Rêxistinên jinan: Em li cem têkoşîna azadiya Gelê Kurd in

  • 09:04 7 Kanûn 2022
  • Ramyarî
 
Gulistan Dursun
 
STENBOL - Nûnerên rêxistinên jinan bertek nîşanê êrişên ku Tirkiye li hemberî Rojava dane destpêkirin, dan û gotin: “Peywira me ev e, em ruyê şer îfşa bikin, ligel têkoşîna azadiya Gelê Kurd bin, bi hev re têbikoşin.”
 
Tirkiyeyê di 19’ê mijdarê de li hember Bakur û Rojhilatê Sûriye û Kobanê êriş dan destpêkirin û bê navber didomin. Di êrişan de ku bi balafirên şer û obusan gelek cih hatin bombebarankirin, bi dehan kes hatin qetilkirin. Li dijî êrişan ji Kurdistan heta Ewropa ji Tirkiyeyê heta Rojhilata Navîn li her derê gel daket kolanan û çalakiyê protestoyî pêk anîn. Dîsa parêzvanên mafê mirovan, saziyên navneteweyî, siyasetmedar û hiqûqnasan bertekên xwe anîn ziman, banga bidawîkirina êrişan kirin.
 
Nûnerên rêxistinên jinan der barê êrîşan de ji ajansa me re axivîn.
 
Bi polîtîkayên şer dixwaze desthilatdariya xwe mayînde bike
 
Hevberdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konukçu êrişa bombeyî ya li Taksîmê wek polîtîka destpêkirina şer nirxand û wiha vegot: “Piştî teqîna Taskîmê êrişa li hember Rojava li hember herêmên kurd destpêkirin. Ev jî nîşan dide ku em ketine pêvajoya hilbijartinê. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo faşîzma xwe xurt bike, bi gotinên netewperest û polîtîkayên şer hebûna xwe diparêze. Hewl dide netewperestiyÊ gur bike û bi vê jî HDP’ê û tifaqa Ked û Azadiyê belav bike, krîmînalîze bike. Divê em li dijî vê baldar bin. Bi polîtîkayên şer hewl dide pêşî li têkoşîna kedkr, gelên bindest, gelê Kurd û kedkarên Tirkiyeyê bigirin.”
 
Wê têkoşîna yekbûyî faşîzmê têk bibe
 
Kezbanê destnîşan kir ku ji ber Kobanê neketiye hêrsa desthilatdariyê mezin bûye û li dijî êrişan banga têkoşîna yekbûyî kir: “Li gorî xwe êrişên sembolê me dikin. Lê divê em xwedî hişmend bin. Heta dînamîkên têkoşînên bajarên Rojava û Gelê Kurd nebe yek wê faşîzm têk neçe. Divê em vê yekitiyê li kolanan ava bikin. Bi yekitiya wê demê ya li kolanan Kobanê neketibû. Hîna jî êşa wê dijîn. Ji ber li herêmê hîna li gorî dilê xwe nikarin tevbigerin. Divê em di vê hişmendiyê de tevbigerin.”
 
‘Divê em têkoşînê bihûnin’
 
Kezbanê her wiha daxuyakirin ku yek ji nokteya di ya ku faşîzma desthilatdariyê dide zorê Tevgera Azadiya Kurd e û wiha dirêjî dayê: “Ger ku em navberê bikin navbera xwe û Tevgera Azadiya Kurd bi rastî em ê bisernekevin. Tevgera Azadiya Kurd berxwedanek mezin datîne holê. Ji ber vê jî Tevgera Azadiya Kurd ji bo wan xetereye. Ji ber vê divê em xurt biskeinin em zemînên yekitiyê biparêzin û pêş bixînin. Divê em li gel têkoşîna azadiya Gelê Kurd bisekinin. Divê em li dijî êrişên li hember Rojava têkoşîna yekbûyî bimeşînin.”
 
‘Em ê heta dawî li dijî şer bin’
 
Endama Jin bi Hev re bi Hêz in (KBG) Erîde Eralp jî diyar kir ku şerê li Rojava tê jiyîn dibe sedema pirsgirêkên mezin û me ev di pêvajoya 2014-2015’an de jiyaye û wiha anî ziman: “Şerê li dijî DAIŞ’ê bi ser ket. Bi êrişa li Kolana Îstîklalê re dest bi êrişan kirin. Hîna rastî derneketibûn holê zemîna şerekî wisa amade dikin. Me ev lîstik berê hemû dîtibûn û jiyabûn. Yên hewl didin me pê bawer dikin bila bizanibin. Em bawer nakin.”
 
‘Em ê dengê xwe li derê bilind bikin’
 
Ji Piştevaniya Jinan a Kirkyama Tulay Korkutan jî anî ziman ku êriş bi giştî bi armanca çavtirsandinê tên kirin û ev nirxandin kir: “Şer ji bo jinan xizanî, destdirêjî, tundî ye. Li her derê divê em dengê xwe bilind bikin. Em ê li dijî vê têkoşîna xwe bilind bikin û di aştiyê de israr bikin.” 
 
Aktîvîsta Jinan a Yenî Demokratîk Sînem Ozkan jî bertek nîşanê êrişan da û da zanîn ku li dijî polîtîkayên şer divê têkoşîn bidome û wiha bidawî kir: “Em daxwazên aştiyê ya jinên ku têdikoşin biparêzin.”