Banga jinan ji bo 25'ê Mijdarê: Dakevin qadan

  • 09:03 24 Mijdar 2022
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
AMED - Jinan, bi minasebeta 25’ê Mijdarê anîn ziman ku di her aliyî de jin ji aliyê pergala baviksalar û dewletê ve tundî li wan tê kirin û tên qetilkirin. Jinan, bang li hemû jinên cihanê kir ku li dijî pergala serdest dakevin qadan û pêşî li qetlîam û êrîşan bigirin.
 
Patria, Minerva û María Teresa yên wekî Xwişkên Mîrabal tên pênasekirin ji ber têkoşîna dan, di 1960'î de ji aliyê diktator Rafael Trujillo yê Komara Dominikê  bi rê ve dibir, hatin qetilkirin. Piştî qetilkirina hersê xuşkan, Di sala 1981’an de, di Kongreya jinên Karaîp û Emerîqaya Latîn a li bajarê Bogoto yê Kolombiyayê de, ji bo bîranîna hersê xuşkên Mîrabal 25 Mijdarê wek “Roja Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinê” hat îlankirin. Neteweyên Yekbûyî jî di sala 1999’an de, 25’ê Mijdarê bi fermî pejirand.  Bi vê minasebetê her sal beriya 25'ê Mijdarê jinên li sazî û dezgehên ku têkoşîna azadiya jinê didin kar dikin û jinên azadîxwaz li hev kom dibin û ji bo ku 25'ê Mijdarê bi çalakiyên girseyî pêşwazî bikin dest bi kar û xebatan dikin.  
 
Bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinê wekî hemû jinên cîhanê li Tirkiye û Kurdistanê jî jin radibin ser piyan. Di çarçoveya vê yekê de li Kurdistanê bernameyên jinan ên ji bo çalakiyên 25'ê Mijdarê tên destpêkirin û bi sedan jin ji bo dakevin qadan amadekariyê dikin. Me jî ji bo ku em hest û nêrînên van jinên têkoşer bigirin mîqrefona xwe dirêjî wan kir û ji ajansa me re axivîn. 
 
‘Em hêza xwe ji dayîkan digirin’
 
Parêzer û endama Navenda Şêwirmendiya Jinan û Komeleya Piştgiriyê ya Antalyayê Gulnur Yilmaz, anî ziman ku ji bo ku pêşiya tundiya li  jinê tê meşandin bê girtin her 25’ê Mijdarê tevî hemû jinan li qadan e û wiha got: “Jin li dijî pergala baviksalar û pergala mêr li berxwe didin. Têkoşînek berfireh tê meşandin. Li hemû cihan amadekariyên 25’ê Mijdarê tên kirin. Em li Antalyayê jî di vê çarçoveyê de bernameyên xwe li dar dixin. Di bin banê hemû saziyên jinan de têkoşînek mezin tê dayîn. Em bi tundiyek ku veguheriye siyasetê û her ku diçe zêde dibe re rû bi rû ne. Ji çar aliyan ve dora me hatiye dorpêçkirin. Gav bi gav me nêzî îslama siyasî û osmanîtiyê dikin û dixwazin ku tişta hatiye serê Jîna  Emînî bînin serê me jî. Em vê ferq dikin û bi salan e em dixwazin vî tiştî bibêjin. Li aliyekî têkoşîna jinê û li aliyekî jî têkoşîna me ya LGBTÎ+ didome. Li dijî zarok û ciwanên me jî êrîş tên kirin. Pergala kesên ku gotin ‘bi carekê tiştek nabe’ îro li aliyê mêran disekine. Em bi awayek topyekûn li dijî vê pergalê li berxwe didin. Em ê xwe bigihînin hemû jinan û em ê bi hêztir bin. Teqez em ê bi ser bikevin. Banga min ji hemû jinan re ew e ku dakevin qadan. Ji kolanan qadan û kolanan netirsin. Ji bo ku keda wan bê dîtin divê dakevin qadan. Ew hêza me heye. Em hêza xwe ji dayîkên xwe digirin. Ger ku dayîkên me ev qas xwedî hêz in, wê demê em jî dikarin bi hêz bin. Divê em têbikoşin û dengê xwe bilind bikin û bêdeng nemînin. Ji bo ku em wekî Jîna Emînî bi îşkencê neyên qetilkirin.”
 
‘Rêvebir bila zimanê xwe bigûherînin’
 
Endama Komeleya Jinan a Kozayê ya Bûrsayê Necla Turemen jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê û cihanê qirkirina jinan heye û her roj ev qirkirin zêde dibe. Necla, bi lêv kir ku ew li dijî qirkirina jinan têdikoşin û ev tişt got: “Kesên ku me rêve dibin divê pêşî gotin û zimanê xwe biguherin. Qanûnên ku hene divê bên pêkanîn. Divê kûjerên jinan cezayê pêwîst bigirin. Peymana Stenbolê dibe ku îro hatibe feshkirin, lê ji bo me nehatiye tunekirin. Em carekedin dibêjin Peymana Stenbolê ya me ye. Ji bo ku Peymana Stenbolê carekedin bikin meriyetê em têdikoşin. Îro di meclîsê de nîqaşên li ser laçikê tên kirin. Rêbaza lixwekirinê mafê mirovan e. Di qanûnên wan de jî heye ku tê gotin tu kes nikare mudaxele li rêbaza lixwekirin, ziman û olên kesan bike. Polîtîqayên derbarê jinê ên dewletê ji ber ku jinê naparêzin, her roj jin tên qetilkirin. Piştevaniya jinê her roj mezintir dibe û her roj saziyek jinê vedibe. Jin tên zêdetir serî li komeleyên me didin. Jin ji ber hemû pirsgirêkan serî li saziyên jinan didin. Ji ber pêvajoyê di warê xizaniyê de jî jin serî li komeleyên me didin. Di heman demê de jinên ku tundî li wan tê kirin serî li komeleyên jinan didin. Jin bila li hemû cihan dakevin qadan û dengên xwe bilind bikin.”  
 
‘Qetilkirina jinê ne qeza ye, komkûjî ye’
 
Ji Komeleya Piştevaniyê ya Jinan a Îzmîrê Zeynep Tûna, destnîşan kir ku ew her sal 25’ê Mijdarê bi bîrneke nû pêşwazî dikin û wiha domand: “Tundî ne li dûrî me ye, nêzîkî me disekine. Em nizanin ku dê kengî tundî li me bê kirin. Lê em dizanin ku tundî ji kesên 'em hez dikinhez dikin', ên nêzî me û ji dewletê tê. Zanîn û jiyîn cihê ye. Em jî zanin û ji bo ku pêşiya vê bigirin têdikoşin. Lê li aliyekî dinê jî jinên ku vê tundiyê dijîn hene. Li Îranê, Tirkiyeyê û welatên cihanê yên dinê tiştên cuda dibe. Ligel vê jî hin jin tên kuştin. Li welatê ku her roj sê jin tê qetilkirin ne ev ne tesaduf e. Jin bi zanebûn tên qetilkirin. Vê jî bi awayek pergalî dikin. Qetilkirina jinê ne qeza ye, komkûjî ye. Bi zanebûn û palnkirî ev komkûjî tê kirin. Mêr ji pergala baviksalar û dewletê hêzê digirin û jinan qetil dikin. Ev tişta ku li dijî jinê tê kirin jî di destpêkê de di nav malbatê de tê kirin. Em dibêjin destên xwe ji beden, nasname û lixwekirina me vekişînin. Em malzemeya we ya siyasî nînin. Polîtîqayên xwe ne li ser me bimeşînin. Polîtîqayên xwe li dijî qetilkirina jinê bimeşînin. Ji bo jinan stargehan vebikin. Divê xetên tundiyê vebikin ku em xwe bigihînin wan û em bên parastin. Em bizanibin ku li welat çiqas jin bi tundiyê re rû bi rû dibînin. Em nizanin çiqas stargeh hene. Ji ber vê jî em nikarin berê jinan bidin derekê. Ji ber Peymana Stenbolê hat belatkirin, mafê me yê peymanê ji destên me girtin û jin hîn tên qetilkirin. Bila gotina jinan bi cih bînin û Peymana Stenbolê bikin meriyetê.”
 
‘Bila ji me û bedena me dûr bikevin’
 
Zeynep, bal kişad ser nîqaşên ku li ser laçikê îro di meclîsê de tê kirin û wiha got: “Ji ber baweriyê jin laçikê tercih dikin. Ger ku îro rabin vê tiştê bi zorê pêk bînin wê demê tiştek cuda derdikeve holê. Ew tişta dê bibe sedem ku li qadan jin bên kuştin. Li Îranê ew rejîma ku heye dibe sedema mirina jinan. Em nikarin bibêjin ku li welatê me tiştek wisa neyê jiyîn. Kesê ku ew hêz bi xwe re dît  Peymana Stenbolê betal kir, Dibe ku bi şevekî dinê em tiştekî dinê bibînin. Divê em nirxên xwe biparêzin. Bila ji me û bedena me dûr bikevin.”