‘Şerê li hember Kobanê wê li her derê belav bibe’

  • 09:07 26 Mijdar 2022
  • Rojane
 
BEDLÎS -Jinên Bedlîsê diyar kirin ku yekane sedema êrîşên li li dijî Rojava ‘hebûna Kurdan e’ û wiha bertek nîşan dan: “Ger Kobanê bikeve wê şer li her derê cîhanê belav bibe.”
 
Êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê didomin. Çalakiyên protestokirina  êrîşan jî her diçin zêde dibin.  Tirkiyeyê êrîşa bombeyî ya li Taksîmê kir hincet û şeva 19’ê mijdarê êrîşî Kobanê kir. Di nav de nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan ê Hawarê (ANHA) jî heye gelek kesî jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Dewleta Tirk a ku bi taybet sîvîlan hedef digire, herî dawî  kampa Holê ya ku DAIŞ’î û malbatên wan lê bûn bombebaran kir. Di encama êrîşa TSK’ê de gelek DAIŞ’î ji kampê reviyan. Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk (QSD) daxuyanî dan û bîlançoya êrîşên Tirkiyeyê yên ji 23’ê Mijdarê de heta niha pêk hatine aşkera kir û got heta niha li hember herêmê 4 hezar êrîş pêk hatine.
 
Jinên Bedlîsê li dijî êrîşan bertekên xwe anîn ziman.
‘Şerê tunekirina Kurdan e’
 
Zubeyde Guven bertek nîşanê şer da û bi lêv kir ku divê demildest dawî li şer bê anîn. Zubeydeyê di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Armanca AKP-MHP’ê ev e ku Kurdan tune bikin. Dibêjin em ê Kurdan biqedînin û hewldana wan vala ye. Em her diçin zêde dibin. Divê Kurd ligel hev bin û bi yekitiyê dikare ev êrîş bên sekinandin.”
 
‘Kobanê ne axa Tirkan e’
 
Rabîa Kaplan êrîşên li hember Kobanê şermezar kirin û wiha got: “Em şer naxwazin. Em azadiyê dixwazin. Sîvîl hatin qetilkirin. Kewarên genim hatin tunekirin. Hebûn hedef tên girtin. Kobanê ne axa Tirk e, êrîşên wan hovane ne. Em şer naxwazin. Gelê Kurd tenê xwe diparêze. Li wir Kurd, Ereb û gelên din bi aştiyane dijîn.”
 
‘Divê bertek bê nîşandan’
 
Rabîayê daxuyakirin ku êrîşa li Taksîmê lîstik e û wiha dawî lê anî: “Divê ne gelê Kurd ne jî gelên din êdî neyên van lîstikan. Kobanê nakeve. Kobanê bikeve wê şer li her derê cîhanê giran bibe. Di serî de jin û hemû kes divê li dijî van êrîşan bertekên xwe bînin ziman û protesto bikin. Em jiyanek mirovane dixwazin.”
‘Neketina Kobanê girêdayê serhildanê ye’
 
Jina bi navê Nuriye Topal ya 80 salî jî bi gotina ‘em serhildanê pêk neynin wê Kobanê bikeve’  dest bi axaftina xwe kir: “Divê em li her qadê dengê xwe bilind bikin. Kobanê bikeve em ê jî bikevin. Ger ku em alîkariyê nedin hev em ê hemû tune bibin. Têkoşînê bi komên biçûk dest pê kir û li hemû cîhanê belav bû.Em gelên Mezopotamyayê. Em ji tu derê nehatine. Lê em li ser axa xwe nikarin azad bijîn.”
Cennet Balikçi jî êrîşênli hember Rojava pêk tên şermezar kir û berteka xwe wiha anî ziman: “Armanca êrîşan qedandina Kurdan e. Lê Kobanê wê tu car nekeve. Kobanê ne tenê ye. Divê ziman, nasname, hebûna me bê qebûlkirin.”