Gulîzar Karaman: Divê em jin dengê xwe bikin yek û bilind bikin

  • 09:05 24 Mijdar 2022
  • Rojane
 
AMED - Gulîzar Karaman a ku ji aliyê mêrê bi navê Azîz Karaman ê pê re di pêvajoya hevberdanê de ye bi tundiyek sîstematîk re rû bi rû ma herî dawî Azîz Karaman hewl dabû ku wê qetil bike. Gulîzar a ku têkoşîna jiyanê dide, xwest ku dadgeh peywira xwe bi cih bînin û bang li hemû jinan kir ku li dijî tundiyê bibin yek û dengê xwe bilind bikin.
 
Di 25'ê Mijdara 1960'î de 3 xwîşkên bi navê Marîa Teresa, Mînerva û Patrîa Mîrabel ku wekî perperok tên bîranîn, hatin qetîlkirin. Ev sê xwîşkên Mîrabel di Komara Domînîk de li dijî dîktatoriya Trujîllo li ber xwe dabûn û bi awayek hov hatibûn qetilkirin. Ji ber vê yekê roja qetilkirina sê xwîşkan, 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê hat îlankirin. Ji wê rojê heta îro jin bi hemû hêz û bi biryarbûna xwe li dijî tundiyê têdikoşin û li kolanan in.
 
 Dema mirov îro jî dinêre di nava civakê de herî zêde jin û zarok bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Ji ber vê yekê jî li dijî tundiyê jin li ser xeta têkoşînê li berxwe didin û her wiha li ber pergala baviksalar serî radikin. Li aliyekî dinê jî jinên ku bi qetilkirinê re rû bi rû mane têkoşîna jiyanê didin. Ji van jinan yek jî  Gulîzar Karaman a ku li navçeya Erxenî ya Amedê dijî ye. Gulîzar ji me re tundiya ku bi rêk û pêk lê hatiye kirin vegot.
 
Bi sê guleyan bi giranî birîndar bû
 
Gulîzar Karaman (34) di 30'ê Gulanê de li navçeya Erxeniyê ji aliyê mêrê bi navê Azîz Karaman ê ku dixwest xwe jê berde, êrîşa çekdarî lê hat kirin û bi sê guleyan bi giranî birîndar bû. Gulîzar a dayika 6 zarokan ku bi giranî birîndar bû li dijî kuştinê li berxwe da û li jiyanê ma. Êrişkar Azîz Karaman ê ku xwest Gulîzar qetil bike piştî 11 rojan ji aliyê cendirmeyan ve hat girtin. Serdozgeriya Komarê ya Erganiyê derbarê Azîz Karaman ê ku bi sûcê "Hewldana kuştinê" hat girtin, bi îdiaya "Bi qestî birîndarkirina hevjîna xwe" îdianame amade kir. Doz hîn jî berdewam dike. 2'emîn danîşîna doza êrîşkarê Gulîzarê jê tê darizandin li 1'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Erxaniya Amedê hat dîtin. Li ser nerazîbûnên parêzeran dosya ji Dadgeha Cezayê Giran a Amedê re hat şandin.      
 
Bi tundiyek sîstematîk re rû bi rû ma
 
Gulîzara ku hîn li navçeya Erxaniyê jiyana xwe didomîne, di 18 saliya xwe de bi zorê tê zewicandin û piştî ku zarokê wê yê yekem çêdibe şunde ji aliyê Azîz Karaman ve tundiya li dijî wê dest pê dike. Gulîzar ku bi awayek bi rêk û pêk bi tundî û êrîşan re rû bi rû dimîne, kujer xwest wê qetil bike. Gulîzar, anî ziman ku ew 16 sal e zewiciye û tundiya li dijî wê roj bi roj zêdetir bûye û bi malbata wê gef lê tê xwarin. Gulîzar, wiha behsa  tundiya ku dîtiye kir: “Dema ku tundiyê li min dikir min digot ez diçim mala dayîka xwe. Lê belê min bi malbata min tehdît dikir. Ji ber ku bi malbatê min tehdît dikir min nikarîbû dengê xwe derbixim. Dema ku bi malbata xwe re diaxivîm min behsa tundiyê nedikir. Lê her roja min bi tundiyê derbas bû. Beriya du salan wî kesî nig, parxan û çenga min şikand. Ji ber malbat û zarokên xwe nikarîbûm tiştekî bikim. Ji ber ev tundî zêde bû êdî min nekarîbûm bêdeng bibînim. Li ser vê yekê min bang xwesûya xwe û bang li qereqolê kir û hatin gund. Piştre me birin qereqolê û îfadeyên me girtin û piştre min bi zarokên min re şandin stargeha jinan. Êrîşkar Azîz jî girtin û şandin girtîgehê. Li ser vê yekê em ji stargehê derketin vegeriyan mala xwe. Di girtîgehê de bi rêya telefonê li malê digeriya û digot ‘min xeta kiriye û min efû bike.’ Me jî fikirî ku ji ber di gihrtîgehê de maye poşmane û êdî tiştek wisa nake. Piştî ji girtîgehê derket şûnde roja duyem carekedin dest bi tundiyê kir. Li ser vê yekê ez jî vegeriyam mala dayîka xwe. Min got ez êdî naçim wê malê. Ger ez biçim dê min bikûje. Dema ez hatim mala dayîka xwe xizmên me ketin navberê û gotin êdî tiştekî wisa nake, ji bo zarokên xwe biçe. Malbata min li ser vê yekê carekedin min şandin wê malê.
 
‘Dozger got delîl tuneye’
 
Hefteyekî dengê wî derneket. Lê piştre carekedin dest bi tundiyê kir. Herm li malê û hem li derve hertim tundî li min dikir. Li ber çavên zarokên min dikir. Ji ber vê yekê derûniya zarokan xirap bûbû. Tundî û îşkenceyek giran li min dikir. Îşkenceya li min dikir min nikarîbû bigota. Lê ji ber ev dîsa wisa berdewam kir min bang li cendirmeyan kir û ew hatin. Ev bûyer jî beriya ku ez birîndar bibim bû. Em carekedin çûn qereqolê û li wir piştî îfadeyan bi keça xwe ya biçûk re em çûn stargeha jinan. Malbata min tehdît dikir û çêr li wan dikirin. Mehekê  em li stargehê mam û piştre hatim cem malbata xwe. Keça min a 4 salî bi zorê ji destên min hilda. Lê dîsa jî dev ji tehdîdan bernedida. Min ji dozgeriyê re ev tişt digot û ji min re digotin ‘tu delîl di destên te de tune ye em nikarin tiştekî bikin.’ Zarokên min ji destên min girtin û malbata min tehdît dikir, êdî delîlek çawa dê heba. Ligel raporên min ên îşkenceya li min hatibû kirin jî hebûn delîl dixwastin.”
 
‘Dewlet jî li aliyê min e’
 
Êrîşkar Azîz ê ku di civakê de wek kesekî nebaş tê nasîn,  îşkenceya wî ya li dijî Gulîzar bê navber domiyaye. Gulîzar, wiha dom kir: “Ez li cem malbata xwe bûm û digeriya digot ‘were ez tiştek bi te nakim.’ Min got ger ez biçim wir dê min bikuje. Ji xwe min doza berdanê vekiribû. Îşkenceya ku li min hatiye kirin tu kes nizane. Ji ber ku min doza berdanê vekir min tehdît dikir digot ‘tu yê bibînî ez ê te çi bikim.’ Sond xwaribû ku dê min qetil bike. Roja ku ez bi giranî birîndar bûm beriya wê emniyatê bang li min kir ku em kelepçeya elektronîk bikin nigê wî.  Gotin bi vê dema nêzî te bû em ê bizanibin. Lê min got êdî belkî nêzî min nebe û li ser vê ji emniyetê derketim. Dema ku dihatim malê derket pêşiya min û min tehdît kir. Li hinda postexaneyê polîs hebûn û ez çûm ji wan re min giliyê xwe kir, ewlehiya min tune ye. Polîsan got ‘here gilî bike.’ Dema ber bi malê ve çûm li nêzî mala me li kolanê bi guleyê min birîndar kir. Beriya min birîndar bike jî êrîşkar ji min re got ‘tu diçî min gilî dikî. Polîs nikarin te xilas bikin. Te ew qas gilî kir polîsan çi ji te re kir. Dewlet jî li aliyê min e.’ Xwest gule berê xwîşka min a ducanî û xwarziya min jî bide. Lê ji ber çek nexebitî û nekarî wan birîndar bike. Piştre sê gule bera min da. Hîn guleyek di zikê min de ye. Ger ku ew çek tam bixebitiye dê herdu kesên dinê jî bihatana kuştin.”
 
‘Gelo te xeyal nedîtiye’
 
Gulîzar, daxuya kirin ku ew naxwaze jiyana xwe ji dest bide û ev tiştan got: “Ez ji mirinê vegeriyam. Lê dozger dibêje ev sûc ‘birîndarkirin e.’ Dema ku ez mirim wê demê wê dozger bêje waye miriye. Xwedî li min derbikevin. Ez naxwazim bêm kuştin. Bila cezayê giran bidine wî. Ger ku ji girtîgehê derbikeve dê min bikuje. Di girtîgehê de ye jî min tehdît dike. Kurê min ê mezin mêjiyê wî şûştiye û jê re gotiye biçe heyfê hilîne. Kurê min hat gule berê birayê min da û birîndar kir. Niha kurê min jî girtî ye. Niha jî xwîşk û xwariyên Azîz min tehdît dikin. Dibêjin ‘em ê vê li cem te nehêlin. Em ê vî karî temam bikin.’ Ez ew qas diçim dadgeh û dozgeran r derdê xwe dibêjim jî lê tu tiştî nakin. Malbata min yek bi yek li ber çavên min dixwazin bikujin. Em ji dozgeriyê re dibêjin malbata min tehdît dikin û ji me re dibêje ‘em wê malbatê hemû bigirin?’ Ger ku hûn alîkarî û pitşgiriya min nekin li bendê ne ku malbata min giştî tune bikin. Min xwe spart edaleta wan. Lê ew jî tu tiştî nakin. Dozger di dadgehê de ji min re dibêje ‘Te xeyal nedîtiye ne wisa?’  Ger min xeyal dîtibe gelo xwîşk û xwarziya min çawa xeyal dîtine. Em çi bikin ku dozger ji me bawer bike? Li ser vê yekê îdîanameyê bi sûcê ‘birîndar kirinê’ amadekir. Vî kesî heta tecawizê kuçikekî jî kir. Wî kesî ji bo ku min bikuje gule bera min da. Kesek gelo çekê bi kîjan armancê digire destê xwe? Ev êrîş bi plankirî hat kirin û xwestin min bikujin.  Parêzerên min li paş min disekinin. Lê dozger nasekinin. Parêzerên min piştgirî dan min.”
 
3 gule bera mala wê jî da
 
Gulîzar, destnîşan kir ku beriya birîndar bibe wî kesî bi çek êrîşê mala wê jî kiriye û wiha axivî: “Beriya ku ez birîndar bibim deh roj berê wê vî kesî bi çek êrîşê mala dayîk û birayê min kir. Hîna şopên guleyê li malê hene. Min ji polîs re got gule berê mala min û birayê min daye, dê sibê were min jî bikuje. Lê polîs got ‘ji vê tu tişt dernakeve.’ Lê guh nedan min. Sê gule berê malê û sê gule jî berê min da. Ez êdî çi bikim. Ji malbata min divê hîn kesek din jî bê kuştinê? Jiyana malbata min di xeterê de ye. Di girtîgehê de jî min tehdît dike. Dibêje ‘ger tu giliya xwe paşve nekişînî ez ê hemû malbata te bikûjim.’ Ji xwe 20 roj berê gule berê birayê min jî da. Êrîşkar dibêje ‘destê min dirêje.’ Wî kesî tiştên herî qirêj kiriye. Tiryakê jî difrot.”
 
‘Dadgehê tu tiştî nekir’
 
Min heta niha gelek caran gilî kir. Lê tu tişt nehat kirin. Dema îfade digirtin digotin ‘here malê tiştê pêwîst çibe em ê bikin. Ne polîs û ne jî dozgerî ji bo min tiştekî nekirin. Çima jin ev qas rastî vê zilmê tên. Digirin piştî bi rojan carekedin wan meran berdidin. Dadgeh jî wan diparêzin. Hertim jin tên qetilkirin. Ger ku dadgeh û daraz piştgiriya jinê bikirana û edaletê pêk bianîna dê ev tişt nehatiya jiyîn. Ji min re tiştekî nekirin û min bi mirinê re rû bi rû hîştin. Ji zarokên min re gotiye ‘herî zêde ez ê du salan girtî bibînim û ez ê carekedin derbikevim. Ez ê dîsa celadê wê bim.’ Ger ku darazê ji bo min tiştekî bikirana ez ê di vê rewşê de nebûma. Ez sê caran di stargeha jinan de mam. Min doz vekiriye û heta niha du caran hat dîtin û niha dosye çû Amedê. Ger ku edaleta dadgehê hebe dê cezayê giran bide vî kesê. Bila edalet bi cih were ku ev mêr nikaribin jinan bikujin. Wan sond xwarine ku edaletê pêk bînin. Wê demê bila sond a xwe bi cih bînin. Bila jin neyên kuştin û zarok bên dayîk nebînin. Ez naxwazim zarokên min jî bê dayîk bibînin. Ev kes ger ku di serî de cezayê pêwîst bigirta dê nikaribûya vê tiştê bikira.”   
 
‘Divê em bi hev re dengê xwe bilind bikin’
 
Gulîzar, di dawiyê de wiha got: “Bila êdî jin neyên kuştin. Dozger bila peywira xwe bi cih bîne. Bila tu jinek li hember tundiyê bêdeng nemîne. Bila li mafê xwe bigerin. Em jin xwedî hevdû derbikevin û dengê xwe bi hev re bilind bikin. Bila ji bo jinan jî edalet pêk bê. Ez li benda piştgiriya hemû jina me. Em destên xwe bidin hevdû û bi hev re rabin ser piyan.”
 
Gule li ber mala wê hat teqandin
 
Her wiha di 10’ê Mijdarê de dema me bi Gulîzar re hevdîtin dikir du caran dengê guleyê hat. Piştî wê malbata Gulîzar ku derket derve pirs kir, cîranan got ku ciwanek hatiye li ber mala wan bi çekê du caran gule teqandiye.