Jinên siyasetmedar: Em ji girtiyên nexweş re bibin deng!

  • 09:01 6 Kanûn 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak-Medya Uren
 
ŞIRNEX - Jinên Siyasetmedar têkildarî rewşa girtiyên nexweş ên ku herî zêde ji tecrîda di girtîgehan de bi bandor dibin, wiha gotin: “Sîstema heyî di nava girtîgehan de mîna şerekî polîtîkayê dide meşandin. Siyasetmedar bi awayekî nehiqûqî têne girtin û zihniyeta heyî ya niha hewl dide wan di nava girtîgehan de bifetisîne. Heta cenazayê wan derbikeve jî şert û merc têne asêkirin. Divê li hemberî vê bi taybetî ji bo girtiyên nexweş em bibin deng.”
 
Li Tirkiyeyê binpêkirina mafên mirovan her diçe zêde dibe. Bi taybet jî li girtîgehan bi hezaran girtî hene û di nava şerd û mercên giran de di bin tecrîdekê de ne. Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan 604 jê giran bi giştî 1605 girtiyên nexweş di girtîgehan de têne girtin. Heta niha jî gelek girtiyên siyasî yên nexweş bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan û hemû girtiyên din jî bi metirsiyê re rû bi rû ne. Li hemberî vê xizmên girtiyan di serî de li Amedê û gelek bajarên din "Nobedên Edaletê" dan destpêkirin û çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. Lê heta niha jî gaveke çareseriyê ji aliyê rayedarên dewletê ve nehatiye avêtin.
 
Jinên siyasetmedar Hamdiye Gur, Zarife Delek û Leyla Onuk têkildarî mijarê, nirxandinên xwe parve kirin û bang kirin ku herkes bibin dengê girtiyan. 
 
'Girtî ji mafên xwe têne mehrûmkirin'
 
Hamdiye Gur bertekên xwe yên li hemberî polîtîkayên îqtidarê nîşan da û got: “Dewleta tirk a bi awayekî eşkere dijminatiya kurdan dike weke cihê fetisandinê girtîgeh hilbijartine. Yên mûxalefetê bikin û li hemberî sîstema heyî derkevin her wiha li hemberî polîtîkayên wan ên dijminatiyê derbikeve jî digirin û hewl didin di girtîgehan de wan bê nefes bihêlin. Ji her beşê, ji her temenî kurd tên girtin. Ya herî xeter jî rewşa girtiyên temenê wan mezin û nexweş in. Herî zêde ji vê îşkenceya di girtîgehê de bi bandor dibin. Girtiyên nikarin di girtîgehê de bimînin, ne têne berdan, ne jî têne tedawîkirin. Ji hemû mafên xwe yên tendirustî û jiyanî jî têne mehrûmkirin. Herî dawî Wezîrê Dadê digot em ê ji bo girtiyan çareseriyekê bînin. Lê belê weke her carê em baş dizanin ku ev çareserî wê ji bo beşa mûxaxlîf a kurd ne derbasdar be. Ew ê ji van qanûnan sûdê negirin û ji her carê zêdetir, îşkenceyê dibînin. Me mînakên vê yekê dîtin. Tabûtên girtiyan ji girtîgehê derdikevin. Yan jî ger rewşa wan di asta mirinê de be wan wê demê berdidin ku ji derve jiyana xwe ji dest bidin.”
 
‘Hêza dayikan ji me re dibe hêz’
 
Hamdiyeyê bi lêv kir ku hêza dayikan ji wan re dibe hêz û bi van gotinan re berdewam kir: “Aysel Tugluk a ku rewşa wê di xeteriyê de bû nehate berdan. Li dijî vê nerazîbûn û bertekên gel mezin bûn û di medyaya dîjîtal de jî bertek zêde bûn. Li ser van bertekan Aysel hate berdan. Em dikarin vê girseya gel ji bo hemû girtiyên nexweş jî pêk bînin. Heta ku werin berdan pêwîst e em bertekên xwe zêde nîşan bidin. Gelek girtiyên weke Mehmet Emîn Ozkan, Maşalah Burhan û gelek girtiyên din ên ku me navê wan negotine di rewşek xeter de ne. Evana di nava şert û mercên giran de berxwedanek bêhempa didin. Ji bo girtiyeke din jiyana xwe ji dest nede pêwîst e hemû gelên Tirkiyeyê jî bibin deng. Ev erka me ya mirovahiyê ye. Pêwîst e em erka xwe bînin cih. Tê zanîn li hemberî van dengên tên derxistin jî îqtidar dibe asteng. Di vê mijarê de HDP gelek gavên girîng diavêje lê belê pêwîst e herkes deng derbixe. Di vê mijarê de jî yên herî zêde ji girtiyan re dibin hêz jî dayik in. Em ji Nobedên Edaletê jî berxwedana wan dibînin û em hêviyek mezin didin wir. Em ê ji cesareta wan hêzê bigirin û bê guman em ê bi ser bikevin.”
 
‘Em ê bi hev re îşkenceyê asteng bikin’
 
Zarife Delek jî gumanên xwe yên derbarê rewşa girtiyan de parve kir û got: “Demeke dirêj e rewşa girtiyên nexweş ên siyasî di rojevê de ye. Girtî ji hemû mafên xwe têne mehrûmkirin û tundî li wan tê kirin. Ji vê jî herî zêde girtiyên nexweş bandor dibin. Helwesta li hemberî wan tê nîşandan ne wijdanî ye û nayê qebûlkirin. Divê li hemberî vê em bibin deng. Bi taybetî jî dayikên me ev salek e li hemberî wê Nobedên Edaletê didin meşandin. Ev nobet ji bo wijdanê me hemûyan e. Pêwîst e bi taybet em ji wan re bibin piştgirî û em jî bibin dengê girtiyan. Ev erka me ye û em îşkenceya li girtiyên nexweş tê kirin qebûl nakin.”
 
‘Encex em dikarin bibin çareserî’
 
Leyla Onuk jî da zanîn ku encax ew bi xwe bibin çareserî û wiha pê de çû: “Li her cihî bi taybetî mafên kurdan têne binpêkirin û yek cihên herî zêde ev lê pêk tê jî bê guman girtîgeh in. Jixwe yek ji armanca girtinê jî ev e ku li wir fetisandinekê pêk bînin. Ev yek jî nîşaneya bêedaletiya wan e. Ji bo vê em dikarin mînaka gelek jinan bidin. Weke Aysel Tugluk a ku heta rewşa wê neket asta herî xeter, ew bernedan. Jiyana girtiyan xirab dikin. Di girtîgehan de nexweşiyên wan zêde dibin. Şert û mercên di girtîgehê de, pêkneanîna mafên wan ên tendirustiyê jî jiyana wan dixe nava metirsiyê. Girtîgeh bûne navenda komkujiyan. Ev rewşa girtîgehan bandorê li ser me hemûyan dike. Bi wê re êrişeke taybet, derûnî û fîzîkî jî heye. Di nava girtîgehan de şer heye. Gelek jinên siyasetmedar vê dawiyê hatin girtin. Girtina wan jî bêhiqûqî ye û heta dixin girtîgehan jî ev rewş berdewam dike. Divê em li hemberî van bêmafiyan bibin sîper. Divê em bi awayekî herî bi hêz li berxwe bidin. Tiştê dikeve ser milê me divê em bikin. Banga min bi taybetî li gelê Kurdistanî heye. Encex em bikaribin bibin çareserî.”