
  • Rojane
 
WAN - Dayika girtiyê bi navê Botan Tîmur ê li girtîgeha Tîpa F ya Wanê girtî ye, Aslihan Tîmur da zanîn ku bi dehan carî îşkence li kurê wê hatiye kirin, ji ber tundiya lê hatiye kirin nexweşî lê peyda bûne û got: “Em vê îşkencê qebûl nakin. Mafê me binpê dikin. Em ê li hemberî tu kesî serî netewînin.”
 
Botan Tîmur a li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Wanê girtî ye, 7 sale di girtîgehê de ye. Botan Tîmur bi ‘alîkariya rêxistinê’ hat darizandin û dema hat girtin mehekê li girtîgeha Colemêrgê ma piştre şandin girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Sîncan a Enqereyê. Botan piştî demekê hat berdan û dîsa hat girtin. Botan birin girtîgeha Wanê. 7 sale tê girtin. Dayika wî Aslihan Tîmur der barê rewşa kurê xwe de axivî.
 
Aslihan Tîmur da zanîn ku kurê wê 15 salî hatiye girtin û ji ber rê dûr bûye ji Colemêrgê hatine Wanê. Aslihanê got: “Di encama îxbarê de polîsan bi ser mala me de girtin. Botan girtin û birin. Tu sûcê wî tunebû.”
 
‘Dixwazin ji jiyanê qût bikin’
 
Aslihanê balkişand ser rewşa kurê xwe û diyar kir ku gelek caran îşkence li kurê wê hatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Pir caran îşkence lê kirin. Li ser betonê radiza. Îşkence lê kirin. Diranên wî şikandin. Serê şikandin. Dixwazin ji jiyanê qût bikin.”
 
‘Nikare ji faliyetên sporê fêdeyê bigire’
 
Aslihanê di berdewamiyê de nêrînên xwe wiha anî ziman: “Botan 7 sale girtiye û ji tu faliyeteke sporê fêdeyê nagire. Bi salane di odeyekê de bi sê kesî re dimîne. Ji faliyetan fêdeyê nagire. Nikarin tu bernameyekê pêk bînin.Li ser girtyan zextên giran hene. Tundiyê li girtiyan dikin. Nîvê şevê bi ser odeyan digirin.  Pirtûkên wan desteser dikin. Cilê wan digirin. Em vê çawa qebûl bikin.”
 
‘Gardiyan em tehdîd kirin’
 
Aslihanê destnîşan kir ku di 24’ê mijdarê de çûne hevdîtinê lê bi pirsgirêkê re hatine rû hev û wiha daxuyand: “Me silav da girtiyên gel kurê min Adnan Mîrzaî û Develî Acar. Ji ber vê gardiyanan em tehdîd kirin.  Gardiyanan ji kurê min re got ‘min tu hişyar kiribûy.’ Min got çima tu tehdîd dikî. Got qedexeye. Lê em van pêkanînan qebûl nakin. Ev heqeret li dijî mafê me ne. Em li hember tu kesî serî natewînin.”