Mizgîn Hesen: Wargehên Hol û Rojê cihê xeteriyê ne

  • 09:17 1 Kanûn 2022
  • Rojane
 
 
Medya Uren
 
AMED - Berpirsiyara Navenda Lêkolîn û Parastina Mafê Jinê ya Sûriyeyê, Mizgîn Hesen têkildarî wargehên Hol û Rojê yên ku demek dirêj e di rojevê de ne gumanên xwe parve kir û got: "Em li herêmê û li van wargehan jî xebatê didin meşandin. Lewra em hemû jî di wê qeneetê de ne ku ev wargehana xwedî xeteriyek mezin in. Di şerê dawî yên dewleta tirk de ev gefên li ser wargehê zêdetir dibin. Pêwîst e dewletên navneteweyî jî xwedî li vir derbikevin û bi bêdengiyê piştgiriyê nedin qirkirinan."
 
Bi êrişên dewleta tirk ên di 19’ê Mijdarê de des tpê kiriye re wargehên Hol û Rojê yên ku di rojevê de bû cardin dikevin nava xeteriyê. Ji ber hewldanên Tirkiyeyê yên derxistina çeteyan û rêxistinkirina wan ji berê de hebû. Ango çeteyên li wir jî daxwaz dikin ku derbasî Tirkiyeyê bibin. Rêxistinbûyîna wan ne tenê ji bo Rojava ji bo gelên cîhanê jî xeteriyê ava dikin. Lewra dewletên navneteweyî û rayedar deng dernexistin û di êrişên niha pêk tên de jî bêdengiya xwe diparêzin.
 
Berpirsiyara Navenda Lêkolîn û Parastina Mafê Jinê ya Sûriyeyê ku di Mijdara 2019'an de dest bi  xebatê kiriye Mizgîn Hesen, qala bandorên şer, koçberî, talanê, bi taybetî xeteriya di Wargehên Hol û Rojê de kir û xebatên navendê yên heyî bi ajansa me re parve kir.
 
‘Ji bo me navendek wiha pêdivî bû’
 
Mizgînê di serî de armanca avakirina navenda Lêkolîn û Parastina Mafê Jinê ya li Sûriyeyê parve kir û got: “Li Sûriyeyê gelek pirsgirêkên jinan û binpêkirinên mafan ên girîng hebûn. Li gel vê jî navend an jî pêkhateyek van daneyên binpêkirinên mafan berhev bike yan jî li hemberî binpêkirinên mafan polîtîkayek a astengkirinê derxe tune bû. Yek ji pêdiviyên sereke jî navendek vê erkê hilgire ser milê xwe bû. Di Mijdara 2019’an de me bi parêzer û hiqûqnasan re vê fikra xwe xist meriyetê. Me bi Rêveberiya Xweser ya Sûriyeyê re parve kir û me rûxseta xwe girt. Sê sal in jî em xebatê didin meşandin û her ku diçe em xebatên xwe berfirehtir dikin.”
 
‘Di gelek astan de lêkolînên serkeftî hatin meşandin’
 
Mizgînê di berdewamiya axaftina xwe de qala xebatên navendê kir û got: “Sê armancên me yên sereke hene. Ger em naveroka wan binirxînin a yekemîn lêkolînkirina binpêkirinên mafan ên heyî, berhevkirina van daneyan e. Herwiha jinan di aliyê hiqûqî, aborî, civakî û jiyanî de perwerdekirin e. Girêdayî vê jî xebatên gundan û bajêr wê werin meşandin. Komxebat, civînên jinan wê pêk werin. Wê jin werin guhdarkirin û wê biryar bi jinan re were girtin. Ya duyemîn jî jinên DAÎŞ’ê yên li Wargeha Holê û Wargeha Rojê dimînin e. Di herdu wargehan de jî xebatên me pêk hatin. Navenda me li wargehê bi xwe jî heye. Xebatên em li wargehê didin meşandin jî weke kargehên, atolyeyê ne, civatên nîqaşan in, cardin perwerdeya qanûnî, aborî û civakî ne. Li gel wê jî ka ew çawa difikirin û çareseriyek çawa pêşniyar dikin berçav tê girtin. Heya niha jî em girêdanên wan ên bi DAÎŞ’ê re dibînin lê belê perwerdeyên me û xebatên me bala wan kişandiye. Ev jî gavek girîng e. Herî dawî jî ji bo me xala girîng lêkolîn û berhevkarî ye. Em di wî alî de gelek pêşde neçûne mixabin. Di aliyê lêkolînan de derfetên me lewaz in lê em ji bo berfirehkirina wê jî xebatên xwe mezin dikin. Bi taybetî li ser mijarên xwekujiyê, têkiliyan û rewşa kar de jî me xebatên serkeftî dan meşandin û ev wê berdewam jî bikin. Xebatên me yên anketa jî pêk tên. Li ser van lêkolîn û daneyan jî xebatên me yê pêşxistina çareseriyê pêk tên.”
 
‘Şer û koçberî herî zêde bandorê li jinan dike’
 
Mizgîn di çarçoveya xebatên dane meşandin de encamên derxistine holê bi van gotinan parve kir: “Ji xebatên me dane maeşandin de jî em dikarin gelek encaman derbixin ku rewşa jinan ne zêde baş e. Bandorên êrişê gelek li ser civakê heye ku ev gefên êrişan hîna li ser berdewam dike. Li aliyekî li dijî DAÎŞ’ê berxwedanek heye li aliyê din jî her roj dewleta tirk êrişên dagirkeriyê li ser Rojava û Sûriyeyê dide meşandin. Ji destpêkê ve li ser Cereblûs, Babê û Ezazê wan êrişên dagirkeriyê pêk hatin, di berdewamiya wê de êrişên dagirkeriyê yên li ser Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî  tên meşandin, berdewam dikin. Di van şeran de jî yên herî zêde bi bandor dibin jin in. Koçberî pêk tê, bi vê re jî gelek jin dibin mexdûrên xeteriyê. Jin warê xwe, mala xwe û koka xwe wenda dikin. Di aliyê jiyanî û derûnî de texrîbatên mezin pêk tên. Di berdewamiya wê de jî hemû jiyana kes bandor dike. Bi vê ve girêdayî li gorî lêkolînên me kirine em bûn şahid ku rêjeya nexweşiya pençeşêrê di jinan de zêde bûye.”
 
‘Rêjeya xwekujiyê zêde bûye’
 
Mizgîn diyar kir ku dagirker dixwazin gelê Rojava koçber bibe û ev jî herî zêde bandorê li ser gel dike. Mizgîn ji bo gelên koçberbûne jî ev nirxandin kir: “Li wargehan jî ev zext û gef li ser jinan berdewam dikin. Di nava şert û mercên zehmet de, di bin derûniya şer de jiyanek tendirust najîn. Ji ber vê sedemê jî jin mixabin çareseriyê di xwekujiyê de dibînin û ev rêjeya xwekujiyê zêdetir dibe. Bê guman bandorên civakî jî hene. Ji bo ev yek werin derbaskirin û çareseriya rast bibînin jî em dibin alîkar. Dema zext li ser jinê hebin ev mirinek e, dema van zextan dinixûmîne jî ev ji bo wê dibe mirina duyemîn. Em bi vê têgihê ji bo jin zextan parve bikin û derbas bikin hewl didin.”
 
‘Li wargehan gefên jiyanî hene’
 
Mizgîn lêkolînên navendê yên li wargehên Hol û Rojê ku di demên dawî de di rojevê de ne nirxand û got: “Yek ji mijarên herî girîng a ku pêwîst e em ji nêz ve pê re eleqeder bibin Wargeha Hol û Roj e. Ne tenê em, divê bi awayekî giştî em li ser van wargehan bisekinin. Ji ber rewşek girîng ya li ser were sekinîn heye. Hertim bûyerek diqewime. Beriya niha demekê li Wargeha Holê êrişên di Wargeha Holê de li ser karmendan pêk hatin. Jin bi xwe jî êrişkar bûne. Êrişî karmendan, zarokan û hevdu jî dikin. Bi taybetî jî yê fikrê wan bi yê wan re ne yek be dibin mehkûmê mirinê. DAÎŞ hewl dide van kesan ji xwe re rêxistin bike. Yên di wargehê de weke berdewamiya xwe jî dihesibînin. Jinên di wargehê de jî di vê mijarê de radikal in û bi wî fikrî zarokan mezin dikin. Ango zarok ji bo DAÎŞ’ê tên perwerdekirin. Di lêpirsînin hatine destpêkirin de gelek alav û çekên ku vê nîşan didin derketin holê. Li Wargeha Rojê jî ev hewldanên xwe rêxistinkirina çeteyan heye. Lê belê ev gef bi giranî li Wargeha Holê heye.”
 
‘Çete hewl didin rêxistina xwe ava bikin’
 
Mizgîn li ser piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo çeteyan jî parve kir û wiha pê de çû: “Bê guman e ku piştgiriya Tirkiyeyê ya di rêxistinkirina van çeteyan de heye. Tirkiyeya ku dixwaza Rojhilatê Kurdistanê jî dagir bike weke gavên vê bernameya xwe çeteyan bi kar tîne. Di van wargehan de gelek hewldanên êrişan pêk hatin. Xwestin malbatên DAÎŞ’îyan ji vir birevînin. Di heman demê de ji bo Rojava gefek mezintir biafirînin. Bi zîrekiya hêzên xweseriyê re ev êriş û hewldan vala hatin derxistin. Lê belê nayê wê wateyê ku bi dawî bûye. Di êrişên herî dawî yên Tirkiyeyê de jî yek ji cihên di bin xeteriyê de ev wargeh in. Dema em bi van malbatan re dikevin nava têkiliyê, tiştê ku destpêkê dipirsin û dixwazin ev e ku dixwazin herin Tirkiyeyê. Dibêjin me deynin Tirkiyeyê ew ê me bihewînin, ew tiştekî bi me nakin. Ev ji xwe peymana wan a bi hev re nîşan dide. Ew ê biçin wir û li wir rêxistina xwe baştir mezin bikin.”
 
‘Ev pirsgirêk a giştî ye’
 
Mizgînê bi lêv kir ku ev pirsgirêka giştî ye û wiha berdewam kir: “Ev barê van wargehan ne tenê yê Rêveberiya Xweser tenê ye. Divê hemû kesên li  Rojava û Sûriyeyê pê re eleqeder bibin. Li gel wê jî divê saziyên eleqeder, civakên navneteweyî  û wekî din jî rayedar pêwîst e baş li ser bisekinin. Ger ev tedbîr neyên girtin wê girtiyên di girtîgehan de û malbatên li van wargehan dijîn ji bo gelên cîhanê jî bibin xeteriyên mezin. Ev pirsgirêk ne ya me tenê ya giştî ye. Divê helwestek di cih de were nîşandan.”
 
‘Li hember şerê qirêj bêdeng nemînin’
 
Mizgîn herî dawî êrişên li ser Rojava şermezar kir û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Dewleta tirk a ku van çeteyan xwedî dike gavên êrişên xwe li demek berfireh belav kirin û di 19’ê mehê de starta êrişan dan. Êrişek ku li ser gelê sivîl tê meşandinê ye. Komele û kargehên sivîl hedef tên girtin. Li gel wê jî xwezaya ku sûdekê bide gel û aborî hedef hatin girtin. Erdê genim, îstasyonên ceyranê, bingehên enerjiyê, kargeha gazê û hemû xalên esasê jiyana civakê ne hatin bombebarankirin. Dixwazin civakê xizan bihêlin, bitirsînin û bidin koçberkirin. Wê dubare weke me destnîşan kir, bandorên mezin li ser civakê, zarok û jinan bike. Pêwîst e gelên cîhanê sînorekî ji van êrişan re deyne.”