‘Jinên kurd bi polîtîkayên şaş nikarin bên sekinandin’

  • 09:07 1 Kanûn 2022
  • Rojane
 
 
ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku binçavkirin bi armanca astengkirina bernameyên TJA û krîmînalîzekirina TJA’yê tên kirin û gotin jinên kurd bi van polîtîkayên şer nikarin bên bêdengkirin.
 
Di çarçovya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daye destpêkirin gelek aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) hatin binçavkirin. Jinan diyar kirin ku binçavkirin bi armanca astengkirina bernameyên TJA û krîmînalîzekirina TJA’yê tên kirin û gotin jinên kurd bi van polîtîkayên şer nikarin bên bêdengkirin. Her wiha jinan bi lêv kir ku jinên TJA’yê ne tenê ne, wê bi hev re têbikoşin.
 
‘Divê hemû jin dengê xwe bilind bikin’
 
Aktîvîsta TJA’yê Hayaat Îzgî destnîşan kir ku desthilatdariya dijminê jinê ji hebûna jinên tên gel hev ditirse û armanca wan ev e ku çavên jinan bitirsîne, xebatên wan sabote bike. Hayatê ev tişt anî ziman: “Hevalên me yên hatine binçavkirin ji Tevgera Azadiya Jinên Kurd in. Ne tenê jinên kurd divê hemû jin bên gel hev û xebatên xwe xurt bikin. Banga min ev e. Xurtkirina xebatan wê wan hîn bêtir bitirsîne. Armanca van binçavkirina çewisandin û serîtewandine. Jin vê qebûl nakin. Em ê zêdetir dakevin kolanan, zêdetir xwedî li mafên xwe derkevin. Ez bang li hemû jinan dikim. Bila dakevin qadan. Jin li malê tûndiyê dibînin, ji pergalê tûndiyê dibînin, li kargeriyan dibînin. Ne tenê jinên kurd, ev pirsgirêka hemû jinan e.”
 
‘TJA hemû nasnameyên jinê dike yek’
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Berna Çelîk jî daxuyakirin ku demek dirêje li hember Tevgera Jinên Kurd êrişên cidî hene, bi taybet hewl tê dayîn TJA bê krîmînalîzekirin. Bernameyê wiha dirêjî dayê: “Tevgera Jinên Kurd tu car di têkoşîna xwe de tenê nemeşiya. Çalakî û bernameyên ku bersiv dide rihê her demê danî holê. Dema ev kir jî ne tenê li ser nasnameya jina kurd hemû nasnameyên jinê kir yek. Ev pêvajo jî pêvajoyek wisa ye. Her tim di demên girîng de li hember tevgera jinên kurd êrîş pêk hatin. Pêvajoyek şer heye. Xizanî derketiye asta herî jor. Kuştinên jinan, girtina jinan her diçe zêde dibe. Hevalên me yên li qadan xebatan dimeşînin niha di binçavan de ne. Divê demildest bên berdan. Ez bang li hemû jinan dikim ku xwedî li TJA’yê derkevin.”
 
‘Dixwazin bi polîtîkayên şer bêdeng bikin’
 
Ji Tora Parastina Jinê Gîzem Coşkun anî ziman ku dewlet berê tûndiya xwe dîsa dide jinan û jinên kurd yên têkoşîna azadiyê didin bi propagandayên reş, bi polîtîkayên şer tên bêdengkirin. AKP ya ku rewabûna xwe winda kiriye sreî li tûndiyê dide û sûcên li dijî mafê mirovan pêk tînin. Nîjadperestiyê gur dike. Lê em jin wê tu car dest ji maf û jiyanên xwe bernedin. Em ê li dijî faşîzmê têkoşîna xwe ya femînîst rêxstin bikin, piştevaniyê mezin bikin. Em ê li dijî faşizmê bi înyad bên gel hev. Em ê her hevalek xwe ya jin bi piştevaniya xwe bidin jiyîn.”
 
‘Desthilatdarî êrişê jinan dike’
 
Ji Piştevaniya Mor Denîz Uslu jî der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman û bi lêv kir ku di meşên 25’ê Mijdarê de li hember jinan êriş û piştî vê jî aktîvîstên TJA’yê hatine binçavkirin. Denîzê her wiha anî ziman ku binçavkirin berdewama êrişên li hember jinan e û wiha dawî lê anî: “Hem binçavkirin, hem êrîşên li hember çalakiyên 25’ê mijdarê. Her wiha em fêrbûn ku du jinên penaber yên tevli çalakiyan bûne wê bên dersînorkirin. Ji her çar alî êrişa dewletê heye. AKP bi êrîşên li hember jinê hewl dide cihê xwe mayînde bike. Lê hevalên me yên TJA’yê û hevalên me yên din tu car serî netewandin. Divê demildest bên berdan.”