Siyasetmedarên jin: Desthilatdar ji dirûşmeya 'Jin jiyan azadî' ditirse

  • 10:18 29 Mijdar 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak 
 
ŞIRNEX - Siyasetmedarên Şirnexê, di 25’ê Mijdarê de bi êrişan re rûbirû man û hatin binçavkirin. Siyasetmedarên jin bal kişandin ser êrişên ku pêk hatî û diyar kirin ku dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bûye tirsa desthîlatdariyê.
 
Jinan carek din ligel hemû êriş û astengiyan di 25’ê Mijdarê de daketin qadan. Li navçeya Cizîra Şirnexê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) di 25’ê Mijdarê de jin bi pankarta, “Jin jiyan azadî; Li dijî faşîzm û qirkirina jinan dem dema azadiya jinê ye” meşiyan. Meşa jinan ji hêla polîsan ve hatin astengkirin û jin bi êrişeke tund hatin binçavkirin. Jinên ku bi êrişên hovane re rûbirû man ji ajansa me re axivîn. 
 
'Ez êrişa hovane şermezar dikim' 
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nebahat Îşçî di çalakiyê de ji aliyê polîsan ve lêdan xwar û destê wê ji cih derket. Nebahat, diyar kir ku armanca meşa wan deng bilindkirina tundiya li dijî jinê ye û got: “Em li dijî tundiya li hember jinan çûn û meşiyan. Çawa ku em meşiyan bêyî anonsê bikin êrişê li me kirin. Êrişeke hov bû. Gava êrişê min kirin herdu destê min badandin û destê min ji cih derxistin. Ez niha nikarim dest û milê xwe rakim. Her wiha şopên lêdanê hêj jî di laşê me de hene. Ez vî hovîtiyê şermezar dikim. Em neçûbûn şerê tu kesî, em li dijî tundî û qetîlkirina jinan çûn lê em rastî tundiyê hatin. Gelek heqerat û gotinên xirab li me kirin. Ji ber êrişan ez ez xeriqim û me nebirin nexweşxaneyê jî. Me birin odeyekê û kesek anîn gotin ew bijîşk e. Lê bi tu şiklî baweriya me ji wan nîne. Tevî van hemû êrişan jî em ê dîsa têkoşîn û berxwedana xwe ya jinê re berdewam bikin.”
 
‘Binçavkirina me biryareke sîyasî bû’
 
Hevseroka rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Cizîrê Zîlan Ecevît jî bilêv kir ku cizîrê ew rojê şahîdiya hovitiya dewleta tirk kirin û got: “Hêj qedexeya walîtîyê ya ji bo çalakî û bernameyan nehatibû dayîn me dest bi xebatên xwe yên 25’ê Mijdarê kiribû. Lê bêriya qedexeyê jî hemû bername û çalakiyên me yên 25’ê Mijdarê hatin astengkirin. Di her kolan û caddeyên ku em bername li dar bixin dihatin dorpêçkirin. Dîsa jî me çalakiyên xwe bi israr meşand. Roja 25’ê Mijdarê ji cadeya Orhan Doganê me meşek da destpêkirin. Lê polîsan êrişê meşê kirin. Êrişeke gelek dijwar birin ser dayikan. Lê belê ligel hemû astengî û êrişan jî sekna jinan baş bû. Jin li hemberê van êrişan paşve gav neavêtin. 22 jin bi tevahî 24 kes hatin binçavkirin. Em dîl hatin girtin. Ji ber ku sedema binçavkirina nîn bû. Her sal di 25’ê Mijdarê de jin dadikevin qadan û dengê xwe li dijî tundiyê bilind dikin. Ango binçavkirina me bêhiqûqî bû û biryareke sîyasî bû. Bi awayekî bi kêfî ev êrişê li me kirin.'
 
‘Ditirsin ku jin dakevin kolanan’
 
Zîlan, diyar kir ku desthîlatdar ji dengê jinan ditirse û wiha bi lêv kir: “Di kêliya êrişan de şûna ku polîsên jin hevalên me yên jin bibin polîsên mêr hatin û êrişê li me kirin. Em vî hovîtî û zilmê qebûl nakin û em ê giliyê bikin. Îsal li dijî jinê polîtîkayeke nû dane pêşiya xwe.  Hikûmeta AKP-MHP’ê dixwaze bi van polîtîkayan fikr û ramanên jina azad ji holê rake û jinê di hundirê malê de bihêle. Piştî qetîlkirina Jina Emînî û serhildana jinên Îranê bû tirsa hikûmeta AKP’ê. Hikûmet ditirse ku jin dakevin kolanan. Dizane ku heke jin dakevin kolanan dê hemû civak li dijî vî hikûmetê bertekên xwe nîşan bide û dakeve kolanan. Loma ewilî dixwaze dengê jinan qûtbike."
 
‘Tê xwestin li ser serhildana jinan were girtin’
 
Hevşaredara HDP’ê ya navçeya Cizîrê ku şûna wê qeyûm hatiye teyîn kirin Berîvan Kutlu, di destpêka axaftina xwe de tundiya li ser jinê ya ku i 25’ê Mijdarê de pêk hat şermezar kir û wiha axivî: “Di 25’ê Mijdarê de ya pêvajoya ku xwişkên Mîrabel rastî tundî, tecawiz û qetîlkirinê hatine kirin tu cudahiya wê ji vê pêvajoyê nîne. Çawa ku xwişkên Mîrabel ji aliyê dîktaroriyê ve hatin qetîl kirin û hatin tune kirin, îro em jin jî heman tiştê dijîn. Li Tirkiyeyê her roj jinek tê qetîlkirin lê ne kujerên wan tên dîtin ne jî tên cezakirin. Her wiha li ser van bûyeran jî tê girtin. Di 25’ê Mijdarê de jinan li dijî vê yekê serî rakirin.  Jinên kurd li hemberî desthîlatdariyê serî radike. Ew jî dizanin ku heke jin serî rake wê hemû civak serî rake.”
 
Desthîlatdar ji dirûşmeya “Jin jiyan azadî” ditirse
 
Herî dawiyê jî Hevseroka HDP’ê yê navçeya Qilebanê Zîlan Yaman axivî û diyar kir ku desthîlatdar naxwaze jin dakevin kolanan û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Di 25’ê Mijdarê de em hemû jinên sîyasetmedar hatin binçavkirin, dayik ji erde re hatin kaşkirin. Ez bi erdê re hatim kaşkirin û bi îşkenceyê hatim binçavkirin. Em li dijî qedexeyan daketin kolanan û me kolanên xwe terk nekir. Ev jî nîşan dide ku hêza jinan astengî û sînoran nas nake. Bi taybetî li herêma Botanê polîtîkayên şerên taybet di astekî herî jor de ye. Armanca meşa me bal kişandina li ser van polîtîkayan bû. Jinên kurd pêşengtiya vî têkoşînê dikin lewra jî ji jinên kurd ditirsin. Desthîlatdar ji dirûşmeya 'Jin jiyan azadî' ditirse.”