Parêzerên OHD’ê: Divê baro berê xwe bidin Îmraliyê

  • 09:10 24 Mijdar 2022
  • Hiqûq
 
Marta Somek- Gulîstan Dursun
 
STENBOL - 155 parêzerên endamên OHD’a Stenbolê ji bo şopandina serlêdanên ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê serî li Baroya Stenbolê dan. Endama Navenda giştî ya OHD’ê parêzer Arzu Kayaoglu  diyar kir ku ji bo bidawîbûna şerê giran divê tecrîd bişkê û hemû baro berê xwe bidin Îmraliyê, gavê bavêjin.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in di bin tecrîdê de tê girtin û 20 mehe agahî ji Rêberê PKK’ê û girtiyên li Îmraliyê girtî Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim nayê girtin. Serlêdanên malbat û parêzeran ên li wezareta dadê û serdozgeriya komarê ya Bursayê tên redkirin.
 
Yek ji hewldana dawî ya parêzerê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya dawî ev e ku wê li her bajarî serî li baroyan bê dayîn. Ji Şaxa OHD’ê ya Stenbolê 155 parêzerî ji bo şopandina serlêdanên ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê serî li Baroya Stenbolê dan. Endama Navenda giştî ya OHD’ê parêzer Arzu Kayaoglu der barê serlêdan û her wiha 20 mehe agahî nayê girtin de ji ajansa me re nirxandin kir.
 
Vegereke erênî yan jî neyînî tune ye
 
Arzuyê diyar kir ku ji baroyên cuda yên Tirkiye û Kurdistanê 775 parêzerî bi armanca bi Rêberê PKK’ê û girtiyên din re hevdîtinê bikin serî li wezareta dadê û serdozgeriya komarê ya Bursayê dane û wiha dirêjî dayê: “Heta derbarê serlêdanan de heta niha ne ji wezaretê ne jî ji serdozgeriyê agahiyek, vegerek pêk nehat. Daxwaza me nehat redkirin ne hat qebûlkirin. Me parêzerên OHD’ê jî  serî li baroya Stenbolê da.”
 
Serlêdan wê li her bajarî pêk bê
 
Arzuyê der barê armanca serlêdana li baroyê de jî wiha axivî: “Armanca serlêdana me ev e ku em mafê parêzeriya xwe pêk bînin, em rayeya xwe pêk bînin. Bi muwekîlê xwe Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din re hevdîtinê bikin. Serlêdanên baroyan wê bidomin. Piştî Stenbol û Wanê şûnde di hefteyekê de li Kurdistan û bajarên din wê serlêdan bidomin.”
 
‘Divê CTP demildest raporê amade bike’
 
Arzuyê destnîşan kir ku Komîteya Şopandin û Pêşîgirtina Tundiyê (CPT) mehek berê hatiye Tirkiyeyê çûye Îmraliyê û di vê mijarê de jî wiha nirxandin kir: “CPT raporan di demek dirêj de amade dike. Piştî amade dike heta ji dewletên alîgir biryara erê negire aşkera nake. Yanî CPT rapor temam kiribe jî ewil dişîne ji Tirkiyeyê re. Ger dewlet vê di cih de nebîne  CPT jî vê raporê aşkera nake. Amadekirina raporê şandina dewletê heta salekê didome. Ji ber vê divê CPT demildest raporê amade bike. Ji bo ku em dîsa serlêdanê bikin. Serlêdanên em dikin hemû qanûnî ne. Em bi israr vê dibêjin. Bila dewlet qanûnên xwe û yên navneteweyî pêk bîne. Der barê vê de daxwazek cuda tune ye.”
 
‘Dibe ku mafê jiyanê di bin xetereyê de be’
 
Arzuyê diyar kir ku Abdullah Ocalan herî dawî 20 meh berê hevdîtinek telefonê pêk aniye û wekî din hevdîtina malbat û parêzeran nehatiye kirin. Arzuyê wiha daxuyand: “Ji wê demê şûnde hevdîtinek nehat kirin. Divê em der barê rewşa wan de xwedî agahî bin. Dibe ku jiyana wan di xetereyê de be. Rêberê PKK’ê û girtiyên din divê ji mafê parastinê bêpar neyên hiştin.  Ji bo çareseriya demokratîk divê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin.”