‘Ji bo rakirina tecrîdê dem dema çalakiyê ye’

  • 09:03 7 Kanûn 2022
  • Rojane
 
WAN - Li dijî tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 12’yê kanûnê de wê meşek pêk bê. Jinan ji bo tevlibûna meşê bang kirin û gotin: “Li dijî politîkayên tecrîda li girtîgehan dem ne dema gotinê, dema çalakiyan e.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji sala 1999’an heta niha li girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê di bin şertên giran de tê girtin. Abdullah Ocalan 20 meh in tu agahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê li du bajarên Kurdistanê wê meşek pêk bê. Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtiyan a Med (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Meclîsa Dayikên Aştiyê wê di 11’ê kanûnê de li Amedê di 12’yê Kanûnê de jî li Wanê meşek pêk bê.
 
Li Wanê jinan der barê tecrîdê de nirxandin kirin û ji bo meşa wê pêk bê bang kirin.
 
‘Divê her kes destê xwe bike bin kevir’
 
Rêvebera GOÇDER’ê Ayten Kiran da zanîn ku desthilatdariya AKP-MHP’ê li ser mirovahiyê tecrîdê pêk tîne û tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Aytenê wiha destnîşan kir: “Ji bo destkeftiyên demokratîk divê her kes berxwe bide. Divê her kes peywira xwe bîne cih. Girtî di bin tecrîdê de ne. Divê em tiştekî bikin û bêdeng nemînin. Divê em ligel girtiyan cih bigirin û vê tecrîdê bişkînin.”
 
‘Dema çalakiyan e’
 
Hevseroka HDP’a Artemîtê Berîvan Polat Çaglayan jî berteka xwe ya li dijî tecrîdê anî ziman û got demek dirêje li Îmraliyê tecrîd didome û ev tişt anî ziman: “Meşa 12’yê Kanûnê bi armanca balê bikşînin ser tecrîdê wê pêk bê. Destilatdarî li girtîgehan tecrîdê pêk tîne û bedelên giran bi girtiyan dide. Em têkoşîna vê didin. Heta tecrîda li Îmraliyê ranebe tecrîda li ser Gelê Kurd jî didome. Ji bo rakirina tecrîdê dem ne dema gotinê ye dem dema çalakiyan e. Li dijî zilmê divê gel dakevin qadan. Rewşa girtiyên nexweş her diçe giran dibe. Hêviya min ev e ku her kes li dijî zilmê dengê xwe bilind bike. Ez her kesî vexwendiyê têkoşînê dikim.”
 
Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyun jî bi lêv kir ku ji ber tecrîda pêk tê welat hatiye ber tunebûnê û wiha dawî lê anî: “Ji roja hevdîtin hatine birîn heta niha welat veguheriye cihê ji agir. Li her qadê krîza aborî, siyasî û şer giran bûye. Li dijî binpêkirinên mafan yên li îmraliyê û li hemû girtîgehan em ê li qadan bin.”