Ayşe Acar Başaran: Em ê bi xeta xwe ya hevserokatiyê bi ser bikevin

  • 12:22 3 Kanûn 2022
  • Rojane
 
 
ŞIRNEX – Lijneya Rêveberiyên Xwecihî ya HDP'ê Civîna Jinan a Serdema Navber a Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratik li avahiya şaredariyê ya navçeya Silopyê ya Şirnexê li dar xisitn. Di civînê de berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran axivî û got: “Di Tirkiyeyê de tişta nehatiye kirin me bi ser xist. Me bi sîstema hevserokatiyê re çaxek nû da destpêkirin. Em ê bi vê re bi ser bikevin û wê îqtidar bin bikeve.”
 
Lijneya Rêveberiyên Xwecihî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Civîna Jinan a Serdema Navber a Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratik li avahiya şaredariyê ya navçeya Silapiyayê ya Şirnexê li dar xistin. Di roja yekem a civînê de endamên rêveberiya xwecihî, hevserokên şaredariyan, Tevgera Jinên Azad (TJA) û berdevka Meclîsa Jinan ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran beşdar bûn. Di salona civînê de pankartên “Dem Dema Parastina rêveberiya Herêmî yên Azadîxwaziya jinê û Hilweşandina Rejîma Qeyûman e” û “Hevserokatî Xeta Me Ya Sor e”hatin daliqandin.
 
‘Îqtidar ji hêza jinê ditirse’
 
Civîn bi axaftina vekirinê ya parlamenter Ayşe Acar Başaran re dest pê kir. Ayşe bi êrişên îqtidarê re dest bi axaftinê kir û got: “Îtîfaqa AKP -MHP'ê di her fersendê de êrişî jinê û vîna wê dike. Di roja 25’ê Mijdarê de, jinên ku li hemberî tundiyê rabûne qadan ji aliyê hêzên vê îqtidarê ve tundî lê hatin kirin. Piştî wê jî di demên dawî de rêhevalên me yên jin, aktivîstên TJA’yê bi giştî 22 jin bi heman rengî tundî li wan hate kirin û hatin biçavkirin. Heya serê sibehê lêpirsîna wan û îfadegirtina wan berdewam kir û ber bi sibehê ve 8 hevalên me hatin girtin û şandin girtîgehê. Em dizanin tiştek lêpirsînê tune bû. Lê em vê jî baş dizanin; TJA û jinên kurd ên têkoşer tucarî paşde gav neavêtin, tucarî dev jî îdaya xwe ya jiyanek azad bernedan. Hatin girtin, hatin qetilkirin û gef li wan hatin xwarin. Di her fersendê de li her cihî vê îdiaya xwe nîşan dan. Ji ber vê yekê ye ku ewqas bi tundî bi ser me de tên. Yên ku wenda bikin wê polîtîkayên takekes yên nîjadperest yên AKP- MHP’ê bin. Yên ku qezenç bikin wê hezkirina me ya azadiyê be. Ev bê guman e.”
 
‘Em serbilindiya keda xwe dijîn’
 
Ayşe bi lêv kir ku ew ê bi serbilindiya keda xwe bijîn û wiha berdewam kir: “Îro di heman demê de salvegera qanûna mafê jinan ê bijartin û hatin bijartinê ketiye meriyetê ye. Ji wê rojê heya niha tenê 85 jin li Tirkiyeyê bûn serokê şaredariyan. Ji AKP’ê heya MHP û CHP’ê jî vî mafê jin di nava xwe de nehewandin û tenê di fermiyetê de bi awayekî fîîlî hiştin. Em îro wê serbilindiya ku tiştê wan heya îro nekiriye dijîn. Me hevnûnertî îdia kir. Me di nava çend salan de jî berê vê sîstemê guherand. Me sîstemek demokratik, şaredariyek demokratik xist pêşiya xwe û xiste meriyetê jî. Ruxmê derfetên hindik jî me hêza xwe nîşan da. Ka em dikarin çi bikin û em dikarin çi bikin jî. Ji bo Silopiya bibe bajarekî jinê hemû derfet têne bikaranîn.”
 
‘Em ruxmê qeyûman dixebitin’
 
Ayşe bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Di êrişên îqtidarê û tayînkirina qayûman de jî tiştê ku di hedefa wan de bê guman ev sîstema me ya demokratik û hevnûnertî bû. Êrişî hevserokatiyê kirin. Lê belê herçiqasî qeyûm hatin tayînkirin jî me da nîşandan ku em ê di nava gel de bin û xebatên xwe bidin meşandin. Ji ber ku em vîna gel in û em ê layiqî wan bin.”
 
Civîna wê du rojan berdewam bike piştî axaftina Ayşe Acar Başaran jî ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.