‘Li dijî çekên kimyewî rabin ser piyan û bibin yek’

  • 09:03 29 Mijdar 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Dewleta Tirk a ku di dîrokê de çekên qedexe û gazên jehrî li dijî gelê Kurd bi kar anîye, di pêvajoya dawîn de bi awayekî sîstematîk bikaranîna van çekan didomîne. Jinên Şirnexê li dijî bikaranîna çekên kimyewî axivîn û destnîşan kirin ku divê ji vî sûcî re bêdeng neyê mayîn û hemû kurd li dijî vê bibe yek û dengê xwe bilind bikin.
 
Çekên kîmyewî ji madeyên jahrîn tên hilberandin ku li ser laşê mirovan û xwezayê bandoreke neyînî dikin. Ev made hem li ser xwezayê û hem jî li ser mirovan zerereke bêveger dikin û dibin sedema mirina mirov û zindeweran.  Yekem bikaranîna çekên kîmyewî li qada şer di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de bû. Bikaranîna kimyasalê ji aliyê Almanan ve bi vekirina qapaxên kaniyên ku gaza klor tê de heye dest pê kir û gaz bi bayê belav kirin. Ji ber wê bikaranîna çekên kîmyewî li gorî peymanên navneteweyî qedexe ye û niha ji aliyê gelek welatan ve weke “sûcê li dijî mirovahiyê -sucê şer” tê dîtin. Bi Peymana Çekên Kîmyewî (CWC) ku ji aliyê dewletan ve hat îmzekirin bikaranîna van çekan û depokirina wan hat qedexekirin. Peyman ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ve tê birêvebirin. Peymana Çekên Kîmyewî di sala 1997 an de ket meriyetê. Tirkiye jî di sala 1997'an de li Meclisa Mezin a Tirkiyeyê deklere kir ku qebûl dike û di Rojnameya Fermî di  hejmara 22960 an de jî ev biryar hat weşandin.
 
Komkujiya Helebçe nehat jibîrkirin
 
Dewleta tirk bi caran li hemberî gelê Kurd çekên kimyewî bi kar anîne û îro jî li hermên Zap, Metîna, Avaşîn û Garê ku dikevin herêma başûrê Kuristanê bi kar tîne. Dîroka bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Kurdan xwe dispêre  salên 1920’î. Li Kurdistanê ne tenê artêşa Tirk, her wiha hêzên din ên dagirker û mêtinger jî di demên cuda de gaza jehrî û çekên kîmyewî li hemberî civaka Kurd bi kar anîne. Mînaka wê ya herî bi êş û ber bi çav komkujiya Helebçe yê ku ji aliyê rejîma Saddam ve di 16’ê Adara 1988’an de li bajarê Helebçe yê başûrê Kurdîstanê hatin barandin û herî kêm 5 hezar kurd hatin qetîlkirin. Wê gaza jahrî  ku xweza jî wêran kir li febrîqeya bajarê Samarra ji aliyê rejîma Saddam Huseyîn ve bi teknolojîya welatên rojavayî hatin çêkirin.
 
Komkujîya pergala Kemalîst: Geliyê Zîlan
 
Di 2’ê tîrmeha 1930’î de leşkerên tirk bi ser gundên kurdan de girtin. Zarok, jin, kal û pîrikên 90 salî jî di nav de niştecihên 44 gundên heremê di Geliyê Zîlan de kom dikin û di 13’ê tîrmehê de bi awayeke hovane bi ser wan de gulê dibarînin. Komkujiya Geliyê Zîlan ji komkujiyên pergala Kemalîst a herî mezin yek e. Di wê komkujiyê de jî sûcê mezin ê şer hat kirin. Li gorî daneyên dewletê yên fermî herî kêm 15 hezar, li gorî çavkaniyên heremî 4-5 qat zêdetirê wê hêjmarê kurd di wê komkujiyê de hatin qetilkirin. Balafirên şer bombeyên kîmyevî yên fosfor û yên agir diavêtin. Bi bombeyên agir gund tevî niştecihên xwe dihatin şewitandin.  Deverên ku ew bombe li wan hatine barandin hêjî nebat li wan şîn nabe.
 
Herwiha di salên 1937-1938’an di Qirkirina Dêrsimê de ku yek ji êşên herî giran ên Gelê Kurd e, gaza kîmyewî bû çeka sereke ya artêşa tirk.
 
Tirkiye êrîşên xwe dewam kirin
 
Sala 1999’an dîsa artêşa Tirk li ser gerîlayan çeka kîmyewî bi kar anî û li herêma Şirnexê di hundirê şikeftekê de 20 gerîla hatin qetilkirin. Di navbera 22-24’ê Cotmeha 2011’an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê li Geliyê Tiyarê 36 gerîlayên HPG’ê bi çekên kîmyawî hatin şewitindin û cenazeyên wan bi mehan li morga Meletî nedihatin teşhîskirin.
 
Di sala 2018’an de li Efrînê artêşa tirk çekên kîmyewî û gaza fosforê ya qedexe bi kar anî. Ji şopên li ser bedena qûrbaniyan hat piştrastkirin ku gaza qedexe hatiye bikaranîn.
 
Hêzên navneteweyî li dijî sûcê şer bêdeng in
 
Artêşa tirk di 14’ê Nîsana 2022’an de bi hevkariya PDK’ê  li Zap, Metîna û Avaşînê şerekî berfireh da destpêkirin, bi bikaranîna çek û fîşekên qedexe bi sedan caran sûcê şer kir. Tevî ku sûcên dewleta tirk bi belge û dîmenan hatine îspatkirin jî, hêzên navneteweyî bi mehan e bêdeng in. Herî dawî di cotmeha borî de, Bijîşkên Navneteweyî ji bo Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî (IPPNW) raporek li ser çekên kîmyewî yên ku dewleta tirk bi kar tîne, amade kirin. Ji bo vê raporê, heyeteke IPPNW ya Swîsre û Almanyayê di 20-27 Îlona 2022'an de çûn başûrê Kurdistanê. IPPNW ku yek ji rêxistinên civaka navneteweyî ye ku rapora xwe di 12'ê cotmeha 2022'an de eşkere kir û bang li OPCW û Neteweyên Yekbûyî kir ku encamên bikaranîna çekên kîmyayî lêkolîn bikin. Lê ligel ku mehek jî derbas bû ne OPCW û ne jî rêxistinên din ên navneteweyî derbarê dewleta tirk de lêpirsîn û lêkolîn nedan destpêkirin. Dîmenên gerîlayên ku bi taybetî di êrîşa dawî de bi çekên kimyewî êrîş li wan hat kirin, di nava gelê Kurd de bûN sedema nerazîbûnên tund.
 
Gelê Kurd li dijî bikaranîna çekên kimyewî hem li Kurdîstanê hem jî li welatên Ewropa êrî protestoyan kirin û hê jî çalakî berdewam in. Jinên Şirnexê jî bertek nîşanî bikaranîna çekên kimyewî dan.
 
'Bêdengî nayê qebûlkirin'
 
Şîrîn Cevlak diyar kir ku ew naxwazin êdî zarokên wan werin kuştin û  wiha dirêjî da axaftina xwe , "Ev zilm û neheqî li ser gelê Kurd berdewam bike. Divê li dijî bikaranîna çekên kimyewî li her derê bertek bên nîşandan. Bêdenginya li dijî bikaranîna çekên kimyewî nayê qebûlkirin. Em ji bo vê Hikûmeta Iraqê û Barzaniyê jî şermezar dikin. Heke wan rê li Tirkiyeyê bigirta wê çekên kimyewî li wir nehata bikaranîn.  Ewropa jî berjwendiyên xwe difikire û tu kesî piştgirî nade kurdan. Divê gelê Kurd li dijî vê zilmê û sûcên şe dengê xwe bilindtir bike. Banga min ew e ku divê hemû welat li dijî sûcê şer dest bidin hevdû."
 
'Tirkiye ji ber ku neyar e êrîş dike'
 
Taybet Guner diyar kir ku ji ber Tirkiye neyartiya kurdan dike çekên kimyewî li dijî wan bi kar tîne û got, " Em êrîşên  wan şermezar dikin. Ji bo ku em kurd in ewqas êrîşî me dikin.  Em naxwazin ev çekên kimyewî di nav çiyayên me de werin bikaranîn. Jixwe dema tu lê binêrî hemû çiyayên me şewitandin û rûxandine ji kimyasalan, Heta darên me jî qir kirine. Niha jî li Başûr heman tiştî dikin. Divê gelê Kurd dîroka xwe ji bîr neke. Bi Barzanî re rûhê kurdewar nemaye. Divê her çar parçeyên Kurdîstanê destê xwe bidin destê hev û li dijî van êrîşan derkevin." 
 
‘Li dijî çekên kimyewî bibin yek’
 
Hanim Gungen jî got ku divê ev şer raweste û ev tişt got, "Em naxwazin çekên kimyewî bên bikaranîn.  Bikaranîna çekên kimyewî li dijî mirovatiyê ye. Em mirovahiyê û aştîyê diparêzin.  Ji zilm û zordestiyê re bes e. Li şûna şer em li hemû dinyayê aştiyek mayinde dixwazin."
 
Hîkmet Taşarî jî destnîşan kir ku ew ê dayik ji bo axa Kurdîstanê xwe rabin ser piyan û wiha berdewam kir, " Çekên kimyewî ne di tu exlaq û qanûnê de hene. Bêwîjdanî û zilmekê mezin e."
 
Fatma Aslan jî bi van gotinan berteka xwe anî ziman,  "Em ne şer ne jî vê zilmê qebûl dikin. Tehamûla wan ji mer nîne. Zarok, kal, jin û her kesê dikujin. Heya heywan û darên me jî qetîl dikin. Mirovahî bi wan re nîne. Em vê şermezar dikin."