Jinên siyasetmedar: Wê li dijî êrişên polîtîkayên taybet, şoreşa jinê bi ser bikeve

  • 09:01 7 Kanûn 2022
  • Rojane
Sema Çaglak-Medya Uren
 
ŞIRNEX - Jinên siyasetmedar li Şirnexê polîtîkayên êrişên taybet ên ku bi taybetî li ser jina kurd û siyaseta jinê tê meşandin, nirxandin  û gotin: “Dewleta tirk dixwaze bi rêya êrişên tabet jinan bixin û bi wê re civakê bixin. Lê belê ev bêtemuliya wan û tirsa wan a li hember têkoşîna jinê dide xuyakirin. Ew jî dizanin, em jî dizanin wê şoreşa jinê bi ser bikeve.”
 
Bi polîtîkayên êrişên taybet ên li ser jinên kurd tên meşandin ve girêdayî her roj bûyerek nû rû dide. Destdirêjî, tecawiz, tundiya memûran li jinan tê kirin û gef li wan tê xwarin. Gelek ji wan an ji aliyê heman kesan ve tên qetilkirin an jî întixar li wan tê ferzkirin. Jinên siyasetmedar têkildarî texrîbatên van polîtîkayan û girîngiya xweparastinê, nirxandin.
 
‘Li ser Kurdistanê êrişek taybet heye’
 
Berdevka Meclîsa HDP’ê ya Qoserê Jiyan Oner a ku polîtîkayên dewletê rexne kir wiha got: “Ev polîtîkayên taybet li tevahî cîhanê heye û em dibînin ku herî zêde jî li ser Rojhilata Navîn tê lîstin. Tirkiyeya ku weke amûra van lîstokan e ji bo axa Kurdistanê bigire hemû rêbazan bi kar tîne. Dema em li demê berê dinêrin ev polîtîka bi awayekî veşartî dihatin birêvebibin, lê îro bi awayekî vekirî polîtîkayên xwe yên qirêj li ser Kurdistanê didin meşandin. Yek ji mînakên van jî komkujiyên li ser jinan ên ku zêde bûne ye. Bi taybetî ev komkujî tên rewakirin û bi polîtîkayên bêcezatiyê re têne nixumandin. Beriya niha çend rojan hevalek me ya jin ji aliyê birayê xwe ve li Rihayê hate qetilkirin. Bi aweyekî vekirî ev êriş pêk tê, bê guman e ku bi piştgiriya hinekan pêk hat. Dizanin ku wê ceza negirin û dizanin ku dewleteke çav li tundî, komkujî, destdirêjî, tecawuzê digire heye.”
 
‘Divê em tim yek bin’
 
Jiyan diyar kir ku hewl didin bi xistina jinê re civakê bixin û wiha berdewam kir: “Hesasiyetên civakê dizanin û bi wê riyê êriş dikin. Destdirêjî, tecawiz, fihuş û bi wan rêbazan hewl didin jinan bixin. Di aliyê hestiyariyê de hewl didin jinan bixapînin. Ev jî herî zêde bi riya polîs, çete û memûrên dewletê pêk tên. Ev kes bi riya gefan dikarin her tiştî bikin. Ger ku pişta wan nehatiba girtin wan nikaribûn bi awayekî azad ev tişt bikirana. Li cihê ceza bidin wan xelat dikin. Mînaka Îpek Er yek ji van e. Tiştê pêwîst a em bikin jî şiyarbûn e. Divê em van polîtîkayan baş çareser bikin û li hemberî wê jî bertekên xwe nîşan bidin. Divê êdî jin bikevin di ferqa hêza xwe de û ji xwe û zarokên xwe re jî bibin parastvan. Divê jin ji bo malbatên xwe holeke aram ava bikin. Ger ku bixwazin wê bê guman bikaribin. Divê em bi hev re di nava alîkarî û piştgiriyê de bin. Divê em ji hişmendiya bila nêzî me nebe çi dibe bila bibe derbikevin. Ev fikir me paşve dibe. Divê em hevdu agahdar bikin û pêşve bibin. Divê em bêdeng nemînin. Her ku em bêdeng dimînin jî komkujiyên li ser jinan zêde dibin.
 
‘Dewlet çi dike bila bike bi ser nakeve’
 
Endama Meclîsa Şaredariya Êlihê Mehtiye Demîr têkildarî êrişên taybet ên Tirkiye dide meşandin axivî û got: “Êrişek taybet ku zêdetir li hemberî jinan tê meşandin heye. Bi taybetî jî rêbazên vê êrişê bi giranî fuhuş û tiryak e. Ciwanên me hemû fêrî van yekan bûne. Yên wan fêr dikin çavê xwe digirin. Heta ev yek zirarê dide kes û dide civakê jî. Ev hemû jî li hesabê wan tê. Di vî warî de xemgîniyek me heye. Ev politikaya qirêj li ser ciwanên me dimeşînin. Bi vî rengî dixwazin aramiya me xira bikin, me parçe bikin û me li hember hevdu bidin reşkirin. Divê li hemberî vê em şiyar bin. Van yekan baş çareser bikin û li hemberî wê jî sekna xwe biparêzin. Divê em neyên lîstokên wan. Lewra çi dibe bila bibe jî riya me girêdana me diyar e. Dibe ku zarokan û ciwanan bixin van riyan lê wê ev polîtîkayên qirêj me ji daxwaza me dûr nexe. Ew ê negihêjin armancên xwe. Wê yekîtiya me xira nekin. Heta ku ev hizir û ramanên me hebin dewlet çi rêbazê bi kar tîne bila bîne ew ê nikaribin bi ser bikevin.”
 
‘Em ê ruxmê her tiştî bixebitin û bi ser bikevin’
 
Endama Meclîsa Şaredariya HDP'ê ya Milazgirê Munever Ceylan jî da zanîn ku polîtîkayên êrişên taybet ên bi taybetî li ser jinên kurd tên meşandin di astek gelek eşkere de ye û got:"Ev êriş êdî hatiye rewşek qirêj ku hewil didin bi rêbazên fihuş û tiryakê encamê bigirin. Li aliyekî din jî ji bo ji qadên civakî û siyasî jî dûr bixin hewl didin. Em dibînin, li dijî siyaseta jina kurd dide meşandin çiqasî bêtehemuliya wan heye. Bi oporesyonên qirkirina siyasî re jî jinan tewanbar dikin. Ev rêbaza bloka AKP-MHP’ê ye ku ji bo xwe li ser lingan bigire pêk tîne. Em dizanin, em tim qala van êrişan dikin, ya girîng êdî em ê çawa bikaribin li hemberî wê bisekinin. Ew ê nikaribin me bi van yekan re bixin. Em ê bi her awayî têbikoşin û xebatên xwe bidin meşandin. Emê li qadan bin û wê şoreşa jinan bi ser bikeve.”