Hevseroka OHD’ê ya Amedê: Bêalîbûna CPT'yê nemaye

  • 09:02 6 Kanûn 2022
  • Hiqûq
 
Rojda Aydin 
 
AMED - Hevseroka OHD'ê ya Şaxa Amedê Ozum Vurgun, diyar kir ku di rastiyê de, CPT ku weke saziyeke bêalî tevdigere, êdî di vê pêvajoyê de bêalîtiya wî nemaye, bi tevahî dewletparêz e û  li gor dewletan nêz dibe û got: "Nêzîkatiya Abdullah Ocalan a li vir bi rastî jî gelekî zelal e. Pir eşkere nîşan dide ku ew bêalîbûna xwe eşkere nake. CPT gelek caran çûye Girava Îmraliyê û derbarê vê de tu rapor û agahî nedaye."
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind tê ragirtin, 20 meh in tu agahî nayê girtin. Herî dawî heyeta Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di navbera 20-29'ê îlonê de çû Girava Îmraliyê û eşkere kiribû ku bi Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din re hevdîtin kiriye. CPT têkildarî rewşa Abdullah Ocalan tu tiştekî parve nekir û Parêzerên Abdullah Ocalan diyar kirin ku CPT’ê ji wan re gotiye ku Abdullah Ocalan hevdîtinê red kiriye. 
 
Her wiha serlêdanên ku malbat û parêzer li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê û Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê dikin an bi hinceta cezayên “dîsîplînê” tên redkirin an jî bê bersiv tên hiştin. Hevseroka Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê parêzer Ozum Vurgun tecrîda li Îmraliyê, helwesta CPT û serlêdana parêzeran a li baroyên bajaran nirxand.
 
* Bi salan e tecrîd giran heye û ev nêzî 2 sal in tu agahî ji Girava Îmraliyê nayê girtin. Hemû serlêdan ji ber cezayên dîsîplînê û hincetên cuda tên redkirin. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
 
Pergala tecrîdê pêvajoyek e ku li Girava Îmraliyê dest pê kir û li Girava Îmraliyê giran bû û piştre bandor li tevahiya welat kir. Divê em ne bi tenê tecrîda li ser girtîgehan, behsa tecrîda ku hemû Tirkiyeyê pêk tê bikin. Me her tim li ser tecrîdê digot, ‘kuştina bi zanebûn’ e. Hewldana kuştinê ye û rewşeke ku şert û mercên tecrîdê girantir dibe heye. 
 
Bêhiqûqî bandorê li Tirkiyeyê dike 
 
4 muwekîlên me yên li Girava Îmraliyê tên girtin ji sala 2018’an û vir ve hevdîtin pêk nehatine, hevdîtina herî dawî di adara 2021’ê de pêk hatiye û ev jî bi rêya telefonê hevdîtin pêk hatiye. Hevdîtina telefonê ya bi malbatê re qut bû û piştre êdî tu têkilî çênebû. Bi awayekî pir zelal nîşan dide ku sîstema hiqûqa Tirkiyeyê çawa hatiye rûxandin û ev sîstema hiqûqî ji aliyê hikûmetê ve çawa li ser hiqûqê derketiye holê. Hikûmet bi rêbazên şer, zextên li ser gel, sîstematîkên nehiqûqî, binçavkirinan di hiqûqê de pergaleke xwe cih kirinê ava kir û zextên xwe yên li ser hiqûqê zêde kir. Vê tiştê jî yekem li Girava Îmraliyê da destpêkirin. Di rastiyê de, em dikarin van xwendinên li vir ne wekî şewqa Tirkiyeyê, her cure bêhiqûqiya ku li Girava Îmraliyê hatiye destpêkirin bandorê li Tirkiyeyê ku dike em dikarin bixwînin. Ji ber ku hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê her cure kiryarên derqanûnî yên li dijî kurdan pêşî li Îmraliyê tên meşandin. Piştî ku pêk hat, li ser Gelê Kurd tê pêkanîn. Piştre jî li ser hemû beşên muxalîf ên Tirkiyeyê tên meşandin û ev jî vediguhere wek pergalekî.
 
Ev cînayet e
 
Dema ku ronîkirina tecrîdê an jî şert û mercên tecrîdê di warê hiqûqî de tên nirxandin, pir eşkere tê dîtin ku ji mafên mirovan cuda ye û zerarê dide rûmeta mirovan. Weke ku me got li ser kesên ku li gorî daneyên cîhanê rastî tecrîda girankirî ma û daneyên ku hatine parvekirin, ev hewldana cînayetê ye. Di rastiyê de dewlet li dijî 4 girtiyên ku di Girava Îmraliyê de, li dijî girtiyan di nava hewldana kuştinê, tunekirina derûniyê, tunekirina sosyolojîkê de ye. Di pêvajoyeke ku bi hiqûqê re nagunce, bi temamî di çarçoveya hiqûqa sûc a dijmin de dimeşe û ji aliyê dijminatiyê ve nêzîk dibe, girtî weke girtiyan nayên girtin. Li dijî mirovahiyê, li dijî mafê jiyanê, mafên mirovan ên tenduristî, jiyana taybet û malbatê jî ku di makeqanûnê de hene, bi tevahî tên tunekirin. Nehiştina hevdîtina bi parêzerên xwe re jî rê li ber edaletê digire. Hemû biryarên derbarê 4 muwekîlên me yên li Girava Îmraliyê de biryarên ku desthilatdarî û şêwaza rêveberiya heyî ya li Tirkiyeyê di qada hiqûqî de nîşan dide û zextên wê derdixe holê ye.
 
* OHD'ê bi giştî derbarê tecrîdê de çi hewldanan kir? We ji hewildanên xwe encam girt?
 
Weke ku tê zanîn me ewil metna bangê weşand. Me bi OHD, ÎHD, ÇHD û gelek saziyên din re metna bangê weşand. Di vê metna bangawaziyê de 768 parêzeran îmze avêtin vê bangê. Ew yek ji metnên bangewaziyê yên herî bilind bû ku heta niha li Tirkiyeyê hatiye çêkirin, dema ku di warê parêzeran de were nirxandin. OHD di şeklê saziyekê de bû ku girîngiyê da vê hevkariyê. Di vê hevkariyê de cih girt û li pêşiya xwe kir hedef. Piştî vê yekê tu bersiv ji tu bangên me bersiv nehat dayîn jî, 765 parêzeran ji bo bi belgeya destûrê biçin Îmraliyê, di vê demê de gava duyemîn avêtin û xebatan meşandin. 
 
Li Amedê 105 parêzer serî li baroyan da 
 
Dîsa bi pêşengiya OHD'ê gelek parêzvanên mafên mirovan û parêzerên saziyên ku li ser serlêdanên mafan dixebitin bi belgeyên destûrnameyê serlêdan kirin. Ji bo vê jî tu bersiv nehat dayîn. Mirov dikare wiha bibêje ku sedema redkirina me, di nav redkirin û qebûlkirinê de tu pêvajoyek tuneye. Rewşeke bêbersiv heye. Ji ber ku eger bê redkirin jî, em ê di warê hiqûqa Tirkiyeyê de di pergala hiqûqê de danûstandinên xwe bi awayekî pir zelal bikaribin pêk bînin. Em ê di qada hiqûqî de xebatên xwe bimeşînin. Ez vê yekê ji we re bêjim ji ber ku ew niha şerm dikin ku bersivek neqanûnî bidin. Li şûna ku bersivek nehiqûqî bidin, em niha weke bêdengiyekê dibînin. Li ser vê yekê tu bersiv ji belgeyên destûrnameyê re nehat dayîn. Di pêvajoyeke wiha de parêzeran di bin pêşengiya OHD’ê de pêvajoyek wiha dane destpêkirin; li Amedê wek 105 parêzer me serî li baroyên xwe da û her wiha li bajarên dinê jî me ji bo belgeya destûrnameyê serlêdanan kir. Di serdema dawî de hewl hat dayîn ku pîşeya hiqûqî û parêzvaniyê bê tunekirin.
 
Li Rojhilata Navîn û Ewropayê giştî 1500 parêzer bang kirin
 
Her wiha di bin pêşengiya OHD’ê de li 22 welatên sereke yên Ewropayê 756 parêzer û li Rojhilata Navîn jî nêzî 800 parêzeran bi bangawazî hatin weşandin. Dîsa bi pêşengiya OHD'ê û bi pêkanîna vê lêkolînê, ji bo ku ev rewş di warê nêzîkatiya muwekîlên me de derbikeve holê, di dîrokên cuda de bi banga hevpar ên zêdeyî hezar û 500 parêzerên ji du welatên cuda yên Rojhilata Navîn û Ewropayê hatin weşandin. Lê ji bo vê jî tu bersiv nehat dayîn. Têkildarî vê pêvajoyê em hewl didin bi gelek baroyan re hevdîtinan pêk bînin. OHD ji bo avakirina vê hevkariyê û ji holê rakirina vê bêhiqûqiyê bi saziyên mafên mirovan ên Ewropayê û parêzerên di qada mafan û baroyan de dixebitin bênavber dixebite. Li gorî vê pêvajoyê gav bi gav pêş dikeve.
 
* Di rojên derbasbûyî de parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ragihand ku Abdullah Ocalan hevdîtina bi CPT’yê re red kiriye. Hûn helwesta CPT û red kirina hevdîtinê ya Abdullah Ocalan çawa dinirxînin?
 
Di rastiyê de, CPT ku weke saziyeke bêalî tevdigere, êdî di vê pêvajoyê de bêalîtiya wî nemaye. Bi tevahî dewletparêz e, li gor dewletan nêz dibe. Ev ne tenê li ser Tirkiyeyê ye. Nêzîkatiya li dijî girtiyan û îşkenceyê bi tevahî dewletparêz e. Gelek raporên ku CPT li Tirkiyeyê eşkere nekirine hene. Dema ev tên nirxandin, di çarçoveya sîstematîka xebatê ya CPT’yê de ewil serdana gelek saziyan di pêvajoya wergirtina serlêdan û agahiyan de dikin. Yan serdana girtîgeh yan jî navendên îşkenceyê, li gelek cihên li qadên girtî dikin. 
 
Li vir raporek tê amadekirin û ev rapor ji Tirkiyeyê re tê şandin. Ev rapor ji Tirkiyeyê re tê şandin û benda bersivdayînê dimînin. Paşê di nav xwe de nîqaş dikin ka gelo ew ê raporê biweşînin yan na.  Bi piranî ev pêvajoyek ji bo Tirkiyeyê neçapkirî ye. Divê pêşî bang li CPT bê kirin ku bêalî be. Nêzîkatiya Abdullah Ocalan a li vir bi rastî jî gelekî zelal e. Pir eşkere nîşan dide ku ew bêalîbûna xwe eşkere nake. CPT gelek caran çûye Girava Îmraliyê û derbarê vê de tu rapor û agahî nedaye. Me parêzeran, raya giştî ya cihanê ku dixwazin der barê vê yekê de agahî bigirin, tu agahî parve nekir.
 
CPT ji bo mafê mirovan tu tiştî nekiriye 
 
Li vir jî em bi zelalî dibînin ku CPT bi giranî li ser Tirkiyeyê dixebite û CPT di warê mafên mirovan de ji bo pêvajoya îşkence, muameleya xerab û înfazê de tiştekî nake. Ji ber ku hemû pêkhateyên bi vî rengî li Ewropayê bi mantiqa siyasî dixebitin. Divê em vê pêvajoyê baş bixwînin. Beriya ku em bi vî awayî bixwînin, berê Birêz Abdullah Ocalan ev xwendin kiriye û di berdêla vê de hevdîtinê nekiriye. Ji ber ku dizane ku dê encamek vê tunebe. Sazî û avahiyek ku di warê mafên mirovan de dixebite, ji ber qutbûna telefonê ya di dara 2021'ê vir de nêzî du sal in destûr nayê dayîn ku hevdîtin pêk were. Ev pêvajo binpêkirina rûmeta mirovan e, binpêkirina mafê jiyanê ye, pêvajoyek ku zirarê dide rûmeta mirovan û bi tevahî li dijî pîvanên leşkerî yên girtiyan e. 
 
Tu pêvajo pêş nakeve û hiqûqî jî çênabe
 
Di pêvajoyeke ku li dijî peymana pêkhatinê ya ku Neteweyên Yekbûyî pêk aniye de, rewşa wê ji xwe gelekî zelal e. Ev tişt jî bi zelalî diyar dike ku CPT di kîjan pêkhateyê de ye. Abdullah Ocalan ku CPT ret kiriye ne hedê me ye. Ya rast ji aliyekî ve em lê dinêrin ka ew rêbazek çawa ye, êdî encamek çawa ye û divê daxwaza hevdîtina bi parêzerên xwe re careke din were nûkirin. Bi rastî jî bi zelalî diyar e ku ev çi ye û ew ê nebe mijara çareseriyê û ji me re jî vê tiştê bi zelalî nîşan daye. Divê mirov vê rewşê weke pêvajoyeke ku nîşan dide û ji me re dibêje ku bêyî malbat û parêzer li Girava Îmraliyê bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk neyên, tu pêvajo pêş nakeve û hiqûqî jî çênabe.
 
* Çend roj beriya niha li Amedê 105 parêzeran ji bo tecrîdê serî li Baroya Amedê dabûn. Dîsa li gelek bajaran şaxên OHD'ê ji bo heman çarçoveyê serlêdan kirin. Hûn dikarin hinekî behsa naveroka xebata xwe bikin? Hiqûqnasan di kîjan mijaran de îtîrazan dikin?
 
Ev xebata OHD'ê xebata me ya li ser belgeyên destûrnameyê ye. Di destpêkê de metna banga me û piştî bangê jî ji bo ku em biçin Girava Îmraliyê û bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin, ji bo belgeya destûrnameyê xebitîn û serlêdan kirin. Piştî vê yekê, ev karê ku me kiriye, bi vê yekê ve girêdayî ye ku di hêla pîşeya me ya hiqûqî de destur nayê dayîn ku em bikin. Beriya her tiştî dema ku em di warê parêzeran de nirxandinekê dikin û miwekîlên xwe bidin aliyekî, ji derveyî hiqûqê wêdetir ev pêvajo bi astengiya pîşeya parêzeriyê ve girêdayî ye. 
 
Em dixwzin hevdîtînê pêk bînin 
 
Pêvajoyek bi nêzîkbûna pîşeya parêzertiyê ve girêdayî ye. Em vê yekê di gelek dosyeyên xwe de dibînin. Yek ji mijarên ku niha di Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê de tê nîqaşkirin jî ev e. Ev zirarê dide pîşeya parêzertiyê û tê tunekirin. Ev jî di pergala hiqûqê de nêzîkatiya li dijî parêzeran e. Ji bilî dîtina van di dosyayên me, ev yek jî encama Girava Îmraliyê mezin dike. Yek ji sedemên herî mezin ê ku destûr nadin em bi Birêz Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar re hevdîtinê pêk bînin jî ew e ku em dixwazin vê tiştê derbixin holê û teşhîr bikin.
 
Nizanin ku hincet çi ye? 
 
Sedema astengkirina serlêdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê nayê zanîn. Dema hincet tên xwestin, gelek cezayên dîsîplînê, her sê mehan carê qedexeya hevdîtina malbatê, qedexeya serdan, telefon û parêzeran piştî ku pêvajoya dadweriya înfazê bi dawî dibe, tên birîn. Hevalên me yên parêzer ên Buroya Hiqûqê ya Asrinê nikarin van hincetan bibînin. Nizanin ku hincet çi ye?  
 
Pergala hiqûqê hildiweşe 
 
Bi parêznameya muwekîlên xwe di dosyayên xwe de serlêdanan dikin. Dema ku ew dixwazin mînakên dosyeyan bistînin, qeydên vekaletên dosyeyê jî tunene. Ev ne li dijî hiqûqê ye, em behsa hilweşîna sîstema hiqûqê dikin ku li wir jîngeheke hiqûqî nîne û bi tevahî hovîtî ye. Pêwîste ev hemû bên teşhîrkirin. Ev serlêdan ji bo eşkerekirina wan têne kirin. Ji ber ku hevalên me yên parêzer ên Buroya Hiqûqê ya Asrinê nikarin xwe bigihînin tu belgeyan, dîsa zerar û heqaretê li pîşeya parêzeriyê dikin. Em vê yekê dibêjin; her çend me serî li muwekîlên xwe da jî, destûr nadin ku em bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Her wiha xeynî astengkirina hevdîtinan pir hiqûqî, însanî û parêzer-muwekîl de ne. Em em behsa vê bêhiqûqiyê dikin. Ji ber vê jî serlêdanên me bêbersiv mane. Bi vê re girêdayî me carekedin serlêdan kir tevî parêzeran. Li Tirkiyeyê dozgerî û dadger biryarên neqanûnî bi cih tînin. Ew di makeqanûnê de sûc e. Divê dozger û dadger li gorî qanûnê tevbigerin. Tişta ku em dixwazin derxin holê, li Tirkiyeyê parêzvanî hatiye çi rewşê ye.
 
* Herî dawî, hûnê di pêvajoyên pêşiya me de çi bikin?
 
Di pêvajoya pêş de, em ê ji bo bersiv û encamek bendê bisekinin. Ev serlêdan ji bo baroyan bangek bû. Em wisa difikirin ku divê Yekitiya Baroyên Tirkiyê çavê xwe ji vê mijarê re negire, nêzîkatiya xwe ya di warê hiqûqê de bi awayekî zelal eşkere bike. Me vê pêvajoyê hinek dewrê baroyan kir. Ger em ji vê pêvajoya derbasbûna van baroyan de encamekê dernexin, li gorî min divê parêzer dîsa serî li Baroyên Yekitiyê bidin. Em wek OHD li ser vê û hemû xebatên wê yên hiqûqî bi serlêdana qadên hiqûqê yên li Tirkiyeyê bixin. Her wiha bi hevpîşeyên xwe yên li Ewropayê re, ji bo eşkerekirin û pêşîgirtina li vê bêhiqûqiyê em her hewl didin.