Berteka li dijî binçavkirinan: Bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' derkevin qadan

  • 09:01 30 Mijdar 2022
  • Rojane
 
WAN - Jinan bertek nîşanî binçavkirina bi talîmata Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dan û gotin: "Ew ê tu polîtîka nikaribe dev ji têkoşîna me bide berdan."
 
Do bi talîmata Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li Enqere, Mûş, Mêrdîn, Stenbol, Amed, Adana, Sêrt, Wan, Agirî, Îzmir, Riha, Mersin, Dîlok û Şirnex polîsan bi ser malan de girtin û endamên Meclîsa Jinê ya HDP'ê, aktivîstên TJA'yê kirin bin çavan. Jinên hatin binçavkirin bibin Enqereyê. Hat hînbûn bi iddiaya "endamtiya rêxistinê","rêvebertiya rêxistinê","propagandaya rêxistinê" û "alîkariya rêxistinê" lêpirsîn hatiye meşandin. Derbarê lêpirsînê de biryara nepeniyê hat dayin. Jinan bertek û nerazîbûnên xwe li dijî binçavkirinan nîşan dan. 
 
'Ew ê ev girtin û binçavkirin çavê me netirsîne'
 
Jinên siyasetmedar ên bertek nîşanî binçavkirinan dan diyar kirin ku armanca binçavkirinan tirsa ji jinan e. Rêvebira HDP'ê ya Rêya Armûşê Zubeyde Ozalp, da zanîn ku bi binçavkirin û girtinan dixwazin jinan bitirsînin û got:"Li dijî tundiyê em ê têkoşîna xwe û lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin. Îro 50 jin kirin bin çavan wê sibehê 100 jin dewsa wan tije bikin û têkoşîna xwe bidomînin. Heqê me çibe em wê dixwazin. Ew ê ev girtin û binçavkirin çavê me netirsîne."
 
'Ji bo şerê dikin îfşa nebe vî şerî didomînin'
 
Rêvebira HDP'ê ya navçeya Rêya Armûşê Dilyar Çalişkan, da zanîn ev pênc hezar sal in polîtîkayên tundiyê yên li ser jinê didomin û got:"Ev bi sedan salan e em li dijî vê zihniyetê têdikoşin. Bi destên dewletê li dijî jinan tundî tê kirin. Loma tundiya li dijî jinê polîtîk e. Dewlet dizane wê Kurdistan bi têkoşîna jinê azad bibe. Ji bo şerê dikin îfşa nebe vî şerî didomînin. Em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin."
 
'Demildest hevalên me berdin'
 
Hevseroka HDP'ê ya Rêya Armûşê Canan Uzunay da zanîn bi salan e bi girtinan têkoşîn tê astengkirin û wiha pê de çû:"Ji têkoşîna jinê ditirsin. Hemû xebatên me ji raya giştî re vekiriye. Em piştî girtin û binçavkirinan bêtir li têkoşîna xwe xwedî derdikevin. Em dixwazin demildest hevalên me berdin."
 
Bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' derkevin qadan 
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Şengul Polat da zanîn operasyona hatiye kirin qirkirina siyasî ye û wiha lê zêde kir:"Li dijî van operasyonên siyasî em ê bêtir li qadan bin. Wê li dijî polîtîkayên dijminatiyê ya li ser jinê li qadan jin hebin. Îktidar dizanin ew ê saltanata wan bi destê jinê hilweşe loma di hedefa wan a ewil de jin hene. Destkeftiyên jinan hene. Qetilkirina Nagihan Akarsel mînakeke vê yekê ye. Dirûşma 'Jin jiyan azadî' nîşaneya vê yekê ye ku dê ev sedsal bibe sedsala jinê. Bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' derkevin qadan. Serhildana Arin Mirkan a li dijî DAÎŞ'ê çalakiya fedaî kir û serhildana Jina Emînî ya li Rojhilat hat qetilkirin veguherî felsefeya 'Jin jiyan azadî."