'Divê kujer bi cezayê herî giran were cezakirin'

  • 09:04 24 Mijdar 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Xwişkên Leyla Karaaslan a ku ji aliyê Hasan Karaaslan ve li gel 3 zarokên xwe hat qetilkirin, diyar kirin ku di dosyayê de nêzî 3 meh in tu pêşketin nîne û gotin: “Em bawer nakin ku kujer şizofren be. Divê bi cezayê herî giran were cezakirin. Piştî xwişka min jî gelek jin hatin qetilkirin û hê jî tên qetilkirin. Bila êdî jin bes bên qetilkirin.”
 
Li taxa Yenî ya navçeya Hezexê ya Şirnexê Hasan Karaaslan di 24’ê tebaxê de bi şev jina ku pêre hatî zewicandî Leyla Karaaslan (40) û zarokên xwe yên di xew de Derya (17), Melek (16) û Şerîfe (13) qetil kirin. Kujer, piştre çû Midûriyeta Polîsan a Hezexê teslîm bû. Kujer ji aliyê dadgehê ve bi sucê “kuştina bi qestî ya hevjîna xwe û zarokên xwe" hat girtin û ew şandin Girtîgeha Şirnexê.
 
Her wiha kujer di parastina xwe ya serdozgeriyê de jî gotibû ku ew nexweşê “şîzofreniyê” ye û xwe parastibû. Hat zanîn ku kujer bi biryara serdozgeriyê ji bo rapora ATK’yê ya şîzofreniyê ewilî birine Stenbolê lê piştre wî birine girtîgeha Êlîhê û niha li wir girtî ye. Xwişkên Leyla Karaaslan a ku bi zarokên xwe re hat qetilkirin têkîldarî mijarê aixivin û destnîşan kirin ew bawer nakin kujer şizofren be û xwestin ku kujer bi cezayê herî giran were cezakirin.
 
‘Plankir û qetil kir’
 
Ji xuşkên Leylayê di destpêkê de Kanîa Başbaş axivî û diyar kir ku heke kujer şizofren be çawa piştî 4 kesan qetîl dike bi xwînsarî diçe emnîyetê teslîm dibe. Kanîa, got: “Ev nêzî 3 meh in xwişka min û keçên wê bi hovane hatin qetîl kirin lê heya niha jî derheqê ew kesê de darizandinek çênebû. Kujer dibêje ez şîzofren im. Lê heke şizofren be çawa piştî 4 kesan qetîl bike û biçe cixareya xwe dikêşe, siwarê erebeyê dibe û diçe emnîyetê. Em jê bawer nakin. Roja ku  xwişka min û keçên wê qetîl bike hemû kes bi zanebûn ji mal derxistine. Keçika Leyla ya biçûk jî li wir bû lê Leyla ew veşart û piştre Leyla  li korîdorê hat qetîlkirin. Heke Leyla ew veneşarta dê ew jî bihata qetîlkirin.  Em hêvî dikin ku ew kujer bi cezayê giran were cezakirin. Malbata me gelek diqehere.”
 
‘Bi salan bi rêk û pêk îşkence lê hat kirin’
 
Kanîa, daxuyand ku Leyla û zarokên wê bi salan e tundî û zexta Hasan Karaaslan dihatine û got: “Xwişka min û keçikên wê bi salan e bi awayekî rêk û pêk tundî li wan tê kirin. Her carê xwişka min bi zarokan wê gef lê dihat xwarin. Kujer, li ser du keçikan gelek zext dikir nedihişt ew derkevin nav civatê. Hertim di hundirê mal de dihişt. Kengî dawet an jî rojekê wek serdan çêbibe bi hincetek keçikên xwe li mal dihiştin.”
 
‘Kujer ji hev piştgiriyê digirin’
 
Kanîa, di dawiya axaftina xwe de bertek nîşanê polîtîkayên bêcezahiştinê da û got: “Banga min ji hemû jinan re ye ku bila tu jin zext û qetîlkirinê li ser xwe rewa nekin. Çima her kujer piştî ku jinê qetîl dike dibêje derûniya min ne di cih de ye. Ewqas jin tên qetîlkirin lê belê kujerên wan nayên darizanindin hê jî piraniya kujerên jinan nehatine mehkemekirin. Em jin êdî naxwazin tu jinek were qetîlkirin. Piştî ku xwişka min hate qetîl kirin du roj di ser qetilkirina wê re derbas bûn li Kerboranê jinek hate qetîlkirin. Kujer ji hevdû piştgiriyê digirin. Gava nayên darizandin, nayên mehkemekirin û nayên cezakirin. Ev jî rê li ber qetilkirina jinan vedike. Em ê heta dawiyê li pey doza xwişka xwe bin û heta ku ew kujer bi cezayekî giran were cezakirin em ê têbikoşin.”
 
‘Gelek car hewil daye ku bikujîne’
 
Sidika Kiliç jî anî ziman ku Leyla gelek caran bi mirinê re rûbirû hatiye hiştin û got: “Xwişka min 21 sal in zewicî bû di nav wan salan de gelek caran îşkence lê hatiye kirin. Gava bi keça xwe ya Melek ducanî bû, şevekê hat mala me û serê wê hemû xwîn bû. Wê demê jî kujerê wê hewl dabû ku wê bikuje. Lê xuşka min heta mala me reviya bû. Piştî wê bûyerê xwişka min 4 salan li gel malbata min ma. Melek çêbû em wê mezin kir. Xwişka min ji tirsan hertim xwe bêdeng dikir. Me kengê dipirsî xwe bêdeng dikir û behs nedikir. Lê me zanîbû ku  xuşka min îşkence dike. Ji ber vê me nehişt ku biçe mala xwe. Lê piştre malbat xistin navberê û xwişka min dîsa vegeriya wê derê. Piştî demekê kujer xwe bêdeng kir lê dîsa dest bi tundî û şîdeta xwe kir.”  
 
‘Bila êdî jin neyên qetilkirin’
 
Sidika, bilêv kir ku ew îdîaya kujer şîzofren e qebûl nakin û dixwazin kujer bi cezayê herî giran were darizandin û cezakirin û got: “Di dosyayê de hîna tu pêşketin tune ye. Dibêjin heta ku rapora wî ya şîzofreniyê zelal nebe nikarin ceza bidin. Em vê rewşê bi tu şiklî qebûl nakin û dixwazin ew kes bi cezayekî giran were cezakirin. Kesekî ku 4 kesan qetîl bike nayê qebûlkirin ku bi raporekê were berdan. Gava derûniya wan xira dibe diçin diya xwe, xwişk an jî hevjîna xwe qetîldikin. Ew êdî ji wan re bûye tiştekê asayî. Ji ber ku ji wan re tu ceza nayên dayîn û ew jî wisa hêzê digirin. Piştî xwişka min jî gelek jin hatin kuştin û hê jî tên kuştin. Bila êdî bes jin bên kuştin. Em dixwazin ku darizandinek esasî were kirin û kujer ji polîtîkayên bêcezahiştinê cesaretê negirin.”