Em ji Rojava û Rojhilat hêzê digirin

  • 09:08 2 Kanûn 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Di meşa 25’ê Mijdarê de jinên ku polîsan tundî lê kirin, diyar kirin ku ew ji şoreşa jinan a Rojhilat û Rojava hêzê digirin, êrîş bi wan şûnde gavê nadin avêtin.
 
Di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tûndiya li hember Jinê ya Navneteweyî de jinan carek di qad tije kirin û îşkenceya daraz-mêr-dewletê teşhîr kirin. Li Stenbolê jinên li Taksîmê bi pêşengiya Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê hatin gel hev, tevî îşkence û astengiya polîsan, bi dirûşma ‘Em ji bo azadiya xwe bêdeng namînin, em dest ji jiyana xwe bernadin. Em serî li dijî tûndiya mêr-dewletê natewînin’ çalakî pêk anîn.
 
Berxwedana ‘jin jiyan azadî’
 
Jinan di meşê de tevî dorpêçkirina polîsan çalakiya xwe bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ pêk anîn. Piştî meşê jin ji aliyê hezaran polîsî bi îşkence û tûndiyê hatin binçavkirin. Di encama îşkenceyê de lingê Dîlbent Turker ji du cihan şikest. Hewl dan parêzer Fulya Dagli qetil bikin. Du jinên ku yek ji Azerbeycan yek ji Îtalyayê bû, biryara wan ya dersînorkirinê hat dayîn û şandin Navenda Şandinê ya Selîmpaşa (GGM) a Sîlîvriyê.
 
Di meş û çalakiyan de herî kêm 216 jin bi îşkence û tûndiyê hatin binçavkirin. Jinan di 30’ê Mijdarê de li Edliyaya Stenbolê ya Çaglayanê der barê polîsan de serlêdana sûc kirin. Jinên tûndî û îşkence lê hatin kirin ji ajansa me re axivîn.
 
Têkoşîn li kolanê ye
 
Endama Meclîsa Giştî ya Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Tanya Kara jî yek ji jina ku di meşê de polîsan tundî lê kiribû. Tanya Kara di vê mijarê de nêrîna xwe wiha anî ziman: “Me çawa berê li dijî tundya mêr-dewletê serî netewand em îro jî natewînin. Em ê li kolanan têkoşîna xwe bidomînin. Em dizanin ku ev tundî tenê li hember jinan e. Li dijî jinan, Kurdan, Elewiyan zext û şîdeta mêr heye. Li dijî vê em ê têbikoşin. Em li dijî êrîşên li hember maf û jiyana xwe wê dest ji têkoşînê bernedin.”
 
‘Em ji têkoşîna Rojhilat û Rojava coşê digirin’
 
Tanyayê wiha dirêjî dayê: “Di 8’ê Adarê de jî em ê azadî, maf, têkoşîn û serhildana xwe biqîrin. Sedsala 21’ê serdema şoreş û serhildana jinan e. Îro ji Rojava heta Îranê serhildanek mezin heye. Rastiya jinên ku şoreşê bi rêxistin dike heye. Em ji şoreş û têkoşîna jinên Rojhilat û Rojava coş û baweriyê digirin. Li dijî vê serhildana jinan wê serdestiya mêr hilweşe.”
 
‘Ji bilî xwişkên me dostên me tune ne’
 
Parêzer Fulya Dagli ku polîsan hewl da qetil bike, jî der barê mijarê de nêrînên xwe anî ziman û got wek her sal li  di 25’ê Mijdarê de li Şîşhaneyê hatine gel hev û xwestine li ijî tundîya dewlet mêr dengê xwe bilind bikin. Fulyayê wiha berdewam kir: “Polîsan tundî û îşkenceyek mezin li jinan kir. Ne tenê li Stenbolê li gelek bajaran heman pêkanîn hatin jiyîn. Polîsan îşkence li min jî kirin. Dema me îşkece dît, me dît ku ji bilî xwişkên me kes ne dostên me ne. Em ê xwedî li hev derkevin. Ji yek aliyekî muxalîf deng derneket. Encax jin xwedî li hev derketin.”
 
‘Polîsê baş tune polîsê dijminê jinê heye’
 
Fulyayê diyar kir ku demek dirêj e cureyên tundiya polîsan jiyane û wiha dawî lê anî: “Polîsê baş an jî xerab tune. Polîsên dijminê jinê hene. Ji bo me êdî ferqa polîsan tune. Ew alî aliyê rejîmiye û dijminê jinê ye. Yên vê qebûl nakin jî divê îstîfa bikin bi rumeta xwe bijîn. Lê em dizanin ku polîs dijminê jinê ye.”
 
‘Çapemenî bêdeng namîne’
 
Edîtora rojnameya Bîrgun Yaren Çolak jî dema meşa Şîşxaneyê nûçe dişopand, polîsan tundî lê kir û binçav kirin. Yarenê jî bertek nîşanê êrîşan da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tundî her diçe zêde dibe. Di dîmenan de jî tê dîtin me nikaribû tu tiştek bikşanda. Asteng kirin. Di dema meşê de rojnamegeran hewl da dîmenan bigirin. Polîs hema dest bi tundiyê kir. Min xwest ez qerta xwe nîşan bidim lê hema berovajî kelepçe kirin. Têkoşîna jin didin wê çapemenî bide û bidomîne. Çawa jin dest ji têkoşîna xwe bernadin wê çapemenî jî bêdeng namîne. Em  jî wê bêdeng nemînin.”